hatiye çêkirin.
Senaryoya fîlmê ji aliyê derhênerê xwediyê Xelata Oscarê James Cameron û Laeta Kalogridisê va hatiye nivîsandin.
“Demsala Koçê”
Derhênerê fîlma “Demsala Koçê” Ciro Guerra û Cristina Gallego ye û tê da Carmina Martinez, Jose Acosta, Natalia Reyes, Jhon Narvaez û Greider Meza dileyîzin.
Senaryoya wê ji aliyê Maria Camila Arias û Jacques Toulemonde Vidal va hatiye nivîsandin û qala çîroka gelê Kolombiyayê ku di navbera şerê hişbirê da dimînin, dike.
“Van Gogh: Li Ber Deriyê Ebedîtiyê”
Julian Schnabel derhêneriya vê fîlmê kiriye û tê da Willem Dafoe, Rupert Friend, Oscar Isaac, Mads Mikkelsen, Mathieu Amalric, Emmanuelle Seigner, Niels Arestrup û Amira Casar dileyîze. Fîlm li ser demên dawîn ên resamê navdar Vincent van Gogh disekine.
“Eşqek û Du Jiyan”
Alî Bîlgîn derhêneriya vê fîlmê dike û Engin Akyurek û Berguzar Korel jî wek lehengên sereke tê da dileyîzin. Fîlm li ser çîroka eşqa derhêner Umut û mîmar Denizê disekine.
“Hep Yek 3”
Derhêneriya vê fîlmê Ozgur Bakar kiriye û Gokhan Yikilkan, Ulaş Torun, Alî Surmelî, Yildirim Memîşoglu û Mahmut Tuncer tê da dileyîzin û li ser maceraya Altan û Gurkan disekine.
“Sêra Şeytan”
Bidisha Chowdhury derhêneriya vê fîlma tirsê dike û Jill Evyn, Lane Townsend, Jeremy Steven Walker û Emily Claeys tê da dileyîzin.
“Cool Zarok Di Kampê Da Ne”
Lisa Arnold derhêneriya vê fîlmê dike û fîlm komedî û macera ye. Tê da Connor Rosen, Logan Shroyer, Michael Gross, Leigh-Allyn Baker, Markie Post, Juliocesar Chavez û Tyree Brown dileyîze. Li ser çîroka ciwanekî ku diçe kampa havînê disekine.
“Asteriks: Raza Îksîra Bisêr”
Alexandre Astier û Louis Clichy bi hev ra derhêneriya vê fîlmê dikin û Cureya fîlmê anîmasyon e.
AA