WÊJE Û ZIMAN

Edebiyat/wêje wek her tiştên însanî, berhemeke mirovahiyê ye û hîmê xwe ji jiyanê digre. Berhemên edebî jîndar in, ji nav jiyana însanan û ji xeyalên mirovan tên afirandin.

 

Edebiyat, anku lîteratur hunera nivîsînê ye. Dîtin, raman, hest û îmgeyên ku bi gotin û nivîsînê tê qalkirinê. Zanîstiya hunera hunermendî û afirandinê ye. Estetîka-bedewiya, rindiya armanca ramanê ye.

 

Berê lîteratura devkî xurt bû. Lê niha, di dema me de lîteratura nivîskî xurt e, pêşketî ye. Edebiyat dayika gelek babetên hunerî ye. Yên ku hunera tiyatro, fîlm û muzîkê pêk tînin ji lîteraturê feyde dibînin. Ham madeya lîteraturê ziman e. Ji bo vê divê teknîka zimên di edebiyatê de baş bê karanîn. Edebiyatvan divê hunera zimên baş pêk bîne.

 

Edebiyat zanîstiye, ew şaxekê hunerê ye. Malzemeyê edebiyatê ziman e. Edebiyat bi haceta zimên dibe huner. Çawan ku haceta muzîkê deng e, yên wêneyê reng e û xêzik e, yê peykerê kevir û tunç e. Û çawan ku vana hemû şaxên hunerê ne, edebiyat jî weha şaxekê hunerê ye.

 

Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye.

 

Di edebiyatê de ziman bingeh e; ziman nebe edebiyat nabe. Lê, dewlemendiya zimên jî bi têkiliyên bi edebiyatê ve girêdayî ye. Bi karanîna zimanê edebî, ew ziman hîn pêş dikeve, bi goşt û xwîn dibe, bi ruh û can dibe, jîndar dibe. Pêş ve diçe.

 

Berhemên edebî li gor zimanê xwe tê binav kirin. Nivîskarekî kokkurd heger bi zimanekî din –bi tirkî, arebî, farisî, almanî, îngilîzî û hwd. – binivîse, ew berhema wî / wê nabe aîdê edebiyata kurdî.

 

Berhemên nivîskarên kokkurd yên bi zimanên din ji hêla naveroka xwe ve li ser kurdan be jî, dîsa jî ew berhem nabe aîdê edebiyata kurdî. Nivîskarê kokkurd Metîn Aktaş li ser keçeka kurd –Dîjle yê -, Yilmaz Odabaşî li ser keça kurd Ferîde’yê bi tirkî binivîse berhemên wan nabe aîdê edebiyata kurdî. Lêbelê nivîskarekî kokkurd li ser keça kurd Perwînê bi kurdî binivîse, ew dibe aîdê edebiyata kurdî.

 

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply