6 Fîlm Dikevin Vizyonê

 

Vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê têkevin vizyona sînemeyê

Li eywanên sînemayê vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê dê bikevin vîzyonê.

Fîlma “Bêtewşo” ya ku derhênerê wê Derrick Borte ye û eqîdên wê jî Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson e wê derkeve pêşberî temaşevanan.

Senaryoya fîlmê ji alî Carl Ellsworth va hatiye nivîsandin di fîlmê da qala du kesên ku di trafîkê da dikevin niqaşê tê kirin û yek jê dide pey yê din da ku wî biqefêle.

– “Nîvgirav”

Dong-Won Gang, Jung-hyun Lee û Daniel Joey Albright di rola sereke ya fîlmê da ne û meraqdarên kel û bizavê wê ji vê fîlmê têr îstifade bikin.

– “Apocalypse Now Final Cut”

Francis Ford Coppola wek derhêner mohra xwe li bin “Apocalypse Now Final Cut”ê xistiye û di rola sereke ya fîlmê da jî Marlon Brando, Martin Sheen, Robert Duvall, Frederic Forrest û Sam Bottoms dileyîzin.

Fîlma ku di sala 1979an da hatiye kişandin bi wesîleya salvegera xwe ya 40emîn awayek restorekirî wê ji nû va bê nîşandan.

– “Qulûbe

Di fîlma ku Jay Jay Warren, Cody Kostro, Sofia Happonen û Frank Whaley dileyîzin da Frank Sabatella jî derhênerî kiriye.

Di fîlmê da qala xwendekarekî lîseyê ku awayek bi şert tê tehliyekirin û li bajarokekê tevlî kalê xwe dimîne tê kirin. Jê ra qala çîroka ku li wî bajarî hût hene tê kirin û fîlm bi bûyerên li ser wê yekê dest pê dikin va dewam dike.

– “Gera Trollan a Dinyayê”

Di fîlma anîmasyonê ya ku Walt Dohrn û David P. Smith bi hev ra derhêneriya wê kirin da qala Poppy û Branchê ku hevalên xwe jî hildan rû xwe û dest bi serguzeştiyê kirin, dike.

– “Zarokên Taxa Me”

Fîlma pêkenokê ya ku bi derhêneriya Husnu Hakan Gurtop va hat kişandin li ser rewşa hevalên li heman taxê bi hev ra mezin bûne disekine û qala bûyerên li wê derê diqewimin dike.

 

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply