Wêneyên reş ên qesra spî

Mîrê mîrîtîyeka welatekê bênav, ji nişkê ji xewa xwe ya şirîn hişyar bû.

Agirê dîwana wî vemirîbû zûrnayokeka ronahiyê jî di qesra wî de nemabû. Reşşê şevê bû. Pêlên sermahiyê cinîq dibir laşê wî.

Mîrî bi sê dengan bang kir wezîrê xwe yê mile rastê, lê kesek lê derneket… Wî bi sê dengan bakir wezîrê çepê, bang kir xulam û xadimên qesrê, bang kir dergevan û xizmetkaran… lê bêbersiv ma.

Mîrî pêşiyê hewil da bi dest-pelangî bizane ka ew li kû ye… Ew li ser textê Mîrîtiya welatê xwe bû. Wî destên xwe ho baş li ser textî gerand û jê piştrast bû ew textê wî ye.

Nexşên zêrîn ên li ser textê mîrî her dem ew şad dikir lê ew zêr ew qasê cemidî bûn ko destê mîrî qefiland û wî destên xwe bi paş ve kêşa..

Mîr ji textê xwe peyar bû, pê mîrî ket di nêv avê de, mîrî ji hers û aciziyan qêrek welê da ko wî got qey erd û asîman lê hêjiya, bi ser sermayî û tarîtîyê re pêyên wî şil bûbûn…

Rih-spîyê dîwana wî hat bîra wî ko rih-spîyî her dem digot wî ‘’heta çiraya dilê te nevemire dinya dê li te tarî nebe’’.

Hat bîra mîrî rih-spîyê dîwana wî li şev û rojan li odeya xwe ya piştê li ber ronahiya çirayê dixwend û wî gelek caran bi keyfxweşî ji rih-spîyî re digot ma tu dê bi xwendinê xwe bikujî he!

Mîrî got xwezî rih-spîyê dîwana mîrîtiya min li nik min bûya, bi hêvîyeka nîv şkestî bi dengê şepşepa pêyên xwe yên li nêv avê dikeve ber bi odeya piştê ve çû.

Wî dihîna bîra xwe dive piştî kîjik dîwarî bi kîjik milî ve bizivire. Li gor qinaeta wî li ser rêya rast bû.

Dema nêzîkî odeya rih-spîyî bû ji dûr ve dît ko pêlên ronahiyê ji deriyê wî yê nîv vekirî destên xwe wek destmala sergovendîkêşekî dihêjand.

Hêviyên mîrî geş bûn ji ber beza wî tipîskên ava ji pêyên wî diçûn şerp-û-şerp ji dîwaran dihîna.

Dema mîr giha devê derîyî wî dît ko çira wek her demî bi pêteka melûl li ser maseyê rih-spîyî bû lê xwedanê çirayê ne li wan deran bû.

Mîrî çira bir û ket ser rêya derketina ji qesra spî…

Wî bi dîwarê qesra xwe ve hindek wêne dîtin ko wî ji pêşiya hinge ti caran nedîtibûn.

Wêneyê pêşiyê wêneyê çinareka bi heybet û delal bû.

Çinarê qedîmî û heybeta malbata wî ya rayên kûr li mîrîtiya wan belav kirî hîna bîra wî.

Aveka bipêl û boş li rexa wê çinarê re diherikî.

Mîrî berê xwe da qurmên stûr ên çinarê, wî hin dît bi rayên çinarê yên dahelikîn di avê de tiştek xwe vediavêje!

Mîrî çira nêzîktirê rayên çinarê kir.

Zarokek bi rayê çinarê ve bû!

Mîrî baş dêna xwe da ser wî zarokî.

Mîr hin pê hesiya ko ew bû zarokek û wî xwe bi rayên çinarekê ve hiç girtiye. Pêlên avê bêwijdan û bêrehm xwe li dev û lêvên wî dida. Destên wî ji rayan sist bû. Tirsa ji mirinê ji sere neynûka wî heta pirtika sere wî ew girt û neberda.

Dilê wî dikir ji rika singe wî bifirre, dengê qiçeqiçê ji rayê çinarê jî hat. Ew noqî avê dibû û dema derdiket bi hemî heyl û taqeta xwe nefesek dihilkêşa.

Baya ko pêl li avê dida çinar jî dihêjand. Mîrî hest kir ew nefesên wî yên paşiyê ne.

Bi dengê çerriqîniyê rayê çinarê, yê ko wî xwe pê ve girtibû şelipî. Ew bin-av bû her ko wî xwe vediavêt pirtir binav dibû û dît ko ronahiya ser-avê ji wî dûr ket.

Wî dê ew rihê şirîn teslîmî xwedanê rihî bikiriya û pêyên wî gihan binê avê.

Mîrî ji tirsan, ji kerban û bi hemi taqeta xwe pêyên xwe li binê avê da. Wî dît ko ronahiya wek perdeyeka spî ji jor ve dixweyî mezin dibe û ew ser-av dibe.

Ew ser-av bû û piştî ew ser-av bûyî wî dest û pêyên xwe vehêjandin û nû hat bîra wî ji xwe ew melevan bû!

Wî melevanî dizanî!

Wî dîsa pêl dan bedena xwe û hewil da xwe bigihîne çinara li ber dilê wî pîroz lê pêlan ew bi paş de dibir…

Wî pêl dan pişta xwe û fêm kir carinan jê-bi-dûrketin rêya hebûnê ye û tekane rêya lê-vegerê ye.

Dema mîrî pêlên avê dan pişta xwe û bi wan re li hev kir pêlan ew gihand rexa çemî.

Êdî dikarî ber bi çinarê bimeşe…

Wî xwest piçekî bêhna xwe veke, xwe berda ser mêrga li rexa çemî û caven xwe neqandin.

Mîrî dit ko dîsa ew hatiye qesra xwe lê ji serî heta binî şil bûye. Dema mîrî dît ko ew dîsa li qesra xwe ye kir ji keyfan bifirre.( ew kesê bi şilbûna pêyên xwe dinya hêjandî vê care jê re ne xem bû ko şilovil bûye. )

Mîr bi pêşdetir çû wî wêneyekê dî jî dît, li wêneyî jineka kiras û fîstanê kurdistanî wergittîn li ber zilamekê çek û rext li xwe kirîn û cilikên kurdistanî li xwe kirî dît. Di nêvbera herduyan de keçikeka biçûk hebû ko sere xwe ber bi jor ve rakiribû û li wê jinikê û wî mêrê diaxive dinerî.

Mîr tirsiya ko dîsa bikeve di çîroka wêneyekê de, wî xwest berê xwe ji wêneyî ba bide û hin dît ew bûye keçikeka biçûk û li nêvbera jin û mêrekê cilikên kurdistanî li xwe kirî ye.

Mêrî ji jinikê re digot dijmin hatine taxên rexa bajarî divê hûn biçin mala birayê te, gundê wan li sere çiyayî ye û zehmet e dijmin bikare xwe bigihîne wê derê.

Zelamî dest avêt mîrê ko bûye keçeka biçûk û rakir hewa, jê re got:

– Delala min babê te dê biçe şerê dijminan dêya te çi bibêje ya wê bike, bila babo?

Keçik(mîr):

– Babo çira tu diçî şerî ?

Bab:

– Babo! Dijmin hatine ser welatê me, babê te dê biçe bibe pişikdarê berxwedanê.
Keç:

– Babo çira hûn jî êrîşî welatê wan nakin? Çira berxwedan? Heke hewe destûr nedaya wan ko bên welatê me, me dê ne berxwedan lê şer bikiriya.
Bab:
– Babo, dijmin hemi ne şerxwaz in me sere wan bikiriya miletiyên bêguneh dê bihatiyan kuştin?
Keç:
– Qey bêgunehên me nayên kuştin? Qey şer li welatê me be fîşekên me jî û yên dijminan jî ne li axa me dikevin?

Dengê fîşekan nêzîktir bûbû, dayikê bi lez û bez destên keçika xwe girt û dest bi beziyanê kir.

Keçik bi dijwarî li erdê ket dûmanek ji dora wê bilind bû.

Keçikê caven xwe girt û mîrî li qesra xwe çavên xwe vekir, xwîn ji difina mîrî dihat.
Mîrî berê xwe dayê ko wêneyên bi dîwarî ve rêz in û li dawiya rêzê ronahiyek dîyar bûye.

Mîrî çiraya xwe avêt û ber bi ronahiyê ve bezî.

Dema ew nêzîk bû wî dît ko ew ronahî ji deriyê wî yê derve tê.

Çû ber deriyê xwe, wî dît ko lehî û hezê qesra wî ya spî li ber xwe biribû hemî aliyên qesrê bi heriyê tejî bûbû. Hezê qesir heta ber kendaleka bilind xuşikandibû û qesra wî dê bi kendalê de biketiya.

Mîrî hizir kir ko divê ew ne li dûv qesra li ser kendalê bikeve û divê biçe bi ji-bermayîyên lehîyê mîrîtiya xwe ji nû ve ava bike.

Li bîra wî bû ko ew melevan e û xwe avêt avê…

Dengin ji dora wî dihat wî dengî digot kurê min kengê ta bigire ji ber xwe diaxive…

Murat Bayram -Kurdigeh.com

———————————–

وێنەیێن رەشێن قەسرا سپی

—–

میرێ میریتییەکا وەلاتەکێ بێناڤ، ژ نشکێ ژ خەوا خوەیا شرین ھشیار بوو.

ئاگرێ دیوانا وی ڤەنریبوو زوورنایۆکەکا رۆناھیێ ژی د قەسرا وی دە نەمابوو. رەششێ شەڤێ بوو. پێلێن سەرماھیێ جنیق دبر لاشێ وی.

میری ب سێ دەنگان بانگ کر وەزیرێ خوەیێ ملە راستێ، لێ کەسەک لێ دەرنەکەت… وی ب سێ دەنگان باکر وەزیرێ چەپێ، بانگ کر خولام و خادمێن قەسرێ، بانگ کر دەرگەڤان و خزمەتکاران… لێ بێبەرسڤ ما.

میری پێشیێ ھەول دا ب دەست-پەلانگی بزانە کا ئەو ل کوویە… ئەو ل سەر تەختێ میریتیا وەلاتێ خوە بوو. وی دەستێن خوە ھۆ باش ل سەر تەختی گەراند و ژێ پشتراست بوو ئەو تەختێ وییە.

نەخشێن زێرینێن ل سەر تەختێ میری ھەر دەم ئەو شاد دکر لێ ئەو زێر ئەو قاسێ جەمدی بوون کۆ دەستێ میری قەفلاند و وی دەستێن خوە ب پاش ڤە کێشا..

میر ژ تەختێ خوە پەیار بوو، پێ میری کەت د نێڤ ئاڤێ دە، میری ژ ھەرس و ئاجزیان قێرەک وەلێ دا کۆ وی گۆت قەی ئەرد و ئاسیمان لێ ھێژیا، ب سەر سەرمایی و تاریتییێ رە پێیێن وی شل بووبوون…

رھ-سپییێ دیوانا وی ھات بیرا وی کۆ رھ-سپییی ھەر دەم دگۆت وی ‘عھەتا چرایا دلێ تە نەڤەمرە دنیا دێ ل تە تاری نەبەعع.

ھات بیرا میری رھ-سپییێ دیوانا وی ل شەڤ و رۆژان ل ئۆدەیا خوەیا پشتێ ل بەر رۆناھیا چرایێ دخوەند و وی گەلەک جاران ب کەیفخوەشی ژ رھ-سپییی رە دگۆت ما تو دێ ب خوەندنێ خوە بکوژی ھە!

میری گۆت خوەزی رھ-سپییێ دیوانا میریتیا من ل نک من بوویا، ب ھێڤییەکا نیڤ شکەستی ب دەنگێ شەپشەپا پێیێن خوەیێن ل نێڤ ئاڤێ دکەڤە بەر ب ئۆدەیا پشتێ ڤە چوو.

وی دھینا بیرا خوە دڤە پشتی کیژک دیواری ب کیژک ملی ڤە بزڤرە. ل گۆر قناەتا وی ل سەر رێیا راست بوو.

دەما نێزیکی ئۆدەیا رھ-سپییی بوو ژ دوور ڤە دیت کۆ پێلێن رۆناھیێ ژ دەریێ وییێ نیڤ ڤەکری دەستێن خوە وەک دەستمالا سەرگۆڤەندیکێشەکی دھێژاند.

ھێڤیێن میری گەش بوون ژ بەر بەزا وی تپیسکێن ئاڤا ژ پێیێن وی دچوون شەرپ-و-شەرپ ژ دیواران دھینا.

دەما میر گھا دەڤێ دەرییی وی دیت کۆ چرا وەک ھەر دەمی ب پێتەکا مەلوول ل سەر ماسەیێ رھ-سپییی بوو لێ خوەدانێ چرایێ نە ل وان دەران بوو.

میری چرا بر و کەت سەر رێیا دەرکەتنا ژ قەسرا سپی…

وی ب دیوارێ قەسرا خوە ڤە ھندەک وێنە دیتن کۆ وی ژ پێشیا ھنگە ت جاران نەدیتبوون.

وێنەیێ پێشیێ وێنەیێ چنارەکا ب ھەیبەت و دەلال بوو.

چنارێ قەدیمی و ھەیبەتا مالباتا وییا رایێن کوور ل میریتیا وان بەلاڤ کری ھینا بیرا وی.

ئاڤەکا بپێل و بۆش ل رەخا وێ چنارێ رە دھەرکی.

میری بەرێ خوە دا قورمێن ستوورێن چنارێ، وی ھن دیت ب رایێن چنارێیێن داھەلکین د ئاڤێ دە تشتەک خوە ڤەداڤێژە!

میری چرا نێزیکترێ رایێن چنارێ کر.

زارۆکەک ب رایێ چنارێ ڤە بوو!

میری باش دێنا خوە دا سەر وی زارۆکی.

میر ھن پێ ھەسیا کۆ ئەو بوو زارۆکەک و وی خوە ب رایێن چنارەکێ ڤە ھچ گرتیە. پێلێن ئاڤێ بێوژدان و بێرەھم خوە ل دەڤ و لێڤێن وی ددا. دەستێن وی ژ رایان سست بوو. ترسا ژ مرنێ ژ سەرە نەینووکا وی ھەتا پرتکا سەرە وی ئەو گرت و نەبەردا.

دلێ وی دکر ژ رکا سنگە وی بفڕە، دەنگێ قچەقچێ ژ رایێ چنارێ ژی ھات. ئەو نۆقی ئاڤێ دبوو و دەما دەردکەت ب ھەمی ھەیل و تاقەتا خوە نەفەسەک دھلکێشا.

بایا کۆ پێل ل ئاڤێ ددا چنار ژی دھێژاند. میری ھەست کر ئەو نەفەسێن وییێن پاشیێ نە.

ب دەنگێ چەڕقینیێ رایێ چنارێ،یێ کۆ وی خوە پێ ڤە گرتبوو شەلپی. ئەو بن-ئاڤ بوو ھەر کۆ وی خوە ڤەداڤێت پرتر بناڤ دبوو و دیت کۆ رۆناھیا سەر-ئاڤێ ژ وی دوور کەت.

وی دێ ئەو رھێ شرین تەسلیمی خوەدانێ رھی بکریا و پێیێن وی گھان بنێ ئاڤێ.

میری ژ ترسان، ژ کەربان و ب ھەم تاقەتا خوە پێیێن خوە ل بنێ ئاڤێ دا. وی دیت کۆ رۆناھیا وەک پەردەیەکا سپی ژ ژۆر ڤە دخوەیی مەزن دبە و ئەو سەر-ئاڤ دبە.

ئەو سەر-ئاڤ بوو و پشتی ئەو سەر-ئاڤ بوویی وی دەست و پێیێن خوە ڤەھێژاندن و نوو ھات بیرا وی ژ خوە ئەو مەلەڤان بوو!

وی مەلەڤانی دزانی!

وی دیسا پێل دان بەدەنا خوە و ھەول دا خوە بگھینە چنارا ل بەر دلێ وی پیرۆز لێ پێلان ئەو ب پاش دە دبر…

وی پێل دان پشتا خوە و فێم کر جارنان ژێ-ب-دوورکەتن رێیا ھەبوونێیە و تەکانە رێیا لێ-ڤەگەرێیە.

دەما میری پێلێن ئاڤێ دان پشتا خوە و ب وان رە ل ھەڤ کر پێلان ئەو گھاند رەخا چەمی.

ئێدی دکاری بەر ب چنارێ بمەشە…

وی خوەست پچەکی بێھنا خوە ڤەکە، خوە بەردا سەر مێرگا ل رەخا چەمی و جاڤەن خوە نەقاندن.

میری دت کۆ دیسا ئەو ھاتیە قەسرا خوە لێ ژ سەری ھەتا بنی شل بوویە. دەما میری دیت کۆ ئەو دیسا ل قەسرا خوەیە کر ژ کەیفان بفڕە.( ئەو کەسێ ب شلبوونا پێیێن خوە دنیا ھێژاندی ڤێ جارە ژێ رە نە خەم بوو کۆ شلۆڤل بوویە. )

میر ب پێشدەتر چوو وی وێنەیەکێ دی ژی دیت، ل وێنەیی ژنەکا کراس و فیستانێ کوردستانی وەرگتتین ل بەر زلامەکێ چەک و رەخت ل خوە کرین و جلکێن کوردستانی ل خوە کری دیت. د نێڤبەرا ھەردویان دە کەچکەکا بچووک ھەبوو کۆ سەرە خوە بەر ب ژۆر ڤە راکربوو و ل وێ ژنکێ و وی مێرێ داخڤە دنەری.

میر ترسیا کۆ دیسا بکەڤە د چیرۆکا وێنەیەکێ دە، وی خوەست بەرێ خوە ژ وێنەیی با بدە و ھن دیت ئەو بوویە کەچکەکا بچووک و ل نێڤبەرا ژن و مێرەکێ جلکێن کوردستانی ل خوە کرییە.

مێری ژ ژنکێ رە دگۆت دژمن ھاتنە تاخێن رەخا باژاری دڤێ ھوون بچن مالا برایێ تە، گوندێ وان ل سەرە چیایییە و زەھمەتە دژمن بکارە خوە بگھینە وێ دەرێ.

زەلامی دەست ئاڤێت میرێ کۆ بوویە کەچەکا بچووک و راکر ھەوا، ژێ رە گۆت:

– دەلالا من بابێ تە دێ بچە شەرێ دژمنان دێیا تە چ ببێژەیا وێ بکە، بلا بابۆ؟

کەچک(میر):

– بابۆ چرا تو دچی شەری ؟

باب:

– بابۆ! دژمن ھاتنە سەر وەلاتێ مە، بابێ تە دێ بچە ببە پشکدارێ بەرخوەدانێ.
کەچ:

– بابۆ چرا ھوون ژی ئێریشی وەلاتێ وان ناکن؟ چرا بەرخوەدان؟ ھەکە ھەوە دەستوور نەدایا وان کۆ بێن وەلاتێ مە، مە دێ نە بەرخوەدان لێ شەر بکریا.
باب:
– بابۆ، دژمن ھەم نە شەرخوازن مە سەرە وان بکریا ملەتیێن بێگونەھ دێ بھاتیان کوشتن؟
کەچ:
– قەی بێگونەھێن مە نایێن کوشتن؟ قەی شەر ل وەلاتێ مە بە فیشەکێن مە ژی ویێن دژمنان ژی نە ل ئاخا مە دکەڤن؟

دەنگێ فیشەکان نێزیکتر بووبوو، دایکێ ب لەز و بەز دەستێن کەچکا خوە گرت و دەست ب بەزیانێ کر.

کەچک ب دژواری ل ئەردێ کەت دوومانەک ژ دۆرا وێ بلند بوو.

کەچکێ جاڤەن خوە گرت و میری ل قەسرا خوە چاڤێن خوە ڤەکر، خوین ژ دفنا میری دھات.
میری بەرێ خوە دایێ کۆ وێنەیێن ب دیواری ڤە رێزن و ل داویا رێزێ رۆناھیەک دییار بوویە.

میری چرایا خوە ئاڤێت و بەر ب رۆناھیێ ڤە بەزی.

دەما ئەو نێزیک بوو وی دیت کۆ ئەو رۆناھی ژ دەریێ وییێ دەرڤە تێ.

چوو بەر دەریێ خوە، وی دیت کۆ لەھی و ھەزێ قەسرا وییا سپی ل بەر خوە بربوو ھەمی ئالیێن قەسرێ ب ھەریێ تەژی بووبوو. ھەزێ قەسر ھەتا بەر کەندالەکا بلند خوشکاندبوو و قەسرا وی دێ ب کەندالێ دە بکەتیا.

میری ھزر کر کۆ دڤێ ئەو نە ل دووڤ قەسرا ل سەر کەندالێ بکەڤە و بچە ب ژ-بەرمایییێن لەھییێ میریتیا خوە ژ نوو ڤە ئاڤا بکە.

ل بیرا وی بوو کۆ ئەو مەلەڤانە و خوە ئاڤێت ئاڤێ…

دەنگن ژ دۆرا وی دھات وی دەنگی دگۆت کورێ من کەنگێ تا بگرە ژ بەر خوە داخڤە…

—–

::.. مورات بایرام ..::

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply