Wate û Pênaseya Mesnewîyê

Mesnewî, peyveke erebî ye. Di erebî de ev peyv tê wateya “dido dido”. Li gor lûxata Osmanî mesnewî wiha hatiye pênasekirin: “Menzûmeya ku weznên wê ji serî heta dawîyê eynî ne û her malikek di nav xwe de bi serwa ye.”[1] Wek têgiheke edebîyatê ew cureyê nezmê ye ku her malikeke wê di heman weznê de ye û ji alîyê serwayê ve ji malikên din serbixwe ye.[2]

Mesnewî, wek cureyekî helbestê ji edebîyata erebî belavî edebîyata Rojhilat bûye. Di edebîyata klasîk de cureyê ku tê de rêzebûyer hene û bi naveroka xwe dişibe roman û hîkayeyên îro, mesnewî ye. Li gor qayîdeyên edebîyata klasîk kesê ku bixwaze mesnewîyê binivîse, dikare hejmarên malikên mesnewîya xwe tayîn bike. Anku di nivîsandina mesnewîyê de sînorê malikan tune ye, kesê ku binivîse bi dilê xwe dikare bi hezaran malikan binivîse. Di nivîsandina mesnewîyê de serwa (qafiye) wek aa/bb/cc/… berdewam dike. Ji ber ku rêzên her malikekê di nava xwe de bi serwa ne, ev şemaya serwayê nivîsandina mesnewîyê hêsantir dike, bi vî awayî gelek mesnewîyên dirêj hatine nivîsandin. Ji ber van taybetîyên xwe, mesnewî di edebîyata klasîk de pir di rewacê de bûye.

Mesnewîyên li Rojhilat

Mesnewî, cureyekî nezmê yê edebîyata klasîk e. Edebîyata klasîk, şêwaza edebîyata miletên Rojhilatî ye. Nimûneyên mesnewîyê yên pêşîn ji Îranê derketine. Mesnewî ji vê erdnîgarîyê li Rojhilat belav bûye. Hin ji van mesnewîyên Rojhilatî li zimanên Ewrûpî jî hatine wergerandin. Bi vî awayî navûdengên xwe gihîştandine hemû cîhanê. Wek mînak, Mesnewîya Mewlana li gelek zimanên bîyanî hatiye wergerandin û îro jî li dinyayê tê nasîn. Ev mesnewî, ji dora 26.000 malikan pêk tê.[3] Di edebîyata farisî de Şehname jî yek ji navdartirîn mesnewîyan e û ji dora 6.000 malikan pêk tê.[4]

Mesnewîyên Kurdî

Her miletekî Rojhilatî xwedîyê mesnewîyên bi zimanê xwe ye, lê hin ji van mesnewîyan ji ber bandora îslamê ji edebîyata erebî derbasî edebîyatên din ên misilman bûne. Tê dîtin ku gelek mesnewîyên erebî yên wek Yûsif û Zuleyxa, Leyla û Mecnûn hwd. derbasî edebîyatên miletên din ên misilman bûne û bi zimanên wan hatine nivîsîn. Dema ev mesnewî derbasî van edebîyatan bûne, bandora erebî jî bi xwe re birine û bi vî awayî ev ziman hinekî din ketine bin bandora erebî. Lê herçiqas bandora erebî bi vî awayî li ser van zimanan çêbûbe jî van miletan mohr û rengê xwe jî li van mesnewîyan dane û van mesnewîyan li gor çand û edebîyata van miletan teşe girtiye.

Mesnewîya Yûsif û Zuleyxa

Mesnewîya Yûsif û Zuleyxa, yek ji mesnewîyên herî navdar ên Rojhilat e. Bi bingeha xwe erebî be jî bi gelek zimanan di gelek edebîyatan de nimûneyên wê hene. Li gora ku Aziz Samur dibêje di nav mesnewîyên Yûsif û Zuleyxa de ya herî kevn ji hêla helbestkarekî bi navê Elî, di 1232yan de hatiye nivîsîn.[5]

Mesnewîya Yûsif û Zuleyxa bi eslê xwe ji erebî ye. Di Quranê de wek bûyereke rast derbas dibe. Di vê mesnewîyê de çîroka Yûsif pêxemberê ku bi qeşengîya xwe navdar e û Zuleyxaya xanima milûkê Misirê tê vegotin. Di vê çîrokê de Yûsif ji bo parastina îffeta mirov, emsalek mezin e û bi duristîya xwe derdikeve pêş. Zuleyxa jî pêşî bi pey azwerîyên xwe dikeve, lê paşê rêya rast dibîne û li ba Yûsif pêxember tobe dike. Tê dîtin ku naveroka mesnewîya Yûsif û Zuleyxa û çîroka Zembîlfiroş gelekî dişibin hev. Ji ber ku lehengên sereke yên her du destanan, Yûsif û mêrikê Zembilfiroş, îffeta xwe diparêzin, xwe nêzî heramîyê nakin. Ayhan Geverî, ji ber vê şibandinê Zembîlfiroş wekî “Yûsif û Zuleyxaya kurdan” bi nav dike.[6]

Çîroka Yûsif û Zuleyxa, di edebîyata kurdî ya klasîk de cara pêşî ji hêla Selîmê Hîzanî ve hatiye nivîsandin. Herçiqas ji bo sedsala nivîsandina vê berhemê nîqaş hebin û hinek lêkolîner bibêjin ku di sedsala 16-17an de hatiye nivîsandin jî Tehsîn Îbrahîm Doskî û Ayhan Geverî di wê bawerîyê de ne ku ev berhem di sedsala hejdehan de hatiye nivîsandin. Tehsîn Îbrahîm Doskî, di 2004an de cara pêşî ev berhem li Dihokê çap kiriye û di destpêka vê berhemê de wiha gotiye: “Selîmê Hîzanî, yek ji wan helbestvanên kurd e ku li ser rêbaza nivîsandina mesnewiyên evînî, çîroka Yûsif pêxember ji nû ve hûnandiye û di pêşvebirina edebiyata kurdî ya di vê qonaxê de roleke girîng lîstiye.”[7] Ji bilî vê berhema Doskî, vê paşîyê, di sala 2013an de Ayhan Geverî edîsyon-krîtîka vê berhema Selîmê Hîzanî digel şîroveya wê çap kiriye.[8]

Mesnewîya Leyla û Mecnûn

Leyla û Mecnûn, wekî ku li jorê hate gotin, bi eslê xwe çîrokeke erebî ye. Di gelek edebîyatên Rojhilatî de nimûneyên wê yên mesnewî hene. Di edebîyata kurdî de Leyla û Mecnûn cara pêşî ji hêla Siwadî (Harisê Bedlîsî) ve di sedsala 18an de wek mesnewî hatiye nivîsandin.[9] Di sedsala yekem a koçî de ji qebîleya Amirî helbestkarekî bi navê Qeys, li ser dotmama xwe Leyla helbestên evînî vedibêje û evîna wan bi vî awayî belav dibe.[10] Di nav folklora kurdî de îro jî nimûneyên vê çîrokê li hin herêman hene. Hecîyê Cindî, varyanteke vê hejmarê ya folklorîk çap kiriye.[11] M. Dêrsimî jî ev çîrok ji devê kurdekî ji Dêrsimê yê li Elmanyayê dijî tomar kiriye û di sala 1989an de bi navê Têlî Leylan û Mecnûn di kovara Berhemê de weşandiye.[12]

Mesnewîya Xusrew û Şîrîn

Xusrew û Şîrîn, mesnewîyeke navdar a edebîyata farisî ye. Kurdîya vê berhemê ji hêla Xanay Qubadî ve di sala 1732yan de bi zaravayê goranî hatiye nivîsandin. Nizamî Gencewî, berî Xanay Qubadî bi zimanê farisî ev çîrok bi helbestkî nivîsîye ku ev berhem wek şakarek ji edebîyata menzûm a farisî tê zanîn.[13] Çîroka Xusrew û Şîrîn bi pend û şîretan tijî ye. Li gor nêrînekê, lehengên berhema Xanay Qubadî hemû kurd in û di binyata xwe de ev çîrok bûyereke kurdî ye.[14]

Di çîroka Xusrew û Şîrîn de Xosrew Perwîz Paşayê Îranî dibe aşiqê Şîrînê û seh dike ku ciwanekî bi navê Ferhad jî jê hez dike û dixwaze Ferhad ji vê evînê vegerîne. Bi vî awayî dek û dolab li ser serê Ferhad tê gerandin. Wisa dikin, heta ku derewan dikin û jê re dibêjin Şîrîn miriye û Ferhad jî bi vê xeberê re dimire.[15] Ev çîrok di edebîyata tirkî de jî navdar e û di gelek stran û helbestên tirkî de cihê xwe girtiye.

 

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin


Çavkanî: 
https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/

[1] Ferit Devellioğlu, Osmanlıca-Türkçe Ansiklopedik Lûgat, Aydın Kitabevi Yayınları, Ankara 2006, r. 628.

[2]Yekta Saraç, Klasik Edebiyat Bilgisi Biçim – Ölçü – Kafiye, Gökkubbe Yayınları, İstanbul 2015, r. 79.

[3] Bilâl Elbir, Edebiyat Bilgi ve Ankara 2006,  Kuramları, Pegem A Yayıncılık , r. 50.

[4] H.r.

[5] Samur, h.b., r. 50.

[6]Ayhan Geverî, Yûsuf û Zuleyxa – Selîmiyê Hîzanî, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2013, r. 35.

[7] Tehsîn Îbrahîm Doskî, Yûsif û Zuleyxa Vehandina Selîmê Hîzanî, Weşanên Spîrêz, Dihok 2004, r. 6.

[8] Bnr, Geverî, h.b.

[9] Bnr, Siwadî, Leyla û Mecnûn, M. Reşit Irgat û Selman Dilovan (Amd.), Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 1999.

[10] Samur, h.b., r. 54.

[11] Bnr., Hecîyê Cindî, Epîkên Kurdî, (Çapa nû: Memo Yetkîn), Boras/Sverige 1985.

[12]M. Dêrsimî, “Têlî Leylan û Mecnûn”, Kovara Berhem, Hejmar 5, Stockholm, Hezîran 1989, r. 28.

[13]Seyîd Celal Nîzamî, Xusrew û Şîrîna bi Kurdî ya Xanay Qubadî, Kovara Zend, Hejmar 13, Stenbol 2010, r.22.

[14] h.r.

[15] h.r.

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply