Pençşem , Sermawez 15 2018
Home / Forum / Ramanên We / Wêje û Dîrok

Wêje û Dîrok

Nivîseke nû ya mamoste Kamran Simo Hedili fermo bixwînim û parve bikin.

Wêje û dîrok

Ji destpêka mirovahiyê heta berî çend sedsalên dawî, wêje û dîrok bi hev re pêş diketin. Bi pêşketina mirovahiyê re ji hev cuda bûn. Serdema pêşî mirovan hemû tiştên xwe bi awayê destanî digotin û dikirin dîrok. Bi riya stran û helbestê ji nifşekî derbasî nifşê din dikirin.

Lê mîna serdema îro wêjevan bi gotina bûyeran re gelek tiştên din jî digotin û lê zêde dikirin.

Wêjevan li ser qeraxa rastiyê dijîn. Ne girîng e ku ew di rastgotinê û rastnivîsê de pispor bin. Ew di xewn û xeyalan de, ango di derewên xweşik de pispor in. Wêjevanên serkeftî, rastiyê jî dikin derew û piştre pêşkêş dikin. Ango ew tiştên rast bi derewên xweşkirî dibêjin.

Ew bi giranî bûyerên di roja xwe de, bi awayekî ciwankarî wêne dikin. Bi wêneyên xwe re wêneyên gelek tiştên din jî nîgar dikin û wisa dibêjin. Carnan asîman û zemînê digehênin hev û carnan hin lêhengiyên berî hezar salan weke ku di roja wan de bûyî nîşan didin. Ne tenê bûyerên dema xwe dibêjin û dinivîsin. Bi bûyeran re xeyal, pêhesîn, hest û ramanên xwe jî dibêjin û dinivîsin. Nivîsa xeyal, pêhesîn û hest tê de hebin, nabe peyitandina (îspatkirina) dîrokê. Bi tenê dikare ji dîroknivîsan re hin tiştan işaret bike. Rastî nivîsandin ne karê wêjevana ye, ew karê dîroknasa ye.

Mînak helbestvanê Îranî Firdewsî, di destana xwe ya navdar a bi navê Şahname de, gelek leheng û şahên ku Îran birêve birine işaret kirine. Lê heta roja me hê jî gelek ji wan kesan ne hatine peyitandin kirin. Lewra hebûna gelek ji wan kesan, encamên xeyalên Firdewsî bi xwe ne.

Bi vê re jî di hemû pêşketina zanîna dîrokê de, rola rê nîşandana wêjevanan heye û nayê înkarkirin. Heta vê gavê tiştên ku ji kevnedîrokê ketine destên me, çi nivîskî bin, çi bi devkî bin bi riya wêje gehiştine me. Em van peyvên zêrîn bi xêra wêjevanan nas dikin, dixwînin û dibêjin.

Mirovan bi riya peyvên xweşikkirî dîroka xwe pêşî bi awayê stran û destanan gotin. Ev stran û destan ku bi devkî dihatine gotin bi destên helbestvanan piştre hatine nivîsandin. Her yek ji van berheman bûne xezîneyên bêhempa ji bo naskirina dîroka mirovahiyê. Heta vê gavê helbesta ku bi destketî a herî kevn, destana ji berî niha 4000 salî, bi zimanê Sumerî, li ser jiyana Gilgamêş (dilgamêş, cilgamêş) hatiye nivîsandin e. Pêşî bi devkî 3000 an 4000 salî hatiye gotin û piştre tê nivîsandin.

Ji bilî vê destanê, çi nivîsên ku hatine dîtin, çi qanunî bin, çi olî bin û çi yên di warê mijarên din de bin, hemû mîna helbestê hatine nivîsandin. Ev nivîsên kevn yên ku pesinên xwedayan û lehengan didin, gernasî û serkeftinan dibêjin, hemû bi zimanê stran û destanî hatine gotin.

Awayên pîrozbahiyan, çîrok, loriyên li ser miriyan, gotinên pêşiyan, fêrkirina şagirdên dibistanan, bi kurtî hemû tiştên gotin û fêrkirinê bi formê helbestê hatine nivîsandin.

Di hemû nivîsên kevn de, em dibînin ku helbestvanan weke dîroknivîsan bûyerên çaxên xwe nivîsîne. Lê weke feylezofan raman, xeyal, hest û armanca xwe jî bi bûyerê re anîne ziman. Ji ber wê dîroknas li ser her gotinên ku di destana Gilgamêş û nivîsên din yên di derbarê jiyana Sumeriyan de disekinin û lêkolînê dikin. Sumeriyan bi gotina rastiyê re felsefa xwe ya jiyanê, dîn û Xwedayên di jiyana rojane de bi mirovan re dijiyan gotine. Xwedayên wan yên wê serdemê yên ku civat û dewlet birêve dibirin nîşanî me dikin. Bi van fantaziyên xwe re gelek bûyerên rast jî gotine û berê dîroknasan dane ser lêgerîna dîroka kevnar.

Dîsa berî zayîna Îsa, Homeros, destanên xwe yên bi navê “Îlyada û Odysiya” bi hestên xwe yên germ û bi zanîna li hevanîna herika zimanê helbestê û xeyalên xwe gotine. Ev hest û hostetiya ku pêhatî nivîsandin mirov îro jî dibe nav şerê Troya yê berî niha bi 3400 salan. Ji ber ku bi zimanê helbestê hatine nivîsandin, bandora xwe heta roja me anîn e. Lê dîroknas hê jî li ser nîjada gelê ku ji bona troya şer dikirin û ew diparistin, negehiştine zanîneke rastî.

Mînakek dîn jî ew e, îro li ser dîwarê Yekîtiya Netewan, peymana aştiya ku berî niha bi 3500 salan di navbera Hatî (Hîttî) û Misriyan de hatî mohr kirine. Ev peyman bi xwe jî bi formê helbestê hatiye nivîsandin.

Bi kurtî mirov dikare ji van nivîsan re bêje, işaretên rastiya dîrokê ne. Ew bûyer bûne, lê di rastiya xwe de ne wekî ku wêjevanan gotî bûn.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir