Vejiyandina Îbranî bi Destê Yahûda bin Elyezer Hat Kirin

Xortê bi navê Yahûda bin Elyezer herddem dihizirîya ku gelek gelê wî yê Cihû vegerin li ser axa bavûkalê xwe û gelek zimanekî wa hebe; wekî her gelê li ser rûyê erdê. Ev ziman zimanê wa yê Îbranîyan bû.

Lazim bû  Yahûda xwe pêşî hînê zimanê xwe, yanî yê Cihûyan/Îbranîyan bike. Ew hînê zimanê xwe bû û dûvre ço Bajarê Parîsê. Dema li Parîsê bû tekîlîya wî bi Cihûyan re pir çebû. Ewî ne tenê hînbûna zimanê xwe radigahand kesên li derdora xwe herwisa jî ramana di serê wî de ya derbarê netewebûnîya Cihûyan jî belav dikir. Hinekan ramanên wî beredayî ditîtin, hinekan qiymet nedidan gotinên wî, heta hinekan jî wî wekî dînekî dihesibandin. Lê Yahûda qet gûhê xwe neda wa; yekgirtiya ziman û pêkanîna netewebûna gelê wî di serê wî de di cihekî asê de bû; tikesî dikaribû ew raman ji serê wî derxe.

Ew di sala 1881an de bi keça mamhosteyê xwe re zewici. Jixwe dûvre jî li Ewrûpa nesekînî lêda ço Fîlîstinê. Di rê de Îbranî hînê jîna xwe dikir. Jina wî heta ew çon Fîlistinê hinek hînê zimanê wî bû. Pîştî ew gihatin erdê bavûkalê xwe ji jina xwe re got ku êdî dê ewê tenê Îbranî bi hevûdin re xeber bidin. Çiqas jina wî got ku hêja ew bi temanî hînê zimanê wî nebû ne, yan jî hinek li hemberî wî derket jibo ew raman pêknewe, dîsa jî biryara wî awayekî bimîsoger di serê wî de bû. Tikesî nikarîya wê biryarê xira bike. Heta zarokên Yahûda gihaştin ciwanîyê ji bilî Îbranî ewan ti zimanên din nizanibûn. Li hember ku mirovên derûdora wan, wan icêp yan jî kesên wekî bê ziman û lâl ditîtin, ew ji ya xwe nehat xarê. Bi hewldan û xebatên wî gelê wî gihaşte wê encamê ku êdî zimanekî wa yê gel hebû.

Di gel Yahûda û malbeta wî ji aliyê rewşa aborî ve di tengasîyan de bûn, evî tiştî hima bibêjin qet bandor li wan nedikir. Hemû rewşên xirab ne xema wî bû. Ewî dizanibû ku jibo ramanên mezin fedarakîyên mezin lezim in. Jiberî hertiştî jî xelk ramanên nû hima yek derb qebûl nake. Ewî vêkê dizanibû. Yahûda dibe hin çaran nanê ziwa dixwar lê dema ditît ku malbeta wî Îbranî xeber dide pir keyfxweş dibû û hertişt jibîrdikir. Di dawîyê de ewî rojnameyek derxist, pêre xwendevan jî peyda bûn. Hêdî hêdî di dibistanên Yahûdîyan de dersên Îbranî dida. Yahûda ew peywên ku êdî nedihatin xebitandin kom dikir, li wateyên nû jibo hin peyvan digerîya/peyda dikir. Wisa bû ku êdî ewî qerar da ku ferhengekî çêbike. Di vê navberê de Îbranî di nav Cihûyan de têra xwe belav bibû. Di sala 1922an de dema  Yahûda bin Elyezer ço ser dilovanîya xwe zimanê ku ji berî 30-40 sal berê mirî bû ango mirî dihat hesibandin, êdî bibû zimanê gelekî yanî zimanê gelê tevahiya Yahûdiyan. Ev ziman îro ne tenê li Filistinê di kêleka zimanên fermî yên wekî Erebî û Îngilizî zimanekî fermî ye herwiha ev ziman îro bûye zimanê dewletekî ango hûmetekî.

Em dikarin bibêjin ev mînak ji wan gelên ku zimanê wan bi devkî heye lê bi niviskî tine ye dibe minakekî mezin.

Em çi bibêjin; aqûbet li serê wan gelên din yên li dinê !!

Emin Yaş-Hurbakis.net

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply