Wardozê ‘bi folklora Kurdan’ dest bi weşanê kir

Her çendî ji bo Kurdan û Kurdî niha rojên zor û zehmet bin jî ji aliyekî ve ji bo ziman û çanda Kurdan xebatên bi qîmet tên kirin. Yek ji wan jî Weşanxaneya Wardozê ye. Wardoz li Amedê hat avakirin û weşanxaneyê ji bo destpêkê niha yek li ser ziman, 10 li ser folklora Kurdan bi tevahî 11 pirtûk çap kirine. Wardoz dixwaze berê xwe bide folklora Kurdan. Em wek Heftenameya Basê li ser navê Weşanxaneya Wardozêbi edîtor Bahoz Baranî re axivîn.

“Kurdiya bê folklor, Kurdiya bê pişt e”

Navê weşanxaneya nû ‘Wardoz’ bala me dikişîne û li ser pirsa me edîtor Baran wiha qala wate û sedemên bijartina vî navî dike,  “Wardoz, peyveke koçeran e. Maneya kesê ku li warekî digere dide. Koçer, wextê xwe li zozanan digirin û çêreya wan diqede yekî dikin wardoz ku here ji wan re warekî nû bibîne. Ji ber du sedeman me xwe li peyva wardozê girt; Yek jê em Kurd li warê xwe digerin, bê war in em. Bi her awayî, peyva Kurdî, gotina Kurdî, hebûna Kurdî li warekî digere ku bikaribe li wirê “he” bibe, ber bixwe, berê xwe bide asoyên dîtir. Berê xwe fireh bike. Ji xeynî Kurdî û Kurdayetiyê, însan bixwe jî li vê dinyayê ji xwe re li warekî digere. Wardoz e. Tebatî nayê însan jî. Carinan ev war dibe dozîne, carinan dibe xeyal, carinan dibe edebîyat, carinan dibe şano, carinan dibe muzîk. Logoya me pezkovî ye, ew jî li cihên asê û bilind dihewe, pezkovî jî her wardoz e û ji xwe re li warekî digere. Helbet mirov dikare berê wardozê firehtir bike. Peyva wardozê bixwe jî li warekî digeriya, hat û li me û li folklorê fesilî. Bi qasî ku me lê kola, Cegerxwîn di helbesteke xwe de bi vê peyvê emel kiriye û gotiye, “Wardozî digerin li waran.”

Baran destnîşandike ku xebatkarên Wardozê, ev çend sal in karê berhevkariya folklorê dikin û wiha pê de diçe,  “Zemîna gotina Kurdî, folklor e. Kurdiya bê folklor, Kurdiya bê pişt e, ji bo em pişta xwe xurt bikin, ji bo em bikaribin ji gotina xwe nemînin, divê em bêndera folklora xwe li ba bikin. Celadet Elî Bedirxan di Kovara Hawarê da behsa dewlemendiya folklora Kurdî dike û dibêje, ‘folklora me bi têre xwe dewlemend e.’ Her warê Kurdî divê ji folklorê dermale bibe, ji edebiyatê bigirin, heta sînemayê, heta şano û muzîkê. Di kîjan warî de dibe bila bibe, folklor tune be, peyv qels e, gotin dikule û mirov nema tehmê ji xwe û ji tiştên hilberendî digire. Helbet heta niha karê berhevkirina keresteyên folklorê hatiye kirin, lê em dixwazin li ser teoriya vî karî jî rawestin û bi pisporî lê herin. Me gelek tişt berhev kirin. Îcar divê ew tiştên ku me dane ser hev û tesnîf kirine, derketibûna meydanê û li ber çavan bihatibûna raxistin. Rêya vê yekê jî avakirina weşanxaneyekê bû.”

Baran dibêje xebatkarên Wardozê tev xemxurê folklora Kurdan in û axaftina xwe wiha didomîne, “Vê xemê, em anîn cem hev. Her pirtûkeke me herî kêm sê çar salên me lê çûne. Li ser meselê, komkirina nifir û mamik û zûgotinokan gelekî dijwar e zêdetir wext lê diçe. Di nava vê kedê de, deşîfrasyona keresteyan jî heye, her tiştê qeydkirî lazim e derbasî nivîsê bibe. Wextê ev karjî tê kirin divê mirov baldar be û çi çawa hatibe gotin wiha binivîse, ne kêm ne zêde. Ji bo vê yekê jî sebir û wext lazim e.”

Pirtûkên ewil yên Wardozê amade ne

Edîtorê Wardozê Baran tîne ziman ku 8 nivîskar û berhevkarên Wardozê 11 pirtûk amade kirine û wiha behsa wan pirtûkan dike, ”Pirtûkeke me navê wê, “Mamikên Botanê” ye û mamikên Cizîr û derdora wê dihewîne, Rênas Xendekî û Dildar Botî piştî xebateke pênc salan ev pirtûk amade kirine. Pirtûkeke me ya din navê wê “Ebando” ye û qala çîrokên navnûçikên însanan dike, Mem Mukrîyanî sê salan li ser xebitiye. Ayhan Meretowar ku xemxurekî folklorê ye, pirtûkên bi navê “Lorî” û “Huseynê Farê” amade kiriye. Sadiq Ûskan, piştî xebateke çar salan li ser salnameya Kurmancî pirtûka bi navê “Payîzxêr Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk” amade kiriye, pirtûk berê xwe dide cotkarî û şivantiyê. Mehpûs Serhedî, berê xwe daye Qerecdaxê û xebroşkên Meta Şemsê û çîrokên gundiyan di bin navê “Kêço” û “Sînosêwî” da civandiye. Herwiha Mihemedê Kurdo jî “Zûgotinok” civandine. Min jî meselokên li nav gelî berhev kirine û li gorî mijaran tesnîf kiriye û navê pirtûka xwe kiriye, “Motik”. Asmîn Ûyanikê jî nifir û dua berhev û tesnîf kirine û navê pirtûka wê jî “Nifir û Dua” ye.Berî niha jî me pirtûkeke bi navê “Ferhenga Bişaftinê” çap kir. Ew pirtûk jî li ser meseleya, a rast, li ser birîna ziman e.”

“Kesên pirtûkên me dixwînin şewqa folklora Kurdan dibînin”

Baran li ser pirsa ‘Her çiqas Wardoz nû vebûbe jî gelo bertêkên çawa ji rêyagiştî ya Kurdan digire?  wiha dibêje, “Folklora Kurdan weke gencîneyekê belawela û bêxwedî ye. Kesên ku pirtûkên me dixwînin, kesên ku bala xwe didin wan, şewqa wê gencîneyê li rûyê wan dixe. Pir kêfa wan tê. Hinek xwe nagirin şewq didin û dibêjin, ‘Ev tişt li mala me jî gelek in.’ Hinek dibêjin, ‘Hûn pîra min bibînin çi gotinên ecêb li balê hene, em gotinên wê jî qeyd nekin?’ Wextê em van gotinan dibihîzin em kêfxweş dibin, ji xwe em jî dixwazin her Kurdek qîmeta vê gencîneyê bizane û em tev bi hev re xwedîtiyê li mîrasa xwe bikin, wan gotinan li ser pelan raxin û berçav bikin.”

“Em dixwazin di her warî de pirtûk werin çapkirin”

Baran  dibêje, “Em dixwazin di her warê folklorê da berheman amade bikin. Gelek hevalên me jî li qadê berhevkariyê dikin. Ji warê dengbêjiyê bigirin heta çîrok, xebroşk, meselok, zûgotinok, mamik, gotinên pêşiyan, biwêj, heyranok, dûrik, nifir û duayan” û wiha pê de diçe: “A niha li ser gotinên pêşiyan, li ser xebroşk û çîrok û dengbêjiyê, li ser berhemên berê ên folklorê xebatên me hene û dê di demeka nêz da bên çapkirin. Helbet deriyê me ji tezên li ser folklorê re jî vekirîye. Ji xeynî vê yekê, em dixwazin di warê dîrok, sînema, zanist û qadên dîtir da jî pirtûkên Kurdî bên çapkirin. Qada cureyên pirtûkên Kurdî teng in, li ser meselê li Bakur, gelek pirtûkên Kurdan ên li ser dîrokê ne bi zimanê wan in. Ma Kurd dê bi tenê çîrok û helbest û romanan bi Kurdî bixwînin? Wekî din, te pirsa deriyê me kiribû, deriyê me ji her kesî re heta dawiyê vekirî ye.”

Pirtûkên ewil yên Wardozê amade ne

Edîtorê Wardozê Baran tîne ziman ku 8 nivîskar û berhevkarên Wardozê 11 pirtûk amade kirine û wiha behsa wan pirtûkan dike, ”Pirtûkeke me navê wê, “Mamikên Botanê” ye û mamikên Cizîr û derdora wê dihewîne, Rênas Xendekî û Dildar Botî piştî xebateke pênc salan ev pirtûk amade kirine. Pirtûkeke me ya din navê wê “Ebando” ye û qala çîrokên navnûçikên însanan dike, Mem Mukrîyanî sê salan li ser xebitiye. Ayhan Meretowar ku xemxurekî folklorê ye, pirtûkên bi navê “Lorî” û “Huseynê Farê” amade kirine. Sadiq Ûskan, piştî xebateka çar salan li ser salnameya Kurmancî pirtûka bi navê “Payîzxêr Li Ser Salnameya Kurmancî Xebateka Folklorîk” amade kiriye, pirtûk berê xwe dide cotkarî û şivantiyê. Mehpûs Serhedî, berê xwe daye Qerecdaxê û xebroşkên Meta Şemsê û çîrokên gundiyan di bin navê “Kêço” û “Sînosêwî” da civandiye. Her wiha Mihemedê Kurdo jî “Zûgotinok” civandine. Min jî meselokên li nav gelî berhev kirine û li gorî mijaran tesnîf kiriye û navê pirtûka xwe kiriye, “Motik”. Asmîn Ûyanikê jî nifir û dua berhev û tesnîf kirine û navê pirtûka wê jî “Nifir û Dua” ye. Berî niha jî me pirtûkeke bi navê “Ferhenga Bişaftinê” çap kir. Ew pirtûk jî li ser meseleya, a rast, li ser birîna ziman e.”

 

Gönül Gün-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply