Wateya Bingeh a Peyva ”Bal, Ben û Bendê”

(Nivîs hinek dirêj e, lê sûdmend e, bi hêviya xwendinê)
Di Kurdiya Kurmancî de wateyeke pir fireh di peyva BAL, BEN û ya BENDê de heye.
Dema meriv li ser van sê peyvan radiweste, pirî ku wate kûr û hûr e, pir zehmet e ku meriv bigîje encamê.
BAL: Dema meriv lê disêwire, nihêrtina bi şaqizbûnê, kişandina mêşkê meriv bi aliyê xwe ve, herweha bilindahî û nirxên berz jê diyar dibin.
Bêjeyên ku ji tîpa B û L yê afirîne, ev e çend ji wan li jêrê ne:
Baldan/m. Lênihêrtineke bi çav û mejî li tiştekî.
Bale/m. Tiştên wek pakêt pêçayî. Bi hinek zimanê ewrûpî dibêjin PAL.
Balefir/m. Ew bûjena ku difire.
Balefirgeh/m. Meydana balafirê.
Balefirvan/m. Kesê/kesa ku di balafiran de kar dike.
Balgîv/n. Balîf, balgeh, balîş, balgî, balgog, baling.
Balîfmar/m. Fatfatok, fatik, fatmok, bûkemar, hûliskemar, dêlemar, makemar, şeqemar, marîcek, marmarok, marmaroşk, kimkime.
Balîlk/n. Goştê zêde wek pirzikan ku bi laşê mirovî ve çêdibe.
Balinde/m. Xwediyê çend û bast: Teyr, trûd.
Balîşne/n. Nazbalgîv ku nexş jî tê de hene û datînin ser balgîvan.
Balkêş/m. Helez, serinckêş, girîng, surdar, dênkêş, surkêş, guhdêrî.
Balkişandin/m. Çav lê zêdetir mejî dikişîne ser tiştekî.
Balo/m. Qet nebe, hema bi hindikî,
Balolk/m. Li hev hatiye pêçan û grover û dirêj bûye (Toraq di nava nanê sêlê de bike balolk û bixwo).
Balor/m. Tomar, merdane.
Balorkî/m. Gindirkirina serejêrkî.
Balşermek/m. Şebşebok, şevşevok.
Balûk/m. Balik, balike, balûr: pirzikên hişk di dest û laşê meriv de çêdibin. Hin caran jî di keviya binê çav de jî derdikevin.
Balxwegir/. Balxwegira Paşketî: (g) Du navên balxwegira pergaravêtî hene ku ”ok” û ”ik” di paşiya wan de tên. Weke: QûngulOK, qulqulOK, qaqilOK, hinarOK, axIK, nanIK, berdsûvIK.
Balyoz/. a) bayloz, elçî, sefîr. 2- zont, zonp, zop, mahol, mere, mirc, hors, giran, debûr, kuling, mezrebe, çakûçê mezin.
Balyozxane/m. Avahiya sefîr li welatên dereke ku nûnertiya dewleta xwe dike.
BEN: Dema meriv hirî, pembû, hevrîşim û tiştên wisa zirav badide, dibe BEN. Ji wî benî, pir tişt çêdibin.
Bêjeyên ku ji tîpa B û N yê afirîne, ev e çend ji wan li jêrê ne:
Baben/m. Giyayeke bi jehrî ye, ji bo kewandina birînan û bêhişmendiyê tê bikaranîn. Mirov bend dike.
Bend/m. a) Girêdana bi hevûdu ve, şerîd, qeytan, terîş, band. b) Nivîsar, meqale. c) Ji bo pêşîgirtinê avakirina dîwarekî, d) beşek ji nivîsê, e) sênc, perçîn, percan, perjîn, çît, çeper, kot, şûre.
Bendav/m. sikr, riya avê tê bednkirin û dibe gol, jê re avbend, birk, pindam, benda avê tê gotin.
Bende/m. Kole, benî, azeb, evd, qûl.
Bendebest/ Lihevrastkirin, birêkûpêk…
Bendege/m. Di aşê avê de perwaneya di binê berî (destar) de ku av lê dikeve û digerîne.
Bendek/m. Tiştên weke êzing, hej, qose yan jî cemik, li ser pişta ker, hêstir û axteyan li herdu du aliyên girêdidin û dengeya wan weke hev çêdibe.
Bendekarî/m. Berpirsyarî, wazife.
Bendeke/m. Bendek: Barê heywanan her aliyekî ku mîna hev giran e weke êzing û hwd.
Bendemanî/m. Li pawukê maye.
Bendêr/m. Li keviya deryayan devera ku keştî lê radiwestin û rêwî û bar digirin. Ji vê bêjeyê re bender jî tê gotin.
Bênder/m. Devera ku qewş lê tê gêlekirin; zad û ka ji êk cuda dibin.
Bender/m. Li keviya deryayê devera ku keştî/gemî lê disekinin.
Bendewar/m. a) Xas, b) Nêzîkatiya ji dilan ve, c) alîgir, hevalbend, pêgirtî, lagir, layangir, tagir, dilxwaz, pawukman, d) Evîndarê welatê xwe.
Bendî/m. Girtî, zîndanî.
Bendik (-): işareta kêmkirinê, a) giyayek e wek pincar tê xwarin (tûzik û bendik)
Bendîtî/m. partîzanî
Bendîxane/m. girtîxane,
Bendkirî/m. Hatiye girêdan, hatiye qedexekirin, hatiye dorpêçkirin.
Bênefs/m. dixwaze her tiştî bixwo, ji bo xwarinê çavtarî ye, şînezik. Ji bo vîn û xwarinê bê bend e.
Bênev/m. Bêgavî, mecbûr.
Beng/m. Kewn, rewş, şêt, mest.
Bengî/. Jihişçûyî (di evînê de) serxweş, a) Helbestvan, b) evîndar.
Benî/m. Şaran, rêzkirin, kole, bende, ezep, evd, qûl, xarûz, şaran. b) dara benî, dara benokê.
Benîdar/. Xwediyê/a kole.
Benik/m. Dara benişt
Benîr/n. Kesê ne azad.
Benîşt/n. Qajik, qanik.
Benîştok/m. sinober, reçîne.
BEND: Dema meriv pêşiya tiştekî, yan hawîdorê wî tiştî radide, ew tişt asê dibe û tiştekî din nikare xisar bidê. Ji vê re tê gotin ku ”hate bendkirin.”
Bêjeyên ku ji tîpa B, N û Dyê afirîne, ev e çend ji wan li jêrê ne:
Ban/n. Piştban, serban, darbend, çatî, arîk, esrex, sepîtk, qarçik, binban, b) Devera ku binî vala ye.
Banandin/m. a) Fêrkirina zarûk û sexlikan a mijandina li çiçik û guhanan. b) jin û mêr ên hev li hev dibanên. c) fêrkirin, lihevdûanîn
Bandef/m. Boran, pûk, bager, bahoz, bapêş, tehlî, firtone.
Bandêr/n. Makîneya ku rê rast dike û didewisîne.
Bandor/m. a) nîr, nifûz, şûp, eger, tesîn, herêm di binê bandora wî de ye: Kurd di binê bandora Tirkiye, Îran û Îraq û Sûriye de ye.
Bane/m. Penaber, mişextî, cîhil, cêlî, cîhiştî, derketî, warhêle, revî, revoke. b) guhdar, razî, qayîl.
Banebûn/n. Sewal û teyrik gava fêrî têjikên xwe dibin, banîn.
Banedor/m. Çend bacanên sor ku bi hevre bi şaxekî ve çêbûne.
Banegeh/n. Zozan
Banek/m. Edetkirin, hînbûyîn.
Banekeştî/m. banê keştiyê
Baneşan/m. Di rêzimanê de grêdana bi hevûdu ve.
Baneyî/m. Warê ku di salê de çend meh lê dimînin.
Bang/m. Gazîkirina bi rêkûpêk. Banga malê.
Bangbêj/m. Cîgirê melê.
Banghindêr/m. Îlankirin, dana zanînê bi xelkê.
Bangname/m. Bangnameya dewletê.
Bangor/m. Bageran, gindor, loq, kevirê grover û bi qeysik ku pê banê xaniyan tê gerandin.
Bangşer/m. Beyana herbê.
Banî/m. jor, cihê bilind û rast.
Bankutk/m. Mizgîniya ji bo çêbûna zarûkan ku didin bavan.
Banoke/m. Balqon, teras, şaneşîn.
Banû/m. Jineke çê ye ku qedir jê re tê girtin; xanim, xatûn, yay, pîrek, hirmet, herem.
Banyo/m. Cihê ku meriv lê xwe dişo.
Banz/m. Cirîda hespan, ya merivan…
Bênûk/m. Bêsînor, bêbendkirin…
Bi hêviya ku lêkolînerên me li van babetan lêkolîn bikin û rastiya wan derxînin holê, bikin malê Ferhenga Kurdî.
Zeynelabidin Zinar
(Ev nıvis ji rûpela facebooka wî hatiye wegirtin)
08/ 10/ 2020

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply