Wehşet- (Xutbe)- Mele Cewadê Girdarî

مِنْ أَجْلِ ذَلِكَ كَتَبْنَا عَلَى بَنِي إِسْرَائِيلَ أَنَّهُ مَنْ قَتَلَ نَفْسًا بِغَيْرِ نَفْسٍ أَوْ فَسَادٍ فِي الْأَرْضِ فَكَأَنَّمَا قَتَلَ النَّاسَ جَمِيعًا وَمَنْ أَحْيَاهَا فَكَأَنَّمَا أَحْيَا النَّاسَ جَمِيعًا وَلَقَدْ جَاءَتْهُمْ رُسُلُنَا بِالْبَيِّنَاتِ ثُمَّ إِنَّ كَثِيرًا مِنْهُمْ بَعْدَ ذَلِكَ فِي الْأَرْضِ لَمُسْرِفُونَ (32)

Misilmanên birûmet!

Ev demek dirêj e ku dînê Îslamê li ser ekranê televîzyonan bi serjêkirina însanan, dagirkirina welatan û destavêtina namûsê tên bîranîn.
Ew gelên qedîm ên ku li ser axa xwe ne, axa wan tê dagirkirin welatê wan tê talankirin, ji welatê xwe tên koçberkirin û li hember her cureyê zilmê re rû bi rû dimînin Mixabin, ev wehşet û qetlîamên tên kirin jî di bin navê dîn de tên kirin. Ji bo vê yekê peywira mezin dikeve li ser milê dîndaran. Piştî ku pêxemberê Xwedê wefat kir pê de û heta roja me ya îro hinek kesan dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û ev jî bû sedemê aloziya di nav misilmanan de.
Misilmanên birûmet!

Ji bo ku ez bala we bidim ser vê mijarê, dixwazim ku çend ji ayetên Qurana pîroz bi we re parve bikim. Xwedê Teala di sûreyê Maîde ayeta 32yemîn de wiha dîbêje: “Çi kesê mirovekî bikuje ku wî kesî  ne kuştin kiribe ne jî di rûyê erdê de fesadî (kiribe) her wekî ku temamê însanan kuştibe û çi kesê bibe sedemê xilasiya însanekî her wekî ku însan tev xilas kiribin.” Di sûreyê Beqere ayeta 190emîn de wiha dibêje: “Di riya Xwedê de, li hember wan kesên ku bi we re şer dikin, hûn jî şer bikin û zilmê nekin! Bi rastî Xwedê ji zaliman hez nake.” Di sûreyê Fatir ayeta 5emîn de wiha dibêje: “Gelî mirovan! Bêguman peymana Xwedê heq e, bila jiyana dinyayê we nexapîne!” Ew kesên ku ayetên Qurana pîroz bi serê riman ve dikirin ji bo ku mirovan bixapînin, îro jî di bin navê cîhadê de, kelîmeya Tewhîdê û muhra pêxember ji xwe re kirine beyraq da ku welatan dagir bikin. Ew kesên ku bi navê Xwedê vê wehşetê dikin wan bawerî û îman  bi Xwedê neaniye û li hember Xwedê û pêxemberê wî jî îlana şer kirine.
Misilmanên birûmet!
Ew kesên ku bibêjin em misilman in pêwîst e ku di her kar û barên xwe de, pêxemberê Xwedê ji xwe re bikin mînak. Lewre gava ku em li jiyana pêxemberê Xwedê dirênin em dibînin ku di şer û cengan de jî kuştina jin, zarok û extiyaran bi tundî heram kiriye.  Me bi wî Xwedayê ku şefqet û merhemeta wî bê sînor e îman aniye û em didin xuya kirin ku ev wehşeta di bin navê dîn de tê kirin em li dijî wê ne û vê wehşeta wan şermezar û lenet dikin.

 

Mele Cewadê Girdarî

ÇASNDNAME

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply