Veger were evîndaram.
Te min u welatê xwe hêşt û tu çûyî,
Ez li pey te digerim, te nabînim,
Di kuçe û kolanan de digerim,
Tu tuneyi, evîndara min tu tuneyî.
Ez pirsa te biroj ji rojê
Bişev ji hîv û stêran dikim,
Ez li te digerim
Ji berf u baranê te dipirsim
Ez bi şev û roj li te digerim,
Ax, ax ez westiyam, tu tuneyî
Veger were evîndara min veger were
Ez di newal de û li kendalan digerim
Pirsa te ji av, çîmen u gulan dikim,
Veger were delala min,
Can u rihe min, hesreta dile min
Veger were,
Sal û demsal bihurin, çîmen şîn bûn,
Daran gul vekir, evindaran destên hev girtin
Were cane min, were em jî bi desten hevudu bigrin,
Ez weki dildareki delodin li pey te digerim,
Pirsa te dikim, di çavên min de hêstir dibarin,
Veger were delala dile min, narîna min,
Şêrîna min, evîndara min, veger were
Tu çûyi û nehati,
Çavên min ji girîne dê kor bibe
Veger were
Niha tu likurî,
Li xerîbiye, li sirgûnîyê,
Bi hesreta te
Dil û kezeba min şewitî
Veger were, delala min
Lokman Polat