Welato!
Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike!
Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..!
Li min bibore Welato!
Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin..
Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin..
Dil, di nav xaka Binxetê û Beriya Mêrdînê de perçe-perçe bûye..
Welato!
Qenc dizanim tu ne kurkekî li xwekirinê ye ne jî, hozek pesnandinê ye.
Tu her tiştî; tu qedera minî û ez qedera te me..
Welato!
Tu pîvan û terazoyî..
Tu welatîyên çê û ne çê ji hev cuda dikî..
Pîvana welatiyên te bi hezkirina te ye..
Welato! Kes nikare hêza te nas bike û bigihêje dawiyê..
Ew hêza ku di ziman û çiyayên te de kom bûye..
Di binax û seraxa te de veşartiye, di çem û cobarên te de diherike û di mêraniya xelkên te de xuya ye..
Welato!
Ziman nayêne dizîn..
Kes nikare zimanê welatîyên te bidize, ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin, pê biaxifin û binivîsin..
Lê ku bi zimanê biyanîyan axifîn, nivîsandin û xwe qurakirin, wê hingê Welato; ne welatîyên te xwedî şaristanîne, ne jî zimanê te zimanekî bingihîne..
Zimanê xelkê nabe zimanê me..
Hebûna gelan di hebûna zimanê wan de ye Welato!
Konê Reş
Qamişlo
17/10/2019