Wêneyek Ji Evîna Rojên Kevin

Her ku rûpelek dinivîsndin, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Çendî hewil dida xwe ji bavê xwe rizgar bike, pêre dernediket.. Her ku li kalemêrekî guhdarî dikir, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; problem û serpêhatî hatibûn serî.. Her ku ji Qamişlokê an cihên din vedigeriya malê, çîroka çûna xwe ji pîrka xwe Nûra Keye re digot û xwêdan pê diket.. Piştî ku Nûrê çû rehmetê, ew çîrokên çûna xwe ji diya wî re digot.. Wî jî, di wê zaroktiyê de li bavê xwe gudarî dikir û pê re ma bû.. Ji wê hingê ve wêneyê bavê wî li ber çavên wî ye û gotinên bavê wî di qula guhên wî de bi zingezing in..

Kesî di wê mala wî de hez Lenîn, Stalîn û Xalid Begdaş ne dikir.. Hez Mela Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Hin xortên malê divîbûn bibin Pêşmerge û digotin; ji bedêla ku em li ser vî sînorê di bavbera Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantire û dixwaze di malka xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?!

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply