Welat Çi ye ?

Welat ew axa ku Mirov ser hatiye dinê û ser jiyana xwe didomîne wek Çeçenîstanê, Erebistanê, Tirkmenistanê, Kurdistanê, Hîndîstanê û Çînê …

Bele ew axa ku mirov ser dijî dibe welatê wî. Lê belê çima me gote Kurdîstan, Çeçenîstan, Tirkmenîstan û hwd. ?

Xwedê Teâlâ mirov ji hemî mexluqan qimetir xuliqandîye. Ev mirovên qimetdar xwedî aqile, bi vî aqilî xwe dikare bifikire û heqîqetê bibîne.

Bavê me mirovê ‘ewil hatî xuliqandin Hz. Adem (as) dema bi gotinê Îblisê leî’n hat xwapandin Xwedê Teâlâ ji wî bihûşta xwe derxist û çekir ser axa cihanê. Xwedê Teâlâ ji zurrîyeta Hz. Adem (as) mirov zêdekir û ew ji dinyayê belav bûn . Mirovan ji Hz.Adem (as) de birge heta Hz.Nuh (as) ser ax a dinê sonda xwe çend cara jibîrkirin û Xwedê Teâlâ ji wan re  pêxember şandin.

Dema ku dîsa mirov ji rê derketin Xwedê Teâlâ Hz.Nuh (as) ji bo pêxember û de’weta bawerîya heq şand, lêbelê ji mirovan zehf kesan ve de’wete qebul nekir. Qewmê Hz.Nuh (as) bu ehlê helakê. Hz.Nuh keştîyekî mezin çêkir. Hz.Nuh (as) û malbata xwe û ji ehlê dinê cuda cuda keştîye siwarbûn. Tufanek mezin rabû ji xeynî yên keştiyê siwar bûn tev fetişin/mirin. Piştî erd ji avê xilas bu çawa Xwedê Teâlâ di Qur’an’e de dibeje : ” Hate gotin: Hey erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya ezmano! Tu jî vekişe. Av kêm bû û çikiya, ferman bi cih hat, keştî jî ser Cûdî rawestiya û hate gotin: Bila dûrbûna ji dilovaniya Xweda ji civata zalim re be! “(1) keştî jî ser Cûdî sekinî. Zorakên Hz.Nuh (as) hin man dura Cudî hin jî dine belav bûn. Xwedê Teâlâ di Qur’an’e de dibeje : ” Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandine û me hûn kirine qewm û qebile de ku hûn ( maf û hiqûqê ) hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê yê herî birûmet ew ê ku bi pêkanîna heq û mafan bihtir diparêze. “(2) Çawa vê ayetê de Xwedê Teâlâ dibêje ji zarokên Hz.Nuh (as) eşîret û qewm çêbin. Ew mirovên hene dûra zimanekî digêhîşin hev û dibin netewek. Ev ax a ku netew ser dijî dibe welatê wî netewî. Ji bervê ji ew ax a ku Kurd ser dijîne me got welatê Kurda ye û me navê wê jî Kurdistan daynî. Ew ax a kû ‘Ereb ser dijine me got welatê ‘Ereba û me navê wî welatî jî ‘Erebîstan deynî. Welatên din jî wihanin. Belê welatê Kurdekî Kurdîstan e, Çeçenekî Çeçenistan e…

Bila ev rastiya holê da be. Lê belê em mirovek misilman bawerî yekitiya Xwedê Teâlâ û Resulê Wî ( eleyhi essalat û selâm ) anî li gor wî fehma welat divê çawa be? Dema Resulullah ( eleyhi essalat û selâm ) ji Mekkeyê koçkir Yesribê zivirî û ji bo Mekkeyê gote: ” Hey Mekke! Sond bi navê Xwedê be bal Xwedê ser ax a dinê ji her derî xêrtir tû yî. Sond bi navê Xwedê heger ez ji bo derketina nehatiba mecburkirin, ez dernaketim. “ Vî bajarê Mekke de Resulullah ( eleyhi essalat û selâm ) Xwedê dabu û ev bajar bibu welatê wiye şirin û herkesî jê hez dikir lê belê ji ber banga Îslamê bilind nedibiya û mislimana ne dikariya ji ber zilma kafiran Mekke de îbadet bikiran û koçe Yesribê kirin. Em misilman bivê jiyana xwe gorî Muhammed ( eleyhi essalat û selâm ) û hevalên wî saz bikin. Divê misilman cavekî wele darî bikin ku kijan welatî banga Îslamê ser bilind dibe wek welatê xwe jê hez bike. Lewra tev misilmana birane. Ji bo biratiyê Ellah (cc) di Qur’an’ê de dibêje ” Bi rastî mu’mîn ji hevre bes bira ne… “(4). Ey birayê min misilman pexemberê me ( eleyhi essalat û selâm) gotiye: ” Heta yekî ji we, tiştekî ku ji bo xwe dixwaze ji bo birayên xwe jî nexwaze ji dil bawerî ne anîye”(5) Em dema ku behsa Qur’an û Hedise Resulullah ( eleyhi essalat û selâm )dikin divê tu çawa ji welatê xwe û gelê xwe re serfirazî û azadî dixwazî, divê tu wiha jî welatê birayen xwe re û gelê wî re jî serfirazî û azadî bixwazî. Heger tu çawa ji xwe re dixwazî tu ji bo birayên xwe ji bixwazî evê bibe biratiya Xelil û Îbrahim. Kengê ji em biratiya Xelil û Îbrahîm navbeyna xwedê inşa bikin em ê hinga ummeta Muhammed (eleyhi essalat û selâm ) hemî bihevre serfîraz bibin. Kêmasî ji min xêr tev ji Xwedê teâlâ ne . Xwedê Teâlâ gele ummeta Muhammed (eleyhi essalat û selâm ) ji ber zilma kafiran û fitne ya wan bipareze .

Amîn

Çavkanî:

1.Sûreyê Hûd / 44

2.Sûreyê Hucurat /13

3.(Hedisa behsa koçkirina pexemberê me (sas ) bale xera xwe sise (3) binivsin. Ji İbn-i Hibban hatiye rivayet kirin

4.Hucurat / 10

5.Ji Sehihe Bûxwarî û ji Sehihe Mûslim hatiye rivayet kirin .

Nîşe: Mealê ayeta ji “Wergera Maneya Qur’ana Pîroz Ser Zimanê Kurdî ” hatîye standin . Werger: M. Huseyn Êsî, M. Se’îd Girdarî , M. Muhemmed Bêrkevanî

 

Abdullah Aksu

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply