Welat Tu Kî Yî ?!

Di zaroktîya min de qala te dikirin

Dihat gotin ku “Welat, Welat…”

Nizanîbûm ku welat çi ye?

Di gûherîna e’mir, derbasbûna bi salan şûn ve,

Di bê welatîyê! de,

Wexta xwendina mektebê bi zimanê xerîb û biyaniyê de li xwe haybûm.

Ez kî me?

Û çi kes im?…

Ez li te gerîyam û digerim…

Ey welat tu li ku yî?

Dewsa te li ku ye?

Tu ji min dûr î yan ez,

Tu çima wenda yî? Ji min dûr î?

Bêbextî kî li te dike, ma qay ez im,

Bibêje kî xayîn e, kê bêbextî li te dike,

Ma kî ber bi te ve nayê, li te xwedî dernayê,

Qey çemên Dîcle û Ferat ji te re ne bes e ey welat.

Ey welat! Ji hebûna te re ez heme,

Ji hebûna te re ez bi umêd im û ez heme,

Welat tu çi yî. Tu kî yî?

Ez dizanim ku tu ji min dûr nîn î,

Min û zarokê xwe temaşe dikî, li bendê yî.

Tu parêziya gel dikî, bi yextîyarîya xwe,

Ku va gela ne mirîye jî, bi hebûna teye.

Ma ez tim tim dê welatê xwe de bê welatbim.

Were zû were ez xwe bavêjim bextê te û hemêza te,

Hemêza te wek hemêza dayîka ye,

Tu nayê jî deng bide! deng bide!

Ku em ber bi dengê teve werin.

Êdî ez, em û gel ber bi te ve tên

Tu jî gavek were, ne xeyid e,

Bi destê min bigre,

Kur û zarok digrîn, de zû were,

Ku ez, em û gel hebin û tu jî heyî,

Em gel in, ku gel hebe tu jî heyî.

 

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply