Vê Hefteyê 8 Fîlm Dikevin Vizyonê

Vê hefteyê 4ê wan xwemalî 8 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Fîlma “Geliyê Guran Wetan” a ku derhêneriya wê Serdar Akar dike û tê da Necatî Şaşmaz, Sînem Uslu, Cahît Kayaoglu, Erhan Ufak, Ertugrul Şakar, Yucel Erten û Nezîh Işitan dilîzin ew ê têkeve vizyonê.

Senaryoya fîlmê Alper Erze, Cahît Kayaoglu, Murat Koca û Necatî Şaşmaz nivîsandin, di fîlmê da qala bûyerên ku di 15ê Tîrmehê da li sînorê Tirkiyeyê diqewimîn dikin.

– “Qawuşa Zavayan”

Derhêneriya fîlma “Qawuşa Zavayan” Îlker Savaşkurt dike û di fîlmê da qala sûcdarekî ku li girtîgehê dixin qawuşa sûcdarên destdirêjiyê û edaleta dereqanûnî ya li girtîgehê dikin.

Di fîlmê da Musa Can Pekcan, Diyar Karadaş, Bariş Atay, Caner Erdem, Halît Karaata, Turgay Atalay, Îbrahîm Akoz û Feyzan Soykan dilîzin.

– “Em Firarî Ne”

Derhêneriya fîlma “Em Firarî Ne” Tolga Baş dike û di fîlmê da Çetîn Altay, Burak Satibol, Ferît Aktug, Burcu Bînîcî, Mehmet Ozgur, Lemî Fîlozof û Melîsa Şalgam dilîzin.

Di fîlmê da qala 3 kesên ku ji bo alîkariyê bidin merivekî ku di girtîgehê da alîkarî dabû wan bikin ji girtîgehê direvin, tê kirin.

– “Çîroka Min a Waroş”

Derhêneriya fîlma “Çîroka Min a Waroş” Yunus Ozan Korkut dike û di fîlmê da qala çîroka merivên ecêb ên li taxekê dikin. Serlîstikvaniya fîlmê jî Korkut bi xwe dike.

– “Dayê”

Derhêneriya fîlma “Dayê” Darren Aronofsky dike û di fîlmê da qala jin û mêrekî ku bi bextewarî jiyana xwe didomînin dikin, komeke bê dawet tê mala wan û têkiliya wan serobino dibe.

Di fîlmê da Jennifer Lawrence, Javier Bardem, Domhnall Gleeson, Michelle Pfeiffer, Ed Harris û Kristen Wiig dilîzin.

– “Suspîrîa”

Fîlma Suspîrîayê ya ku derhênerê wê Darîo Argento ye ji ber salvegera xwe ya 40emîn a ku ketibû vîzyonê wê bi negatîfa xwe ya 35 mîlîmêtreyî, bêsansur û kopyaya dengê xwe va cardin derkeve li pêşberî temaşevanan.

Lîstikvanên fîlmê Jessîca Harper, Stefanîa Casînî, Flavîo Buccî, Mîguel Bose, Barbara Magnolfî, Rudolf Schundler, Udo Kîer, Alîda Vallî û Joan Bennett in.

– “Raza Hîvê “

Derhênerê fîlma “Raza Hîvê ” Antoîne Bardou-Jacquet e, cureya fîlmê komedî ye.

Rupert Grînt, Ron Perlman, Robert Sheehan, Stephen Campbell Moore, Erîc Lampaert û Kevîn Bîshop lîstikvanên fîlmê ne.

– “Fîlma Lego Nînjagoyê”

Fîlma bi navê “Fîlma Lego Nînjagoyê” ya ku wek rêzekê li dû hevdu hatiyê kişandin bi beşa xwe ya nû va derdikeve li pêşberî temaşevanan.

Di fîlmê de Garmadon hewl dide ku Nînjago bi dest bixe. Nînjayê Kesk û hevalên wî jî li hember Garmadon têkoşînê didin.

Fîlm ji hêla çêkerên amerîkî va hatiye kişandin.

Derhênerê fîlmê Charlîe Bean, Bob Logan û Paul Fîsher in.

trtnuce

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply