Wateya rojîyê çî ye? Girîngiya rojîyê çi ye?

Pêxemberê axirê zeman gotiye, wê gunehên wan mirovan paqij bibin ku bi dil û can ji pakîya rojîyê bawer dikin û ji bo riza Xwedê rojîya xwe digirin û xêra/bersiva wê jî ji Xwedê dixwazin.
Rojî şertek ji pênc şertên îslamê ye û ji dehê meha şebana piştî koça(hîcreta) Hz. Pêxember (sXl) û ji vir ve li ser me misilmanan ferz e.

Pêxemberê me (sXl) di jîyana xwe de neh rojan rojî girtîye. Di ayeta sed û heştê û sêyemîn (183.) de li ser ferzîyeta girtina rojîyê ferman heye lê belê di wir de behsa dem û şêweya girtina rojîyê nayê kirin. Di ayeta sed û heştê û çaremîn (184.) de ev mijar hinek zelaltir e û dibêje, divê rojî di rojên jimartî de bê girtin. Rojên jimartî yanê demeke dîyarkirî ye û ev jî meha remezanê ye. Di sed û heştê û çaremîn (184.) û di yên sed û heştê û pêncemîn (185.) ayetên sûreta Beqerê de wisa tê gotin:
Rojî, di rojên jimartî de ye…
…Kî ji we bigihîje vê mehê bila rojî bigire…
Xwedê di van ayetan de ferzîyeta rojîyê li ser misilmanan eşkere kiriye.
Ew ayetên ku behsa ferzîyeta rojîyê dikin jî ev in:
Sûreya Beqerê 183:
Gelî yên ku bawerî anîne! Rojîgirtin, çawa li ser umetên berîya hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatîye ferzkirin; da ku hûn (bi rojîgirtinê) xwe (ji ezaba Xwedê) biparêzin.
Sûreya Beqerê 184:

Li ser we hatîye ferzkirin ku hûn çend rojên bijimar rojî bigirin. Êdî kî ji we nexweş be yan jî rêwî be bila bi qasî rojên ku (di nexweşîyê û di rêwîtiyê de xwarîye) di rojên din de rojî bigire. Ew kesên ku (ji pîrîtî û ji nexweşîyê) nikarin rojî bigirin, divê ji ber her rojekê ve gerewê bidin; ku (ji ber her rojekê ve) xwarinê bide belengazekî. Êdî kî ku bi dilê xwe zêdetir bide vêca ew jê re qencî ye û eger hûn (digel zehmetîyan jî) rojî bigirin, êdî ew ji we re çêtir e. Eger hûn xwedî zanîn in (fêm bikin).

Rojî dibe wesîle ku mirov hay ji rewşa mirovên ketî hebin û hewl bidin ku alîkariya wan bikin. Bi vî awayî mirovên dewlemend bêhtir ji yên ketî û xizan fêm dikin û xwe dixin şûna wan û hewl didin ku alîkariya wan bikin.
Rojî evdan hînî sebrê jî dike. Mirov ji bo riza Xwedê hivde(hevdeh), heya carinan hijde (hejdeh) seetan sebir dikin û tiştek naxwin û venaxwin û xêra vê yekê jî ji Xwedê dixwazin.

Rojî û Tendûristî
Pispor dibêjin, girtina rojîyê ji alîyê tendirûstîyê ve gelekî bi feyde ye. Tenê ku carinan rojî dikeve havînê û ji kêmavîyê mirov zorî dikşînin û laş nerihet dibe lê belê ku mirov di fitarê de û paşîvê de ava xwe têr vexwe wê têra laş bike heya fitarîya din.
Ji wan çend heban me li jêr rêz kirine.
Ji aliyê zanistê ve jî hatîye îspatkirin ku mirovên qelew saya rojîyê ziîf dibin. Ew rûnên (yaxên) ku di laşê mirovan de berhev bûne saya rojîyê tev dihelin. Di dema rojîyê de hicrikên kezeba reş fersenda xwenûkirinê dibînin.
Saya rojîyê xwarina mirovan dikeve rêz û dengeyekê. Denge û rêza xwarinê, di serî ji alîyê mihilandinê ve û bi giştî jî ji aliyê tendûristîyê ve gelekî girîng e.
Dema rojîyê, laş jehrên di nava xwe de tev davêje.
Rojî erkên mejî zêde dike.
Mijarek heye ku her sal serê misilmanan tevlîhev dike û bi tu awayî zelal nabe. Ew jî mijara, “ka rojî bi çi xira dibe û bi çi nabe” ye. Ez ê li ser vê mijarê jî li jêr çend mînakan bidim.
Rojî bi çi dişkê û bi çi naşkê:
1) Ku mirov bi zanebûn bixwe û vexwe û dîsa bi zanebûn vereşe rojî dişkê. .
2) Ku mirov ji bîr bike û bixwe û vexwe û ji mirov xwîn bistînin rojî naşkê.
Li ser vê mijarê Pêxember (sXl) wisa gotiye: Kî dema bi rojî be ne ji hemdê xwe bixwe û vexwe, bila rojîya xwe temam bike, bila neşkîne. Ji ber ku Xwedê daye wî/ê kesî/ê. Ku rojîbûn kete bîra wî/ê jî bila yekcar tiştên di devê xwe de derxe û devê xwe bişo û dewama rojîyê bike. Piştî ku rojîbûna wî/ê kete bîra wî/ê û tiştek ji qirikê derbas bibe, wê demê rojî dişkê.
3) Heke ku mirov ne ji xweşê xwe vereşe rojî naşkê lê belê ku bi zanebûn mirov xwe vereşîne rojî dişkê.
4) Mirovên bi rojî derzîyên xwe piştî fitarê li xwe bidin çêtir e. Heke ku neçar bin bi rojî derzî li xwe bidin jî tiştek nabe. Rojîya wan bi serê xwe ye. Heke ku derzî yên xwarinê bin û yên vîtamînan bin, ji temaran xwîn bistînin û sirûm bin rojî dişkê. Paşê ev rojî divê eda bibe.
5) Heya ku av ji poz û ji dev derbas nebe serşûştin rojîyê naşkîne. Mirovên bi rojî dikarin serê xwe bişon lê belê divê hay ji xwe û avê hebin ku di dev de yan jî di poz de nekevê.
6) Mirovên ku nefesgiranî (astim) bi wan re hebin û ji ber vê yekê jî pifker (sprey) bikartînin, dikarin rojî negirin û fidye bidin. Piştî ku ew kes baş bibin girtina rojîya ku di nexweşîyê de negirtine, fidye dabin jî li ser wan ferz dibe û divê qeza bikin.
7) Rojî bi bêhnkirina gulavan(parfûman) û ya kolanyayan naşkê.
8) Mirovên rojî bi morfîn yan jî bê morfîn dikarin tedawîya diranên xwe bikin. Heke ku di nav vê tedawîyê de xwîn yan jî tiştekî din biqurçîne rojî dişkê.
9) Rojî ji firçekirina diranan naşkê lê belê ihtimal heye ku mecûn yan jî perçeyên ji miswakê biçe qirikê. Ji ber vê yekê jî berî paşîvê û piştî fitarê diranan firçe bikin çêtir e û bixêrtir e.
10) Ji ber ku di nava benîştan de medan hene û ihtimal heye ku bikeve qirikê rojî dişkê lê belê ku benîştên siruştî bin û di wan de medan tunebin rojîyê naşkînin. Dîsa jî cûtina van benîştan jî di rojîyê de kerih (mekrûh) e û ji bo ewlehîya rojîyê divê neyê kirin.
11) Mirov xwîn bidin rojîya wan naşkê.
12) Tiştên ku darijînin poz û çavan heke ku biçin difnê rojîyê dişkînin. Ji ber ku ji vir ew tişt derbasî qirikê dibin û ji wir jî derbasî mîdeyê dibin. Di rewşeke wisa de divê rojîyê xira nekin û dewama rojîyê bikin lê belê paşê di şûna wê rojê rojekê qeza bikin.

Misilmanan bi ayetan û bi hedîsan teşwîq kirine ku rojîyê bigirin. Pesnê rojîgiran dane û wekî perû jî soza xêr û dilovanî û riza Xwedê dane.
Rojî û Perwerdekirina (terbiyeya) Nefsê
Mirov îbadetên xwe yan di dem û di cihên dîyarkirî de dikin yan jî di dem û di derên ne dîyarkirî de dikin. Mînak, dem û cihê hecê eşkere ne lê belê yên diayan ne wisa ye. Mirov dikarin li her derê û di her demê de dia bikin û xwe bispêrin Xwedê.

Zikra ji bo Xwedê, bi qencîya ji bo dayik û bavan, rastî û durustî, xwe ji durxistina araq, xumar, dizî, kuştina mirovan û eroînê çêdibe.

Ji bo evd xwe ji her cure xirabîyan dûr bigirin rojî li ser wan hatîye ferzkirin. Rojî ne tenê birçîbûna zik e. Rojî girtin xwe ji her cure hal û rewş û tevgerên ne baş û qedexekirî dûr girtine. Rojî mirovan ji gunehan diparêze.
Pêxemberê me (sXl) jî gotîye ku dema hûn bi rojî bin xwe ji her cure xirabîyan dûr bigirin. Dibêje, ku yek bela xwe li we bide jî bêjin, ez bi rojî me.

Armanca rojîyê ew e ku mirovan ji her tiştên ne baş dûr bike û wan ji her alî ve paqij bike. Heke ku rojî ehleqê mirovan xweş neke, wan ji gotin û tevgerên xirab dûr neke, wan ji aliyê edebê ve neke mirovên baş, heke ku wan ji xwarina mafê mirovan dûr neke mirov dikare bêje ku ew rojî negihaştîye armanca xwe. Ji rojîyeke wisa pûç jî xêr nayê. Tenê dibe birçîbûn û tînbûna dinyayê.

Ji ber vê yekê jî divê mirovên rojîgir xwe ji derewan, ji şahidîyên ne rast, ji fitne û ji hîle û ji pîleyan, ji gotin û ji tevgerên xirab, ji xwarina heqê mirovan dûr bike ku rojîya wî/ê bigihîje armanca rast.
Ne tenê di meha remezanê de; divê mirov di sal donzdeh mehan de çavên xwe ji her cure dîmenên heram, guhên xwe ji her cure gotinên ne baş, pozê xwe ji her bêhna ne baş, lingên xwe ji her cure gavên qedexekirî, destên xwe ji her cure tiştên qedexekirî dûr bike. Misilman salê ne di mehekê de misilman in. Sal dozdeh meh misilman in û divê li gorî wê jî bijîn.

Xwedê rojî û teetên kurdên misilman qebûl bike û Xwedê di rêya xwe de gunehên me efû bike. Xwedê duayên me di rêya xwe de qebûl bike.
Hêvîdarim ku em sal dozdeh meh li ser rêya heq û rast bimeşin.

Silav û rêz
Şêx Zelala ji Fînê

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply