Vîdeoyên Navdar Êdî Bi Kurdî Ne!

Rêvebirê Ted-Edê ya Kurdî Mehmet Siddik Dîlek got, “Divê zimanê kurdî ji aliyê zimanê zanistî ve jî pêşbikeve. Ted-ED tecrûbeyeke baş e.”

Vîdeoyên Ted-Edê ku li seranserê cîhanê ji aliyê milyonan kesî ve têne temaşekirin, bi zimanê kurdî jî dest bi weşanê kir.

Mehmet Siddik Dîlek pirsên Rûdawê bersivand…

Ted Talk û Ted-Ed çi ne?

Organîzasyona TEDê di sala 1984an bi armanca belavkirina ramanan hatiye avakirin ku her sal bi sedan konferansan li dar dixe. TED ji tîpên ewil yên peyvên Technology(teknolojî), Entertainment(şahî) û Design (dîzayn) pêk te.

TED li bajarên cuda cuda yên cîhanê di warê zanîstî, darayî, pirsgirêkên gerdûnî konferansan pêk tîne û piştre jî vîdeoyên wan li ser malperên civakî yên TEDê tên belakirin, ku vîdeoyn wê ji 18 xûlekan kurttir in.

TED-Ed jî projeyeke Tedê ye ku bi anîmasyonê dersên zanistî, kulturî, dîrokî çêdikin. Ders bi hevkariya pisporên perwerdehiyê û anîmatoriyê tên çêkirin. Zimanên wan bi giştî îngilîzî ye û ji 6 xûlekan kurttir in. Anîmasyon li ser kanala TED-Edê ya YouTubeê tên weşandin. Piştre him ji bo konferansên Tedê û him jî bo anîmasyonên TED-Edê jêrenivîs bi zimanên cuda ji aliyê kesên xwebexş têne amadekirin . Her kes dikare tevlî wê xebatê bibe û xebatek bêpere ye.

Çima te dest bi karekî wisa kir?

Ev du sal bêhtir in, min li vîdeoyên TEDê û anîmasyonên TED-Edê temaşe dikir. Bi giştî anîmasyonên TED-Edê bo mirov tiştekî zanistî hîn bibe gelek balkêş in. Min didît ku piştî vîdeo dihatin weşandin her kesekî jêrenivîsa zimanê xwe çêdikir û li vîdeoyan bar dikirin.  Min ji xwe pirsî çima jêrenivîsa zimanê kurdî jî bar nakim? Li hinek vîdeoyan bi zaravaya soranî jêrenivîs hebû lê kêmasiya kurmancî hebû. Min û hevalê xwe Hekîm Atay kanaleke YouTubeê bi navê ‘TED-Ed Kurdish-Kurmancî’ vekir û vîdeoyên kanala TED-Edê me daxistin û li ser vê kanala xwe bi jêrenivîsa kurmancî bar kirin. Li ser kanala TED-Edê jî bo heman vîdeoyê em jêrenivîsa kurmancî bar dikin. Lê barkirina jêrenivîsa kurmancî li ser kanala TED-Edê hinekî dereng çêdibe. Lewre em berê vîdeoyan ji kanala TED-Edê dadixin û bi jêrenivîsa Kurmancî li kanala TED-Ed Kurdish-Kurmacî bar dikin. Piştre jî bo heman vîdeoyê em jêrenivîsa Kurmancî dişînîn kanala TED-Edê. Di dawiyê de jêrenivîsa kurmancî bo heman vîdeoyê him li ser kanala TED-Edê him jî li ser kanala TED-Ed Kurdish-Kurmancî tên barkirin.

Derfeta zimanê kurdî çênebû ku ji aliyê zanistî ve pêş bikeve ji bo vê yekê karê em dikin di wî warî de tecrûbeyeke baş e. Lewma em hewl didin ku xebatên me belav bibin.

Ji bilî jirenivîsê, emê di TED-Edê de keseyatiyên kurd bibînin?

Em bi tenê hewl didin ku vîdeoyên hatî çêkirin bi jêrenivîsa Kurmancî belav bikin. Mijarên vîdeoyan bi giştî mijarên gerdûnî yên wek zanistî, kulturî, felsefî, tenduristî ne. Lewma îhtimaleke wisa pir kêm e.

Berteka xelkê li ser Ted-ED a Kurdî çawa ye, hejmara şopînerên we çiqas e?

Ji xwe wekî her kes dizane perwerdehiya bi zimanê kurmancî li Bakurê Kurdistanê tune ye. Lewma xwendevanên kurdî yan bi xebata xwe ya şexsî an jî li kursên zimanê kurdî xwendin û nivîsandina Kurdî hîn dibin. Ji bo ku derfetên hînbûna kurdî kêm in, kesên ku Kurdî dizanin bixwînin û binivîsin li gor hejmara Kurdên Bakur ne gelek in. Lê kesên ku xebata me dibînin pir kêfxweş dibin. Mijarên balkêş ên wekî ‘Tsunamî çawa çêdibe’, ‘Kezebreş bi kêrî çi tê?’ û ‘Pîl çawa dixebitin’ bi jêrenivîsa kurdî bêhtir bal kişandin. Li ser Twittirê bi navê ‘TED-Ed Kurdish’ û li ser Facebookê bi navê ‘TED-Ed Kurdish-Kurmancî’ hesabên me hene. Vîdeoyên ku em li ser YouTubeê bar dikin, em li ser van hesaban jî parve dikin. Li ser Facebookê 2700, li ser twitter 560 şopînerên me hene. Lê xebata me hêj nû ye û her diçe şopîner zêde dibin. Kesên dixwazin beşdarî xebata me bibin jî zêde dibin.


Di Ted-EDê de çend kes dixebitin?

Min û heval Hekîm Atay me dest pê kir niha heval Ronya Bewran bi qasî ku derfeta wê hebe jêrenivîsên ku me wergerandine kurdî, sererast dike. Heval Bayram Alkan jî ji bo wergerê dixebite. Ji bo hevalên ku bixwazin beşdarî xebatê  bibin deriyê me ji wan re her tim vekiriye.

Niyeta te ya pêşxistina wê projeyê heye?

Niyeta min bi vê xebatê ev e; him zimanê zanistî yê Kurdî pêşve biçe û him kesên dizanin jêrenivîsên kurdî çêbikin zêde bibin. Bi vî awayî dibe di rojên pêş de xebateke jêrenivîsê ya kurdî wekî ya Divxplanet an türkçealtyazi.org çêbibe. Çimkî ji bo her filmî an rêzêfîlmî jêrenivîsên tirkî li ser wan her du malperan peyda dibe. Belkî ev xebata me bibe destpêk û eger hêz û derfet çêbibe bo fîlm û rêzêfîlman, çima malpereke jêrenivîsan a bi zaraveya kurmancî çênebe?

Jêrenivîsên we kî konrol dike?

Jêrenivîsan gellek caran em bixwe kontrol dikin lê mamosteya zimanê kurdî Ronya Bewran jî di wî warî de gellek alîkariya me dike.

Ji aliyê rêzimanî ve di kontrolkirina jêrenivîsan de kêmasî nîne?

Heta ji destê me tê em jêrenivîsan kontol dikin lê dibe di karê me de ji aliyê rêzimanî ve kêmasî hebin.

Mehmet Siddik Dîlek kî ye?

Mehmet Siddik Dîlek di sala 1991ê de li Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Nisêbînê, lîse li Meletiyê qedand û niha jî li Zanîngeha Kocaeliyê di Beşa Pizîşkiyê de dixwîne. Ji bo pêşveçûna zimanê zanistî yê kurdî karê wergêriyê ji îngîlîzî bo kurdî dike.

Hekîm Atay kî ye?

Hekîm Atay di sala 1991ê de li Wanê ji dayik bû. Dibistana seretayî û lîse li Wanê qedand. Niha li Zanîngeha Kocaeliyê Beşa Pizîşkiyê dixwîne. Ji bo pêşketina zimanê kurdî xebatan dike.

-Rûdaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply