Varyantên Destana Memê Alan

Berhemeke folklorîk bi awayekî li cihekî derdikeve holê, paşê bêyî ku di kontrola tu otorîteyekê de be, di nav gel de belav dibe û gelek formên wê çêdibin. Dema ji jêderka xwe derdikeve û li cihekî din tê dubarekirin, bivê nevê hinek guhertin tê de çêdibin. Çobanoğlu, ji bo berhemên wiha ku ji form û naveroka xwe ya kevn derketine, dibêje varyant (variant).[1]Gelek guhertoyên (varyantên) Memê Alan jî hene ku ev guherto di nav erdnîgarîyeke berfireh de belav bûne. Li gora ku Bedran Hîkmet vediguhezîne, Richard Dorson dibêje “Li gorî metoda fînî, çîrokek ku bi sedan varyantên wê hene di demeke dîyar de û li dereke dîyar bi helwesteke bîrewer hatiye lihevanîn û afirandin”[2] Herçiqas Dorson wiha bibêje anku jêderka van varyantan em vegerînin yekê jî di nav dîrokê de varyantên Memê Alan ji alîyê kesên curbicur ve li herêmên cuda hatine vegotin. Di navbera van varyantan de cudahîyên dîrok û erdnîgarîyê, çi kêm çi zêde, hene. Ev guherîna metna resen tiştekî asayî ye. Divê em ji bîr nekin ku Memê Alan di nav gel de bi zargotinî belav bûye û parastina wê ya desta yekem gelek caran pêkan nîn e. Hîkmet, di heqê van berhemên folklorîk de dibêje mimkun e ku ew varyant bixwe jî ji hev belav bûbe û her pasajeke wê bi rengekî din di nav sedan varyantan de bi cih bûbe.[3]

Dema ku varyantên destana Memê Alan tên xwendin, tê dîtin ku di kîjan herêma Kurdistanê de ev destan hatibe vegotin li gor wê erdnîgarîyê mekan û hêmanên destanê yên dîrokî jî diguherin. Li gor hafizeya dîrokî ya wê erdnîgarîyê cudahî di navbera wan de tên dîtin. Hîkmet, ji bo varyantên Memê Alan dibêje “Li gorî hin varyantên ku ji Başûr hatine berhevkirin, dema ku Mem ji Muxurzemînê tê Cizîrê, di Zaxo û Amêdîyê re derbas dibe.”[4] Em li vir dibînin ku navê mekanê destanê yê di Memê Alana Roger Lescot de “Mixrib” e, ne “Muxurzemîn” e. Di guhertoya Lescot de behsa Zaxo û Amêdîyê tune ye. Lescot dema ev destan bi alîkarîya Celadet Bedirxan berhev kiriye guhertoya dengbêj Miço esas girtiye û ev dengbêj jî ji Kurdistana Rojava ye. Herçiqas li gora ku Lescot dibêje Miço ev destan ji bavê xwe hîn bûbe û bavê wî jî ji kurdekî herêma Behdînan hîn bûbe jî em şopên mekanên Kurdistana Başûr di varyanta Miço de nabînin. Li gora tê fehmkirin ji ber ku erdnîgarî guherîye ji vî alî ve cudatî ketiye navbera wan. Sedemên vê cudatîyê gelek in. Yek ji wan jî ew e ku têkilîya kurdên parçeyên din ên Kurdistanê ne li ser zemîneke pihêt e. Lewre herçiqas em Kurdistanê wek welatekî qebûl bikin jî sînorên vî welatî di nava dîrokê de ji hêla dewletên serdest ve hatine kifşkirin û ji hev hatine qetandin. Bi vê re têkilîya kurdên van parçeyan jî ji hev qut bûye û vê yekê jî bivê nevê bandoreke neyînî li ser çûnûhatina/belavbûna berhemên zarekî kiriye. Herçiqas berhemên folklorîk ên kurdî bi taybetî bi rêya dengbêjan ji sînorên welatan derbas bibin jî danûstandina kurdên parçeyên din qels maye. Herçiqas danûstandinên ticarî hebin jî berîya sedsala 20emîn, amûrên ragihandinê yên teknolojîk nehatine dahênan. Sedemeke cudatîya varyantan jî ev e ku vê qutbûnê wisa kiriye ku kurd hay ji cih û warên hev nemane. Bi vî awayî di varyantên destanê de guhertin zêdetir bûne û cih û mekan jî li gor herêman guherîne. Qutkirina sînoran tune bûya, çûnûhatineke zêde di navbera kurdên hemû parçeyan de hebûya, îhtimal hebû ku cudatî kêmtir bibûna. Lê mirov vê rastîyê bide ber çavên xwe, tê dîtin ku vê parçebûnê cudatîyên wan zêdetir kirine û bi awayekî xwezayî hin guherîn di navbera wan de çêbûne.

Em fehm dikin ku varyanta Memê Alan dema ji herêma Behdînan derbasî herêma Rojava bûye, ji hêla bavê Miço ve yan jî ji hêla Miço ve bi qestî nehatiye guhertin. Van dengbêjan hêmanên dîrokî, mekanî û hêmanên din li gor rastî û heyînên Kurdistana Rojava neguherandine. Jixwe dengbêj di vegotinê de bi qestî guhertinê nakin, dibêjin me çawa seh kiribe wisa gotiye.[5] Lê di dema belavbûna berhemên folklorîk de ev guherîn tiştekî asayî ye. Anku dema ev guherîn diqewime yên îcraker pê nahesin. Ji ber vê hindê kesên îcraker ên wek dengbêj, çîrokbêj hwd. dema bi varyanteke din dihesin ji wan kirî ku ew varyanta ku nû pê dihesin şaş e. Me di dema lêkolînên xwe yên ji bo vê xebatê de jî dît ku di nav dengbêjan de fehmeke wisa heye. Me dema varyanteke Memê Alan ji devê dengbêjekî koçer qeyd dikir, piştî ku dengbêjê me destana xwe qedand, dengbêjê kêleka wî ew hişyar kir û got tu filan qismên destanê şaş dibêjî. Piştî ku me li yê din guhdarî kir, me dît ku ya wî dengbêjî jî, herçiqas cudatîyên karakterîst nehewîne jî, varyanteke din e. Christine Allison jî di dema lêkolînên xwe yên di nav êzidîyên Başûr de vê yekê dibîne û di xebata xwe de cih dide vê tesbîtê. Li gor Allison, ev feraset di nav kurdên xwende de jî heye, lewre dema li versîyona berhemeke folklorîk a wek Dewrêşê Evdî û Kela Dimdimê guhdarî dikin, misêwa versîyonekê qebûl dikin û yên din red dikin.[6]

Em ji mînaka guhertoya Başûr a ku bavê Miço lê guhdarî kiriye hîn dibin ku ev destan li herêma Behdînan jî belav bûye. Anku tê dîtin ku li Başûr jî ev destan di nav sahaya kurmancan de heye. Lê di pirtûka me ya mijara vê xebatê ya Lescot de beşeke bi navê “destpêk”ê heye ku tê de wiha tê gotin: “Tenê li herêmên ku zaravayên din ên kurdî (Zaza, Baba kurdî) tên axaftin, ev efsane belav nebûye.”[7] Ji gotina “baba kurdî” qesta Lescot, zaravayê soranî ye. Anku dibêje varyanta vê destanê ya bi soranî tune ye. Wisa xuya ye ku Lescot li hemû herêman negerîyaye, lewma gihîştiye vê encamê. Lewre li gor berhema Qanatê Kurdo ya Mem û Zîn Duwanzde Variyant li Başûr, bi zaravayê soranî jî ev destan belav bûye. Di vê berhemê de tê dîtin ku ji dozdeh varyantên vê berhemê yek bi soranî ye.[8] Wekî ku em li hevoka jorê dibînin Lescot dibêje ku Memê Alan bi kirmanckî (zazakî) jî di nav gel de belav nebûye. Lê bi qasî ku me di çavkanîyan de dît, ev destan di nav sahaya kirmancan (zazayan) de jî belav bûye. Bi qasî me çespandiye sê varyantên vê destanê yên bi kirmanckî hene. Ev guhertoyên ku ji hêla çend rojnameyên kurdî ve hatine tomarkirin ev in:

Destana Memê Alan û Zîna Zedan[9] 

Ev varyant di rojnameya Azadiya Welat de, di beşa kirmanckî de hatiye weşandin, lê ne dîyar e ku li ku derê hatiye tomarkirin. Ji ber ku di kunyeya nivîsê de jî ev agahî nehatiye dayîn, dibe ku ji bo beşa kirmanckî ya vê rojnameyê ji kurmancî bo kirmanckî hatibe wergerandin, dibe ku rasterast xebateke sahayê be jî. Ji ber vê yekê divê mirov ji bo vê şaxê şerhekê deyne.

 Memê Alo[10]    

Ev varyant li mintiqeya Çewligê, di nav kirmancan de hatiye qeydkirin û di sala 2013an de li rojnameya Newepelê ya ku pazdeh rojê carekê bi kirmanckî derdiket, hatiye weşandin.

Mem û Zîne[11]

Ev varyant jî di nav sahaya kirmancên Licê de hatiye qeydkirin û di sala 2014an de li rojnameya Newepelê hatiye weşandin.

Ji her du mînakên kirmanckî yên dawî em teqez dibînin ku guhertoyên kirmanckî jî di sahayê de hatine tomarkirin. Di 2014an de jî Roşan Lezgîn û N. Celalî bi hev re varyanta Roger Lescot, digel pêşgotina Lescot wergerandine kirmanckî û çap kirine. Di vê pirtûkê de pêşgotina Nûredîn Zaza ya kurmancî ya ku ji bo çapeke Swêdê nivîsîye jî li kirmanckî hatiye wergerandin.[12]

Îcar em bala xwe bidinê em ê bibînin ku li vir nakokîyek heye. Wek me li jorê behs kir, di beşa “destpêk”ê ya Memê Alana Lescot de dibêje ku ev destan bi zaravayên soranî û kirmanckî belav nebûye. Ji bilî van varyantên kirmanckî û soranî di arşîva kurdolojîyê ya Berlînê de berhemeke bi teşeya mesnewîyê hatiye dîtin ku ev mesnewî bûye mijara tezekê. Nivîskarê vê tezê di lêkolîna xwe de vê mesnewîyê wek varyanteke Memê Alan dinirxîne.[13] Lê ji ber ku ev berhem destxeteke nivîskî ye û mustensîxê wê heye dikeve nav kategorîyeke cuda. Wek tê dîtin bi van zaravayan jî ev destan di nav kurdan de hatiye gotin. Piştî lêkolîn û dahûrînên xwe me dît ku wê demê haya Lescot jê çênebûye ku bi dîyalektên din jî ev destan di nav gel de belav bûye. Heke mirov derfetên wê demê bide ber çavên xwe ev tiştekî asayî ye, lê wekî hat dîtin bi soranî û zazakî jî ev destan di nav gel de belav bûne.

Piştî ku me varyantên kirmanckî yên sahayê yên ku hatine qeydkirin dîtin, dêhna me kişand ku her sê jî di van salên dawîn de hatine qeydkirin. Bi qasî me karîye me lêkolîn kiriye, lê me nedîtiye ku berîya van varyantên jorîn varyantên kirmanckî yên sahayê hatine qeydkirin û çap bûne. Wek tê zanîn li Bakur, zaravayê serdest kurmancî ye û li gelek herêmên ku kurmanc û kirmanc bi hev re dijîn jî kurmancî serdest e. Em jî wek îhtimalekê fikirîn û me got îhtimal heye ku ev varyantên kirmanckî yên ku hatine qeydkirin û me behsa wan kiriye, ji bandora kurmancî derbasî nav kirmancan bûbin û di nav wan de belav bûbin. Li ser mijara peydabûna varyantên kirmanckî yên Memê Alan em bi lêkolîner Roşan Lezgîn re axivîn ku ev lêkolîner bi salan e li ser zaravayê kurdî yê kirmanckî xebatan dike û di vî warî de yek ji otorîteyên vê qadê ye. Lezgîn, di heman demê de damezirêner û rêvebirê rojnameya Newepelê bû (rojnameyê weşana xwe rawestandiye) ku her du varyantên me yên jorê di wê rojnameyê de, di serdema edîtorîya wî ya di vê rojnameyê de hatine weşandin. Gava ku me jê pirsî ku gelo mimkun e ji ber bandora kurmancî, di demên dawî de destana Memê Alan derbasî sahaya kirmancan bûbe û varyantên wê yên kirmanckî jî peyda bûbin, wî wiha bersiva me da: “Ez bawer nakim ku ev destan ji kurmancî derbasî kirmanckî bûbe. Ev varyantên ku me di Newepelê de di van salên dawîn de weşandine nayên wê wateyê ku ev varyant berê di nav sahaya kirmancan de tune bûne. Ez 54 salî me. Tê bîra min dema em zarok bûn ev destan li ba me, li Licê, dihat gotin. Ji ber ku derfetên kirmanckî yên weşandinê dereng çêbûn, nimûneyên kirmanckî dereng derbasî nivîsê bûn. Destana Memê Alan a kirmanckî ji ber vê yekê dereng hatiye qeydkirin.”[14]

Li gor tesbîtên lêkolîner Roşan Lezgîn ku di hevpeyvîna me de ji me re gotiye, îhtimala bandora kurmancî ya li ser kirmanckî pir qels dimîne. Lê heke destana Memê Alan ji kurmancî derbasî zazakî bûbe jî ji ber ku îro varyanta wê ya zarekî di sahayê de heye, divê mirov nebêje varyanta Memê Alan a kirmanckî tune ye. Çawa ku Roşan Lezgîn gotiye metnên kirmanckî dereng hatine qeydkirin, ev tişt ji bo zaravayê kurmancî jî heye. Herçiqas metnên kurmancî li gor ên kirmanckî zûtir hatibin qeydkirin jî yên kurmancî jî dereng mane. Di nav zaravayên kurdî de ji hêla nivîsandina metnên gelêrî ve zaravayê herî baş soranî ye. Lê digel ku li Başûr statûyeke kurdan heye, ev avantaj bêhtir bandora xwe li soranî kiriye. Allison dema li herêma Behdînan, li pey metnên kurmancî yên êzidîyan digere behsa paşvemayîna Behdînî (kurmancîya li Başûr) ya li hember soranî dike. Li ser zehmetîya berhevkirina keresteyên zarekî yên li Kurdistanê jî radiweste û wiha dibêje: “Ji ber têvelbûna ziman, dîn û tebeqeyên civakî yên Kurdistanê, divê em nebêjin ku li vê erdnîgarîyê tenê cureyek hafizeya zarekî heye.”[15] Anku îro jî berhevkirina keresteyên folklorîk li gelek herêman zehmet e. Îhtimaleke xurt e ku hê gelek keresteyên kurdî nehatibin berhevkirin. Ev nayê wê wateyê ku ew tune ne. Em wisa bawer dikin ku ji ber pirsgirêka berhevkirinê carinan tesbîtên şaş têne kirin.

Ji ber zarava, bawerî û mezhebên curbicur ên li Kurdistanê mirov nikare xwe bigihîne hemû der û deverên Kurdistanê û di nav van grûban de jî varyantên Memê Alan tesbît bike. Wek mînak, me destana Memê Alan li herêma Semsûrê di nav kurdên elewî de tesbît kir. Me dît ku li sahaya kurdên elewî yên li Semsûrê ev destan bi navê Memê Alan tê zanîn, lê mixabin herçiqas me ji gundan pirsî jî ji me re gotin “Gava em biçûk bûn me bihîstiye, lê niha em nizanin, nayê bîra me.”

Tê zanîn ên ku mensûbê dînê êzidî ne, tev kurdên kurmanc in. Me dît, hunermendekî êzidî jî wek kilam ev destan gotiye. Navê wî Tehsîn Xeder Feqîr e. Lê di varyanta wî de rengê destanê wek varyantên din e, kilama wî tenê bi awayekî kurt behsa evîna Mem û Zînê dike. Tê de serpêhatîya destanê tune ye. Di kilamê de Mem û Zîn ji hevdu re evîna xwe vedibêjin û kilam diqede.[16] Li gora derfetên xwe me li sahaya êzidîyan ji êzidîyan pirsî, lê me neçespand ku ev destan di nav xelkê êzidî de heye yan na. Bi qasî ku me seh kir êzidîyekî dengbêj ê bi navê Elîyê Mamed ev destan, berîya çend dehsalan, li herêma Qubînê ya Batmanê gotiye, lê wî jî ji zû ve ye ku wefat kiriye. Bi qasî ku me lêkolîn kir tu qeydîyên deng û kilamên wî neketin ber destên me.

Di destpêka berhema Lescot de tê gotin ku “Guhertoyeke vê destanê bi ermenî jî heye ku analîza wê ji hêla F. Macler ve hatiye kirin”[17] Ev yek nîşanî me dide ku ev destan di nav hin miletên ne misilman û ne kurd de jî belav bûye. Ji ber vê em nikarin vê destanê bi etnîsîteya kurd an kurmanc, an jî bi dînê îslamê bi sînor bikin, lewre ermenî hem ne kurd in hem jî ne misilman in. Ji ber vê, ne rast e ku mirov di sahaya azad a folklorê de, destanê di cihekî herêmî de hepis bike.

Heke em behsa varyantên din ên berhevkirî yên ji xeynî varyanta Lescot bikin em serê pêşî wek qayîdeyeke klasîk dibînin ku berîya Lescot jî dîsa kurdologên biyanî li ser vê destanê xebitîne. Ji hêla A. Socin ve di sala 1890î de, li Petersburgê (niha Lenîngrad), varyaneteke Memê Alan bi navê Mem û Zîn bi elmanî hatiye nivîsandin. Rohat Alakom behsa vê berhemê dike û dibêje varyanteke Memê Alan di nav berhevokekê de ye û ev berhevok ji alîyê A. Socin û E. Prym ve hatiye amadekirin [18] A. Von Le Coq piştî Socin li Elmanyayê  varyanteke vê destanê çap kiriye.[19] Oscar Mann, di salên 1906-1909an de, li Berlînê, bi elmanî û bi zaravayê soranî çap kiriye. Li gor Basil Nikitine parçeyê sereke yê koleksîyona Oscar Mann destana Memê Alan e.[20] (Nikitine gotiye Mem û Zîn lê ji ber ku ji bo destanê me navê Memê Alan tercîh kiriye, me go Memê Alan.) Hugo Makas di sala 1926an de çend versîyonên vê destanê nivîsandiye.[21] Sê kurdologên ermenî, bi sê versîyonan, li Rewanê, di sala 1933yan de ev destan çap kiriye.[22] Guhertoya me ya Memê Alan a Roger Lescot piştî varyantên jorîn di sala 1942yan de, li Bêrûdê, bi alîkarîya Celadet Bedirxan hatiye nivîsîn.

Mehmed Uzun, ji bilî varyantên hatine behskirin behsa varyanteke din dike. Uzun dibêje meriv divê li vê lîsteyê çapa ku Gerard Chaliand, bi navê ‘Antlogie de la poesi populaire Kurde’ li Parîsê derxistiye zêde bike û dibêje di vê çapa nû de, fransîya destanê hatiye sererastkirin û tevî kurdîya wê hatiye weşandin.[23] Li gora ku Lescot dibêje ji van varyantan a herî birêkûpêk ya wî bixwe ye. Nûredîn Zaza jî di pêşgotina xwe ya di pirtûka Memê Alan de ji bo varyanta Lescot dibêje ev guherto ji gişan tekûztir e.[24] Lescot, guhertoya ku qeyd kiriye piştî ku ji bîst dengbêjan guhdarî kiriye, tomar kiriye. Li gora ku Lescot di destpêka berhema xwe de jî dibêje ev destan ji hêla gelek dengbêjan ve hatiye gotin, lê yek ji wan jî bi tevahî ne birêkûpêk e.[25] Lescot, di gelek kilamên dengbêjan de ji bo destana Memê Alan kêmasîyan dibîne û dixwaze bi her dengbêjekî kêmasîyên destanê temam bike. Bi rastî jî di varyantên hin berhemên folklorîk de ev kêşe heye. Vegêrên van berheman, an berhemê kêm dizanin an qeyda wan nîvco ye yan zimanê wan nayê fehmkirin an jî kêşeyên din ên bi vî rengî hene. Wek mînak, guhertoyeke Memê Alan ji hêla Zeynelabidîn Zinar ve, di kovara Xwençeyê de hatiye tomarkirin, lê di wir de jî heman pirsgirêk heye. Lewre di dema nivîsandinê de ji ber ku şerîta kasetê xira bûye, çîrok nîvco hatiye nivîsandin.[26] Ji ber van egeran, Roger Lescot piştî ku gelek guhertoyên Memê Alan guhdarî kiriye, xwestiye yeke nû ya têkel ava bike; varyanta dengbêj Miçoyê/Mîşoyê Berazî ji xwe re kiriye bingeh, a Sebrîyê Mihacir ê li Bêrûdê jî ji xwe re kiriye alîkar û kêmasîyên van varyantan ên mayî jî bi guhertoyên din temam kiriye.[27]

Ji xeynî çend varyantên Memê Alan, bi navê Memê Alan çend berhemên din hene ku ne rasterast be jî bi vê destanê re têkildar in. Di vî warî de bi navê Memê Alan pîyesek di sala 1919an de ji alîyê Evdirehîm Rehmî Hekarî ve bi kurmancî hatiye nivîsandin, lê divê em vê destanê di kategorîyeke din de binirxînin. Lewre ji alîyê mijarê ve tu eleqeya vê pîyesê bi varyantên destana Memê Alan nemaye. Di vê pîyesê de dêyeke Mem heye û Mem zewicandî ye. Navê xanima wî Xezal e. Mem diçe şerê xaçperestan û ji bo hefteyekê ji malîyên xwe vediqete. Di pîyesê de serpêhatîya Mem ev e.[28] Digel vê yekê, nivîskar navê Memê Alan li pîyesa xwe kiriye û naveroka pîyesa xwe li gor hizir û texeyûla xwe saz kiriye. Lehengên berhemê ji bo îslamê şer dikin. Di vê pîyesê de Mem, li hember xaçparêzan neferekî micahîd e û ev leheng jîyan û hêzên kurdan ên serdema Selehadînê Eyûbî temsîl dike [29] Ji xeynî vê, ev pîyes di dîroka edebîyata kurdî de yekem pîyesa bi kurdî ye.[30]

Bi navê Mem û Zîn şanonameyek bi soranî hatiye nivîsandin. Ev berhem yekemîn şanonameya Pîremêrd e û herwiha yekemîn şanonameya soranî ye.[31] Sê çapên vê berhemê hene û ev berhem li kurmancî jî hatiye wergerandin. Şanonameya Mem û Zînê ya Pîremêrd cara ewil di sala 1932yan de di rojnameya Jîyanê de wek rêzenivîs hatiye weşandin û di sala 1934an de jî ji alîyê çapxaneya Jînê ve wek pirtûk hatiye çapkirin.[32]

1.2. Rûdan di Memê Alana Roger Lescot de[33]

Elî, Emer û Elmas Beg sê bira ne. Li bajarê Mixribê dijîn û mîrên vî bajarî ev her sê bira ne. Mezinên wî bajarî ne, lê kordûnde ne, anku zarokên wan çênabin. Rojeke Cejna Qurbanê dev ji koşk û serayên xwe berdidin, cilê derwêşan li xwe dikin û berê xwe didin çolan û wisa bêçare li dermanekî digerin. Li cihekî rûdinin, keseran dikişînin, li ber xwe dikevin û digirîn. Ji nişka ve Xocê Xidir li wan dibe beyan. Sêvekê dide wan û dibêje şûna ku hûn berê xwe bidin çolan, feqîran têr bikin, cilan li wan bikin û qurbanan bidin. Xocê Xidir dibêje piştî vê yekê jî berê xwe bidin taxa qureyşîyan û bi qewlê eshabîyan ji Elî Beg re qîza mîrê qureyşîyan bixwazin, lê dema zarokê wan çêbû bêyî min navekî lê nekin. Her sê beg, van daxwazan yek bi yek bi cih tînin. Elî Beg, bi qîza qureyşîyan re dizewice, zarokekî wî çêdibe. Heta ku Xocê Xidir beyan nebe Elî Beg nahêle kesek navekî lê bike. Xocê Xidir paşê dîsa xuya dibe û navê Memê Alan li wî zarokî dike. Memê Alan li ba melayekî diwazdeh ilm dixwîne, ji her alîyan ve wek mîrekî tê rakirin û dema dibe xortê çardeh salî wek qralê kurdan tê naskirin.

Rojekê, xelkên Mixribê li behrê cinawirekî dibînin û wî digirin. Lê dinêrin ku canîyekî behrê ye. Gazî Mem dikin, Mem dibîne ajelekî kûvî ye û kesek newêre xwe nêzîkî wî bike. Xalê Mem tê, wî hespê behrê kedî dike û ew dibe hespê Memê Alan. Navê wî jî dibe Bozê Rewan.

Li Cizîrê bi navê Zîn, keçek heye. Xwişka wê Sitî ye, birayê wê yê mezin jî Mîr Ezîn e. Zîn, Sitî û Mîr Ezîn zarokên Mîr Zengîn in. Mîr Zengîn miriye û rêveberîya Cizîrê di destê kurê wî Mîr Ezîn de ye.

Şeveke nîvê şevê, sê perîyên bi navê Tavbanû, Heyvbanû û Stêrbanû li hev dikin ku Zînê bibin bajarê Mixribê û wê û Memê Alan bigihîjînin hev. Dema Zîn razayî ye tên odeya wê, navê perîyan dixwînin û pif dikin serê. Bi rêya cin û perîyan wê hildigirin, dibin qonaxa Mem û datînin odeya wî. Çendekê her du wisa di xew de dimînin, paşê her sê perî çend ayetan dixwînin, pif dikin rûyê wan û ew ji xew radibin. Mem û Zîn li wir bi awayekî matmayî hev dibînin. Dikin nakin fehm nakin ku çi bi serê wan de hatiye. Zîn dibêje ev der koşka min e û çil û yek carîyeyên min hene, Mem jî dibêje ev der koşka min e û hezar û pênc sed kurd di bin emrê min de ne. Zîn, gazî carîyeyên xwe dike tu kes nayê, lê dema Mem gazî xortên kurdan dike tev tên ber derîyê Mem. Li ser vê yekê, Zîn li ber xwe dikeve û êdî deng nake. Mem dibêje ev hikmeta Xwedê ye, em heta sibê wek xwişk û bira rûnin û serê sibê bila şêx û mela werin mehra me bikin, em bizewicin. Wê şevê soz didin hev, gustîlên xwe bi hev diguherînin û dikevin xew. Berîya ku bibe sibeh, her sê perî Zînê vedigerînin Cizîrê. Serê sibê her du jî radibin ku dîsa li koşkên xwe ne. Gava li tilîyên xwe dinêrin û gustîlan dibînin fehm dikin ku serborîyên wan ne xewn in. Bi vî awayî dil dikevine hev. Her du jî ji kerba hev nexweş dikevin, hekîm û şêx ji bo wan tu çare û dermanan nabînin. Piştî vê yekê, Memê Alan biryar dide ku here Cizîrê, Zînê bibîne û mirazê dilê xwe û wê bike. Pêşî malbata Mem jê re dibe asteng, lê paşê lê dinêrin ku neçe, dê ji kerban bihele, destûra wî didin.

Mem bi rê dikeve, di rê de leqayî Xocê Xidir tê. Xidir, şîretan lê dike û jê re dibêje Beko bi rêya remlan dizane ku tu yê biçî Cizîrê, dê qîza xwe bişîne ser rêya te, heke were pêşîya te û bibêje ez Zîn im, jê bawer neke. Destê xwe li pişta Mem dide û xatir jê dixwaze. Qîza Beko tê pêşîya Mem, dike nake nikare Mem bixapîne, lê bela xwe ji Mem venake. Qîza Beko dibêje heke tu min jî bi Zînê re bibî Mixribê ez ê bela xwe ji te vekim û alîkarîya te bikim. Mem lê dinêre ku çare tune ye, vê xwesteka qîza Beko mecbûrî qebûl dike. Ji qîza Beko agahîyan digire ku Cizîr cihekî çawa ye û kevneşopîya wê derê hîn dibe. Qîza Beko, îtîraf dike ku bavê wê mirovekî fesad e û bi rêya remlan bi gelek tiştan dizane. Qîza Beko ji Mem re dibêje “Ji bavê min bawer neke, ji bo ku tu meqseda xwe bibî serî here cem Celalîyan. Celalî sê bira ne. Navê wan Hesen, Çeko û Qeretacîn e. Ew pismamên Zînê ne, dê karê te hal bikin.” Mem rêya xwe didomîne, pêşî rastî Beko tê û nakeve xefka wî. Paşê hêsîrekî dibîne û jê hîn dibe ku Zîn nexweş e. Hêsîr dibêje pereyên te tune bin tu nikarî li vê derê tiştekî bikî. Mem dibêje heqîba hespê min tije cewherdaş in. Hêsîr dibêje ew li vê derê pere nake û berê wî dide mezada hespan ku Mem, hespê xwe Bozê Rewan bifiroşe. Li wê derê kalekî dewlemend rastî Mem tê û nahêle wî hespê heyf bifiroşe. Ev kal jî piştî ku hîn dibe armanca Mem çi ye berê wî dide mala Celalîyan. Piştî çend lêgerîn û pirskirinan Mem xwe digihîjîne mala Celalîyan.

Li alîyê din şeş meh çêbûne ku Zîn ji kerba Mem nexweş e û di nav cihan de ye, naxwe û venaxwe. Rojekê, Zîn carîyeya xwe ya bi navê Rihanê dişîne ser Kanîya Qestelê ku jê re avê bîne û vexwe, Rihan gava diçe wir dibîne ku va ye Mem hatiye mala Celalîyan. Di cih de tê ba Zînê û xeberê digihîne wê. Zîn pêşî bawer nake, lê piştî ku qanî dibe kincên xwe yên reş ji xwe dike û bi ser xwe ve tê.

Mem, diçe cem her sê birayên Celalî, hewl dide ku derdê xwe ji wan re bibêje. Dixwaze ku derdê xwe li ba Hesen(ji her sê birayan ê mezin e) bibêje, lê dike nake nikare. Ji ber ku Çekoyê birayê Hesen, sê sal in ku bi Zînê re destgirtî ye. Ji ber vê Mem di şermê de dimîne. Hesen soz dide Mem ku di dilê wî de kî hebe jî dê alîkarîya wî bike, lê dinêre ku Mem sira dilê xwe eşkere nake, nizane dê çi bike. Birayê Hesen ê biçûk, Qeretacîn, ji Hesen re dibêje jixwe Zîn ji nexweşanîya xwe xilas bûye û xeber şandiye qîzên Cizîrê ku tev de biçin Kanîya Qestelê. Dema diçin ser kanîyê, Zîn û hemû qîzên Cizîrê bi hev re diçin û di ber mala Hesen re derbas dibin. Li hêvîyê dimînin ku qîz derbas bibin û ew jî bi dizîka li Mem binêrin ku serdilka Mem kîjan e. Mem, ji paceya Sitîyê (Sitî, jina Hesen e û xwişka Zînê ye.) Zînê dibîne û aqil diavêje. Celalî vê yekê dibînin û fehm dikin ku serdilka Mem, Zîn e. Birayên Celalî; Hesen, Çeko û Qeretacîn soz dane ku mêvanê wan kî jî biecibîne dê wê ji Mem re bînin heta dibe ku ev kes jina Hesen, Sitî be jî. Çeko jî gotiye ku ew kes Zîna destgirtîya min be jî ez ê bidim Mem, lê piştî ku hîn dibe serdilka Mem, Zîn e; xîreta wî tehemûl nake ku destgirtîya xwe ya sê salan bi destê xwe teslîmî mirovekî xerîb bike. Ji ber vê herçiqas soz dabe birayên xwe jî, ji soza xwe vedigere, li ber kekê xwe Hesen radibe û dibêje ez vê yekê qebûl nakim. Çeko, bi Hesen û Qeretacîn re pev diçe. Piştre Çeko ji kekê xwe yê mezin ji Hesen lêborîna xwe dixwaze û li hev tên. Çeko, destgirtîya xwe ya sê salan ji bo Mem feda dike û her sê bira bi hev re heta dawîyê piştgirîya Mem dikin. Hesen, ji Mem re dibêje biçe ser Kanîya Qestelê û qîza ku tu ji xwe re biecibînî, bîne. Mem diçe, ji nav hezar û du sed keçikan Zînê nas dike. Herçiqas jinên Cizîrê yên Kanîya Qestelê hêzara(çarşev) xwe ji ser rûyê xwe rakin jî Zîn serê pêşî hêzara xwe ranake heta ku Mem wê qanî dike. Li vir li ser zewacê diaxivin, hezkirinên xwe ji hev re dibêjin.

Li alîyê din Celalî, di meraqa Mem de ne û dest bi hesabên zewaca Mem û Zînê dikin. Çeko û Qeretacîn diçin pey Mem ku wî bînin, dibînin ku ebebozên(xelkên Cizîrê) Cizîrê bi hevdîtina Mem û Zînê hesîyane û gihîştine hev ku biçin zirarekê bidin wan. Birayên Celalî Mem xilas dikin û tînin mala Hesen, Zîn jî vedigere qonaxa xwe.

Beko wezîrê mîrê Cizîra Botan e û ji Celalîyan aciz e. Piştî hevdîtina Mem û Zînê dizek vê xeberê digihîne Bekoyê Ewan. Beko dizane ku mîr jî ji hebûna pismamên xwe yên Celalî aciz e, nebûkarîyan (îftîrayan) li wan dike û ji mîr re dibêje Celalî dixwazin qralê kurdan, Memê Alan, bixin şûna te. Mîr sor dike û wî qanî dike ku planekê bi hev re çêbikin. Plana Beko ew e ku gazî Mem û Celalîyan bike, xwarinekê bide wan, di kêlîya xwarinê de fermaneke sixte bîne, di wê fermanê de bibêje şerê eceman dest pê kiriye û berê her kesî bide rêwîtîyê û di wê kêlîyê de jî jehra maran têxe nav xwarina Mem û wî bikuje. Mîr, Beko, birayên Celalî û Mem bi hev re diçin seferê, planên Beko heta ku diçin şer bi ser dikevin, lê di rêya seferê de Mem xwe bi qestî birîndar dike û vedigere Cizîrê, cem Zînê. Beko jî bi hevkarîya mîr fermaneke din a sixte derdixe ku tê de dibêje şerê eceman xilas bûye. Siwarîyên wan jî vedigerîne Cizîrê. Di vê navberê de Celalî ditirsin ku dema bigihîjin Cizîrê, mîr bi ser Mem û Zînê de bigire û xwîn birije. Hesen, ji birayên xwe re dibêje hûn her du bi qestî bikevin pêşbazîya hespan, berî me xwe bigihînin Cizîrê û xebera Mem û Zînê pê bixin ku va ye mîr tê, bila tevdîra xwe bigirin. Dema birayên Celalî hespê xwe dibezînin, Beko fehm dike ku dê Mem xilas bikin, ji mîr re dibêje ku heqê her kesî ye zû bigihîjin malbata xwe û nahêle birayên Celalî zûtir herin, hemû siwarî hespê xwe dibezînin û tev bi hev re digihîjin Cizîrê. Dema mîr tê koşka Zînê Mem ji nişka ve, Zînê di bin hewranîya (kurk) xwe de vedişêre. Mîr dema dibîne ku Mem li mala wî ye zehf aciz dibe. Sitî tê, Mem gulîyên Zînê di bin hewranîya xwe de nîşanî Sitîyê dide û Sitî di cih de baz dide ba Hesen û xebera wî pê dixe. Dema Hesen tê, Mem ji dûr ve gulîyên Zînê şanî Hesen jî dide û Hesen dibîne ku va ye Mem û mîr nîqaşê dikin û dê rabin hev. Hesen, li ser vê yekê dibeze mala xwe, pez û dewaran dide ber şûran û Sitîyê dişîne cem mîr ku bi hawara wî ve were. Armanca Hesen ew e ku bala mîr bikişîne ser xwe, wî ji koşkê derxe û di wê kêlîyê de Zîn ji bin hewranîya Mem derkeve û Mem û Zîn ji xezeba mîr xilas bibin. Sitî, meseleyê ji mîr re dibêje. Mîr dike ku here ba Hesen, lê Beko nahêle ku here. Beko ji mîr re dibêje ev xefka Celalîyan e, heke tu herî her kes dê bibêje ji ber qralê kurdan revîya, mîrîtîya te dê ji destê te here. Hesen dibîne ku mîr nayê agir berdide qesr û qonaxan, lê dîsa Beko dibe asteng ku mîr here. Hesen dinêre ku nabe, vê carê milê kurê xwe yê biçûk digire û wî diavêje nava agir. Sitî vê neqlê bi dilekî şewitî dike qêrîn û hawara xwe digihîne mîr. Herçiqas dîsa Beko bixwaze pêşîya Mîr bigire jî mîr şiqamekê lê dixe û diçe bi hawara Hesen ve. Di wê kêlîkê de Zîn ji bin hewranîya Mem derdikeve, xwe di paceyê de berdide odeya carîyeyan. Beko vê dibîne û dike hawar ku mîr pê bihesîne. Mîr bi dengê Beko ve tê û jinekê dibîne ku xwe di paceyê de berdide, lê baş nabîne ku ew jina wî ye yan xwişka wî Zîn e. Şûrê xwe dikişîne û berê xwe dide Mem ku wî bikuje, Mem jî şûrê xwe dikişîne û radibin hev. Sitî vê dibîne, baz dide ba Hesen û jê re vê meseleyê dibêje. Hesen, îcar biryar dide ku her tiştî eşkere ji mîr re bibêje. Hesen, tê ba mîr û dibêje hal û meseleya Mem û Zînê ev e, ew ji hev hez dikin û em jî dixwazin ew bigihîjin hev. Mîr aşt dibe. Bi hev re diçin agirê ku Hesen dadabû ditemirînin. Ji ber ku kurê Hesen û Sitî jî di nav agir de mabû, Sitî li ser kurê xwe digirî. Mem diayekê dike, bi awayekî mucîzevî kurê Hesen ji nav agir derdixe ku tiştek bi wî zarokî nehatiye.

Li alîyê din ecem dikevin sînorên kurdan û mîr gazî Celalîyan dike ku herin şerê eceman. Celalî diçin, xanîyên xwe teslîmî Mem dikin. Çûna Celalîyan ji Beko re dibe fersend û dike ku mîr leyistika kişikê deyne û gazî Mem bike. Mem û mîr bi kişikê dileyizin, Mem sê destan ji mîr dibe. Mem dike bi ser bikeve, lê ji bo Mem bi ser nekeve Beko cihê Mem û mîr diguherîne ku berê Mem bide Zînê û Mem di lîstikê de bi ser nekeve. Mem, Zînê dibîne û aqil diavêje, mîr şeş destan jê dibe. Piştî Mem têk diçe li gor bazara wan wî diavêjin zindanê. Mem sê rojan di zindanê de bê nan û av dimîne. Di van sê rojan de kesek xeberê ji Mem hilnayîne. Zîn dikeve şînê. Sitî, xulaman dişîne der û deveran, lê kesek Mem nabîne. Roja sisêyan qîza Beko hinareke bijehr dibe Zînê û dibêje Mem di zindanê de ye, ez hevala we me, ji bo ku Mem baş bibe divê vê hinarê bixwe. Zîn radihije hinarê, diçe zindanê û wê hinarê dide Mem. Berîya ku Zîn biçe zindanê, kalê Mem hatiye xewna wî û Mem, bi rêya xewnê ji kalê xwe hîn bûye ku di wê hinarê de axûya maran heye. Ji Zînê re dibêje ev hinar jehrîn e, lê herçiqas Zîn bixwaze jê re bibe asteng jî Mem wê hinarê bi zanebûn dixwe. Ji Zînê re dibêje tu yê jî heft rojên din li pey min werî û em ê li axretê bigihin hev. Mem dimire. Zîn xebera mirina Mem dişîne ji Sitî re. Sitî, Bozê Rewan ji tewlê derdixe, Mîr Şemê pismamê xwe lê siwar dike, bi kaxizekî quncika wî şewitî xeberê dişîne Celalîyan. Celalî ji şerê eceman vedigerin. Mem li Cizîrê vedişêrin. Celalî dixwazin ku mîr bikujin, lê Zîn nahêle. Zîn; reşa xwe girêdide, ji kerban porê xwe kur dike, dikeve nav cihan û heft rojên din dimire. Zîn li rex Mem vedişêrin. Zîn piştî mirina xwe tê xewna mîr. Mîr diçe ser tirba wan, dibîne ku va ye Mem û Zînê destên hev girtine. Mîr li ser vê yekê, li kirinên xwe poşman dibe, fermana kuştina Beko derdixe. Beko direve çolan, xwe vedişêre. Paşê ji alîyê bexçevanekî ve tê dîtin. Baxçevan, bi micirfa(bêr) xwe derbekê li serê wî dide, xwîn ji serê wî tê û direve. Dema baxçevan dide ser Beko ku wî bikuje; Beko, di wê kêlîyê de di nav tirba Mem û Zînê re derbas dibe û dilopek xwîna Beko dikeve navbera Mem û Zînê. Ji wê çilka xwînê strîyeke mezin şîn dibe û destên Mem û Zînê ji hev diqetîne.

Celalî biryarê didin ku xebera malbata Mem pê bixin ku Mem miriye, mîr Şemê pismamê xwe li hespê Bozê Rewan siwar dikin, şûr û cilên Mem didinê û berê wî didin Mixribê. Ji ber ku Bozê Rewan hespekî ji xeybê ye, bi rêya Mixribê dizane. Mîr Şem digihîje Mixribê, xebera mirina Mem dide Mixribîyan, şûr û cilên wî teslîmî wan dike. Piştî ku sê rojan şînê digirin, Beglîyê kurê xaltîka Mem siwarîyan amade dike û bi hev re tên Cizîrê. Beglî û siwarîyên wî, pêşî serdana gora Mem û Zînê dikin, şîna xwe digirin. Piştre Beglî; Mîr Şem, Mîr Ezîn û Celalîyan dide alîyekî, emir dide leşkeran, sê roj û sê şevan bajarê Cizîrê wêran dike. Paşê Beglî dîsa diçe ser tirba Mem, jê re dibêje me heyfa te ji wan hilanî. Li dawîyê Beglî li Bozê Rewan siwar dibe û bi leşkerên xwe re vedigere Mixribê.

1.3. Koka Dîrokî ya Destana Memê Alan

Memê Alan, destaneke folklorîk a kevnar e. Ev destan di nav gel de wek Memê Alan an jî Mem û Zîn tê zanîn. Lê tê dîtin ku herçiqas du navên wê hebin jî di varyantên di nav gel de Memê Alan û Mem û Zîn heman destan in. Tenê li gor herêman varyantên wan ên cuda peyda bûne. Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî li ser varyanteke Memê Alan a folklorîk/çîrokî ava bûye. Lê dema lêkolînê me dît ku di lîteratûra kurdî de dema Mem û Zîn tê gotin mesnewîya Ehmedê Xanî tê fehmkirin, Memê Alan bê gotin a folklorîk tê fehmkirin. Kurdologên wek Roger Lescot û Joyce Blau jî li ser vî fikrî ne ku Memê Alan a folklorî ye, Mem û Zîn mesnewîya Ehmedê Xanî ye.[34] Celadet Bedirxan jî ji bo ya folklorîk dibêje Memê Alan, ji bo mesnewîya Xanî jî wiha dibêje: “Ji esera Xanî re Memozîn dibêjin. Ev gotin ji du bêjeyan bihevketî ye. Mem û Zîn; navên qehremanên çîrokê. Lê melayên kurdan ew xistne şikilê Memozîn û îro jê re Mem û Zîn bêtir Memozîn tête gotin.”[35] Em jî di vê xebata xwe de li pey van kurdologan çûn; ji bo ya gelêrî me go Memê Alan, ji bo mesnewîya Ehmedê Xanî me go Mem û Zîn.

Ji bo destana Memê Alan di nav gel de bawerîyeke wisa heye ku ev destan li Cizîrê qewimîye. Yek ji delîla gel a herî xurt ew e ku gorên Mem û Zînê li Cizîrê ne û îro jî her roj bi dehan an bi sedan mirov diçin serdana gorên wan. Anku gel wisa bawer dike ku bûyerên vê destanê rast in. Wekî ku me li jorê dîyar kiriye Leyla û Mecnûn bi bingeha xwe ji çîrokeke erebî ye. Li gor tê gotin ku helbestvanek bi navê Qeys li ser dotmama xwe Leyla helbestên evînî gotiye û ev çîrok paşê bûye yek ji mesnewîyên herî navdar ên erebî û Rojhilatî. Mimkun e ku Memê Alan jî li ser bûyereke rasteqîn ava bûbe û hêdî hêdî di folklora kurdî de varyantên wê yên din çêbûbin û pirole lê hatibin zêdekirin. Herçiqas em li ser dîroka derketina vê destanê ne xwedî agahîyên teqez bin jî em pê dizanin ku di Memê Alan de pirolekirin gelek in, ji ber ku hin bûyer û qewimînên vê destanê bûyerên dûrî rastîya jîyanê ne. Lê hin beş jî hene ku herçiqas dûrî rastîyê xuya bin jî mimkun e ku di bawerîyên berê yên kurdan de hebin û di wan zemanan de di nav destanê de bi cih bûbin. Anku ev pirolekirin dibe ku bi vê mijarê re têkildar bin. Wek mînak; Tavbanû, Heyvbanû û Stêrbanû hene ku ev perî wek xwedawendên cuda yên wek Yewnanan xuya ne.

Em li gor dîrokê li rastî yan jî xeyalîbûna vê destanê binêrin divê em li pey şopa hin navên lehengên destanê bikevin. Lewre bi alîkarîya dîrokê mirov dikare hin hêmanên destanê şîrove bike û herçiqas ne teqez be jî mirov dikare bibe xwedîyê fikrekî. Mirov dikare ji navê Mem dest pê bike. Dîyar e ku Mem kurtkirina Mihemed e. Mihemed jî navê wî pêxemberî ye ku wî îslam damezirandiye. Heke em werin ser paşnavê Alan, wek tê zanîn di dîrokê de paşnavên kurdan; herêmên wan, eşîrên wan, navê bavê wan, carinan jî navê dêya wan sembolîze dikin. (Ev nerît herçiqas îro wek berê ne xurt be jî hê jî di nav gund û warên kurdan de berdewam e.) Ji bo paşnavê Alan, mirov dikare heman tiştî bibêje. Nûredîn Zaza, ji bo vê paşnavê di pêşgotina çapeke Memê Alan de wiha dibêje: “Kurdên Îranê ji welatê navbera Suleymanî û Bane re jî Alan dibêjin. Navê çemê ku, li dora Rewandizê, ji Kalêfan derdikeve Alûna ye. Dîroknivîsekî romanî, Pline (Plîn) jî behsa miletekî Alûnî dike ku li wan deran rûdinişt. Lê her wekî tarîxa Kurdistanê û nemaze ya rûniştimanên wê baş ne hatiye ders kirin, di vî babetî de jî zanîna me bi tenê texmînî dimîne.”[36]

Lescot, ji bo paşxaneya bikaranîna paşnavê Alan wiha dibêje: “Navê Alan piştî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ketiye devê dengbêjan. Her wekî bavê Memê berdevkê mîrê Botan bû û di şeran de ala wî hildigire ev leqeb li Mem tê kirin. Di wextekî de bakurê Qefqesya ta çemê Tûna di destê miletê Alen de bûye. Dîroknivîsên Rojhilat Alen kirine Alan.”[37] Li gor Lescot mesnewîyê bandor li ser a gelêrî kiriye. (Lescot ji alîyekî ve dibêje navê “Alan” ji peyva “Al” anku “beyraq” tê, ji alîyekî ve jî behsa grûbeke bi navê “Alen” dike û dibêje peyva “Alan” ji vir tê.)

Li gor Celadet, Mem û Zîna Xanî bandora xwe li ser Memê Alan kiriye. Celadet wiha dibêje: “Belê feqehên ko di medresan de Memozîn dixwendin, di civatên begler û axeleran de qesîdeyên Xanî bi saz û qeyde digotin. Dengbêjên ko di wan civatan de qesîdeyên Xanî seh dikirin hin birên wan qesîdan bi islûbên xwe dixistin kilam û stranen xwe û bi vî awayî di Memê Alana di wî walatî de hin tişt dihatin guhartin. Bivê nevê wan dengbêjan qesîdeyên Xanî xelet û li gora xwe seh dikirin û stranên xwe bi vî terzî diedilandin. Bi vî awayî Memê Alana xelkê ji Memozîna Xanî carina tiştine welê digirtin ko Xanî ew bi xwe tucaran ne goti bûn.”[38]

Li gor Hikmettin Attı, piştî ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî hatiye nivîsandin, ji ber bandora vê mesnewîyê hin varyantên Memê Alan wek Mem û Zîn hatine binavkirin.[39] Nûredîn Zaza jî dibêje hinek dibêjin ev nav piştî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ketiye devê dengbêjan.”[40]

Lescot, piştî ku îhtimala rastbûna destanê dinirxîne û dibêje ku di destê me de agahîyên wisa teqez tune ne ku em hîpotezekê li ser bingeha Memê Alan formulîze bikin û behsa çîrokeke arkaîk a ku di nav barbarên Asyayî de tê vegotin dike. Di vê çîroka Zariadres (mêr) û Odatis (jin) de tê dîtin ku honaka vê çîrokê û ya Memê Alan gelekî dişibin hev. Ji vir em pê derdixin ku Lescot wisa difikire ku destana Memê Alan jî bingeha xwe ji serdemên arkaîk digire. Bi giştî ji bo berhemên folklorîk di lîteratûra folklorê de ev fikir serdest e ku berhemên folklorîk di nav xwe de hêmanên antîk ên dîroka wan nedîyar dihewînin.

Lescot, di destpêka berhema xwe de şecereya Mîr Ezîn jî derdixe û li gora ku ew dibêje di dîroka Kurdistanê de du Mîr Ebdal hene û îhtimal e ku Mîr Ezîn kurê yek ji van mîran be. Hin lêkolînerên wek Ebdurreqîb Yûsif,  H. Mem û Alaeddîn Seccadî angaşt dikin ku dîroka qewimîna vê destanê kifş e. Ebdurreqîb Yûsif wiha dibêje: “Koçkirina van her du aşiqên kurd ên nemir; Memê Alan û Sitiya Zîn, di sala 854ê hicrî (1451ê mîladî) de bûye.”[41] Digel vê yekê Ebdurreqîb Yûsif wisa bawer dike ku evîna Mem û Zînê li Cizîrê qewimîye anku li gor wî ev bûyer rast e.[42] H. Mem dibêje di sedsala 11, 12, 13an de herî zêde di çardehan de ev destan çêbûye.[43] Alaeddîn Seccadî jî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de dibêje ev bûyer di 1350î de çêbûye.[44] Ev lêkolînerên ku behsa wan tê kirin li gor xwe angaştên xwe dispêrin hin bûyer û qewimînên dîrokî û xwe digihînin van encaman, lê her çi be bila bibe ji bo berhemeke wiha ku di erdnîgarîyeke berfireh de, bi gelek varyantên xwe bêserûber belav bûye; îdiakirina dîrokeke kifşkirî li derveyê zanista folklorê ye. Lewre ji bo gelek berhemên folklorîk ev helwest ne helwesteke zanistî ye. Mirov dikare li pey şopa wê ya dîrokî bikeve, lê nikare rasterast dîroka bûyeran derxe û bibêje ev bûyer li filan derê, di filan dîrokê de qewimîne. Lewre berhemên folklorîk bingeh û jêderka xwe di nav dîrokê de winda dikin û rêça wan ewqas ne zelal e. Heke jêderka wan bûyereke dîrokî be û ew bûyer bi rastî qewimîbin jî bi demê re ji wê rastîyê dûr dikevin, teşeyeke nû digirin. Ji ber van egeran divê mirov îdiayên wisa teqez neke û misêwa derîyekî vekirî bihêle.

Nûredîn Zaza, li ser bingeha vê destanê wiha dibêje: “Bingehê wê ji Isa pêxember pir wê da ye, lê avahiyên bêhejmar li ser hatine danîn û gelek rengareng bûye.”[45]  Zaza dibêje Melayê Cizîrî jî di berhema xwe de behsa Mem dike û dibêje li gor dîroknivîsê Danîmarkî yê Îrannas ê bi nav û deng A. Christensen, destaneke wek a Memê Alan, hezar sal berî Îsa pêxember di nav miletên arî de pir belav bûbû.[46] Qesta Zaza ya ji vê destana arî, destana Zariadres û Odatis e ku Lescot jî behsa vê destanê dike. Zaza dibêje li gor dîroknivîsê danimarkî Christensen; wek gelek çîrok, destan û efsaneyên Îranî, ev çîrok jî ji Rojhilat hatiye Rojava.[47] Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku Zaza jî li ser fikrê Lescot e.

Li gor teorîya rêbaza morfolojîk a Propp, kok û dîroka çîrokê zêde ne girîng e, anku ne girîng e çîrok li ku derê, kengî û ji alîyê kîjan civakê ve hatiye afirandin û belav bûye.[48] Ya girîng fonksîyona wan e û wî xwestiye rayên van fonsîyonan derkevin holê.[49] Rêbaza wî li ser du bingehan ava bûye: Yek fonksîyon, a din jî rol e. Fonksîyon li gor Propp, parçeyên bingehîn ên çîrokê ne, rol jî bi tevahî heft heb in. xayîn, bexşger, alîkar, prenses, fesad, leheng, lehengê derewîn.[50] Dema em dêhna xwe bidinê, piranîya van rolan di gelek çîrok û destanên kurdî de hene (destana Memê Alan jî tê de). Lê ev rêbaz nemaze ji bo çîrokên kurdî yên cin û pîrhevokan maqûl tê dîtin.[51]

Wek tê zanîn li ser rûyê erdê bi zêdebûna mirovan; dîn, ziman û neteweyên jihevcuda derketine holê. Îdiayek ew e ku hemû mirov ji mirovekî zêde bûne. Li ser vê mijarê mirov bixwaze hinekî bifikire û berê xwe bide ramanên hin folklornasan, dê were dîtin ku paşxaneya berhemên folklorîk jî têkildarî hev in. Di vî warî de em dikarin behsa teorîya dîrokî – erdnîgarî (yan jî fînî – erdnîgarî) bikin, lewre kesên ji vê ekolê li pey koka çîrokan gerîyane û li ser vê çend tesbît kirine. Ev teknîk, ji teorîyê bêhtir wek metodekê tê binavkirin.[52] Li gor vê metodê çîrokeke ku di nav sedan varyantan de belav bûye, divê koka xwe ji dahênandineke bîrewer standibe û ev tişt di wextekî de û di cihekî de çêbûbe.[53] Piştî vê jî ev çîrok divê ji cihê ku hatiye afirandin di nav kembereke her ku diçe fireh dibe de gerîyabe û bi vî awayî berdewam kiribe.[54] Li gora ku Bedran Hîkmet vediguhezîne “Damezirînerên ekola dîrokî-erdnîgarî, Julius û Kaarle Krohn îdia kirine ku vegotinên gelêrî ji dereke dîyar dertên û li herêmên dî û çandên dî belav dibin jî Tylor, Lang û Frazer ne bi vê nêrînê re ne. Bi nêrîna wan, li her devera cuda, çand û folklor bi rengekî paralel pêş ketiye.”[55] Folklornas Edward Tylor li ser vê hevparîyê wiha dibêje: “Dema em mîtên manendî hev ên herêmên cuda, ji bo berawirdîyê bisenifînin bi saya lêgerînên ku hatine çêkirin, di pêvajoya afirîner a mîtolojîk de em dikarin li pey şopa qanûneke wisa bikevin ku xwe dubare dike, birêkûpêk e û li gor aqil e.”[56] Em ji vê tesbîta Tylor û yên ku wek wî difikirin fehm dikin ku hevterîbîyek (paralel) di navbera folklorên neteweyan de heye. Rexnegirê edebîyatê yê navdar ê Kanadayî Northrop Frye (1911-1991) di berhema xwe ya Anatomy of Criticism de angaşt dike ku ne tenê cureyekî edebîyatê, hemû cureyên edebîyatê, ji mîtan, bi taybetî ji jîyana lehengên mîtan hatine der.[57] Li gor hin folklornasan koka vegotinên gelêrî ji mîtan tê, li gor hinan jî koka wan ji rîtuelên dînî tê û wan rîtuelan jî mît li dora xwe afirandine. Li gora ku Hîkmet vediguhezîne Edward Tylor çespandineke wiha jî dike: “Di nava hemî civakan de ji alîyê rengê jîyînê, têgihên kevneşopî, dînî û edebî ve gelek lihevçûn hene. Sedema vê rewşê ev e ku bingeha tebîet, zêhn û ramana mirovan û pêşketina çanda mirovahîyê gelek dişibe hev.”[58] Ji bo vê angaştê em dikarin mînakekê bidin. Wek me di beşên xebata xwe de dîyar kiriye Memê Alan bingeha xwe ji serdemên arkaîk digire û gelek alîyên hevpar ên vê destanê û destanên Rojava hene. Rudenko, di nivîseke xwe de behsa romaneke fransî ya bi navê Trîstan û Îzolda ya sedsala 20î dike. Di vê berhemê de hêmanên wisa hene ku hem di Mem û Zîn û di Memê Alan de hene hem jî di nav folklora miletên din de hene. Rudenko ji bo van manendîyan wiha dibêje: “Qesta me binaxkirina Trîstan û Îzoldayê û tûmê li ser gora wan şînbûyî de ne, ku koka wê di navbera bedena wan de ne. A. N. Vêsêlovskî destnîşan dike ku ew bûyer di nav gelê Kêltan de jî heye. Em wê jî bibêjin ku di romana Kurdan a der heqê Mem û Zînê de, li wir, ku behsa binaxkirina wan tê kirin, tê şîrovekirin ku çawa di dema çalkirinê de Bekirê Ewan ê ji Mêrgewerê (ku paşê bi heqî tê kuştin) xwe li ser cenazê wan qûz dike û dilopeke xwîna wî diniqûte navbera cendekên Mem û Zînê û çawa ji wê dilopê tûmek şîn dibe û ew tûm wan dûrî hev dixe, destê wan ji hev dike (Ev bûyer di folklora gelê Yagnoban de jî derbas dibe).”[59] Di vê xalê de em mînakeke din bidin, em dibînin ku çîrokek ji alîyê Mustafa Aslan ve li herêma Mêrdînê hatiye berhevkirin ku ev çîrok û çîroka Oedipus jî ji hin alîyan ve dişibin hev. Ev çîroka ku Bedran Hîkmet sernavê wê wek Qedera Xwedê lê dike, ji alîyê Ramazan Pertev ve ji ber hevbeşîya wê ya bi çîroka Oedipus, wek Odîpusa kurdî tê binavkirin.[60] Mirov dikare bi vê mînaka Qedera Xwedê bibêje ku di hemû vegotinên folklorîk de ev tişt rewşeke asayî ye. Lord Raglan ku damezirînerê teorîya mît-rîtuel e[61] Li gora ku Bedran Hîkmet vediguhezîne li ser vê meseleyê wiha dibêje: “Di destpêkê de rîtuelên ayînî, rîtuelên qurbanîkirinê, bi taybetî jî rîtuelên qurbanîkirina mirovan hebûn. Dûre ev rîtuelên ayînî vedigerin formeke vegotinî an jî li dora wan vegotineke mîtîk tê rapêçan û ew dibin mît.”[62] Anku li gor Raglan pêşî rîtuelên dînî hene, paşê mît ji wan çêbûne. Mît jî ne tenê hêmanên neteweyî ne, ev mît mîrateyên gerdûnî ne û malê hemû cîhanê ne.

Mehmed Uzun di zarokatîya xwe de li çîroka dengbêjekî guhdarî dike, piştre dibîne ku di Seyahatnameya Evliya Çelebi de jî çîrokeke bi vî rengî heye. Difikire û dibêje ne mimkun e ku vî dengbêjî berîya sedan salan ev çîrok ji Evliya Çelebi guhdarî kiribe û ne mimkun e li derekê xwendibe jî, lewre ew dengbêj bi xwendinê jî nizane. Dibêje motîf û temayên vegotinên Asûr-Babîlan û yên Gilgamêş jî di Tewratê de hene û mînakên bi vî rengî rêz dike.[63] Uzun, vê yekê wek serpêhatîyên însanî dibîne û wiha dibêje: “Di hemû deman de serpêhatîyên însanî yên mirovan gerdûnî ye. Hestên wan, jîyanên wan, bertekên wan, xeyalên wan, arezûyên wan, fantazîyên wan digel hemû taybetî, çêj û rengên herêmî bi ser sînoran dikevin. Însan û serpêhatî û hestên însanî me tevan eleqedar dike, em hemû hêmanên wê yên pir biçûk û pir bê qedir in. Ji ber vê yekê vegotin jî gerdûnî ne. Vegotin, kelam û cîhana vegotinê; bi awayekî nepenî ji astengî, sînor û deman derbas dibe û digihe hemû derên cîhanê. Dem diguhere, serdem, heyam û jenerasyon diguherin. Lê vegotin, kelam, deng, mirov, ku her yek ji van parçeyek ji me ye, dimînin.”[64]

Wek encam, tiştê ku mirov dikare bibêje ev e ku vegotinên folklorîk malên hemû cîhanê ne. Îro li ser rûyê erdê di gelek vegotinên gelêrî de hevşibîn hene û ya girîng jî ev e. Îhtimal heye hin hêmanên folklorîk ji serdemên arkaîk hatibin û xwe gihîştandibin roja me. Tê dîtin ku berhema Memê Alan jî para xwe ji van hêmanên arkaîk û mîtolojîk girtiye û ew hêman bi xwe ve kaş kirine ber bi roja îro.

1.4. Destana Memê Alan ji Alîyê Sêwirandinê (Şayesê) ve

Destana Memê Alan ji hêla sêwirandinê ve xurt xuya ye. Em wisa hizir dikin ku ev taybetîya wê ji folklora kurdî ya xurt tê. Ji ber ku folklora kurdî bi taybetî ji hêla şayesên xwezayê ve bihêz e. Em van taybetîyan di gelek beşên destanê de dibînin. Ev şayes, çi fîzîkî be çi xwezayî be, ferq nake. Dema vegêr an jî dengbêj dest bi şayesê dike wê dîmenê bi awayekî realîst tîne ber guhdaran ku guhdar di nava destanê de winda dibin û dikevin nav cîhana destanê ya realîst. Pêkanîna vê rewşê bi behremendîya dengbêj ve girêdayî ye. Em dikarin bibêjin ku vegêrê destana Memê Alan a Roger Lescot jî xwedîyê vê qabilîyetê ye. Dengbêj Miço, dema Bozebelîyên Cizîrê heybeta Mem dibînin wê dîmenê wiha radixe ber çavên me:

“Gava wan dît bi ser wan de hat siwarekî mîna padîşane

Gişkî rabûne ser lingane, bi hev re dikin gotin û şorane

Digotin: “Emê ji vî ra bigrin qedreke girane

Belkî merhemet di dil keve, bi me bide xerciyekê û çend perane!”

Gişkan bi edeb, mîna eskerê dewletê sekinîn û qor girêdane.[65]

 

Di hin beşên destanê de tê dîtin ku dîmeneke bi coş û peroş li ber çavan tê raxistin. Guhdar, xwe di nava wê atmosfera bicoş de dibîne û hestîyar dibe. Yek ji van mînakan, dema mîr û siwarîyên wî ji şerê eceman vedigerin, derdikeve holê. Bezîna hespên wan wiha li ber çavan tê raxistin:

Hema bi xwe, hesp rakir çargavî tevî Bekoyê Şeytane

Dema siwaran dît mîr çû, tev da li pê bûne rêz mîna refê qulingane

Beko digot: Hîn niha hespê ji hev bi der kevin, wê xweya be kihêl kîjane

Bûbû qîre qîra siwaran li ser pişta kihêl û nijdiyane

Mîr Ezîn û Beko ketibûn pêş giyane

Siwarên bergîran di par ra dimane

Pêşî û paşiya siwaran ji hev nedibûn xweyan bi çavan e

Heya di wan va xewinî Cizîra Botane.”[66]

 

Di destanê de mekan jî tên sêwirandin û em hîn dibin ku Mixrib bajarekî çawa ye. Wek mînak, dema Mem behsa xwe, qonaxa xwe û bajarê xwe ji Zînê re dike, ji şayesên vî bajarî em hîn dibin ku ev bajar li kêleka behrê ye. Dema perî Zînê tînin odeya Mem, Mem jê re qonaxa xwe disêwirîne û wiha dibêje:

“…Ev her diwanzde ode mexsûsî van celeb meriyan e

Di qata ortê da rûdinin derebegî û mezinên kurdane

Di qata sisiyan de rûdinin xortên wekî min, salê wan sêzde ne hîn nuh pêkirine çardane.”[67]

 

Qata jortirîn wek a Mem were hesibandin em ji vê şayesê hîn dibin ku koşka Mem sêqat e û di her qatekê de li gor payeya xwe endamên vê qonaxê rûdinin.

Digel van şayesên jorê yên wek mekan, kes hwd. di destanê de şayesên fîzîkî yên mirovan zêde xuya nakin. Dengbêj digel ku şayesên mirovan, rewş û tevgera wan dibêje jî zêde behsa dêm û rûyên tîpên destanê nake. Em van şayesan di lehengên sereke yên destanê de jî nabînin. Wek mînak, em dizanin ku Mem yekî zehf bi heybet e, qeşeng û çeleng e; lê em nizanin bejn û bala wî, sûretê wî çawa ye. Lê Zîna lehenga duyem a destanê, di beşekê de ji hêla dirûvê xwe ve tê şayesandin û di hişê guhdaran de wêneya wê tê xêzkirin. Dema Mem cara ewil çav bi Zînê dikeve, dengbêj wiha behsa hizin û cemala Zînê dike:

“Nihêrî ko ne cin e, ne perî ye, esil beşer e û insan e

Çavê reş û belek, birî û bijangan xwe berdane ser kêlekê rûyane

Eniya gewr e, madenê zîvane

Biskên birewa xwe berdane ser hinarikên rûyane

Bisk û qeter berdane ser guliyane

Xwe berdane ser textê piştê û qolincane

Taximekî hûr jê re wûnane, berdane ser pêsir û sepetê derziyane

Serên bisk û guliyên sor mîna serê marê teyar badane

Ew çende hişk in weke pola ne

Ko li zengûyên hespan kevin, wê qul kin, têkevin parxanê heywane.”[68]

 

Ji vir dîmeneke Zînê ya dirûvî li ber çavên me xuya dibe, lê ji bo Mem di destanê de em rastî pasajeke wiha nehatin. Ji bo Beko jî tenê tê gotin ku rûspî ye û ’emrê wî gihaye heftê û pêncan.[69] Ji bo kesên din ên destanê em şayesên dirûvî nabînin, bêhtir behsa helwestên wan ên çê û xirab tê kirin.

Divê em bibêjin ku di mînyaturên Şerefnameyê de du tabloyên di heqê Mem û Zînê û bajarê Cizîrê de hene ku Ebdurreqîb Yûsif di pirtûkeke xwe ya di heqê van tabloyan de, dema van tabloyan şîrove dike; em fîzîka Mem, Zîn (li gor Yûsif îhtimal e ku kesa wek Zînê xuya ye, qîza Beko be jî) û Beko tê de dibînin.[70] Di van mînyaturan de Mem xortekî dirêj û bisimbêl e, Zîn jî wek keçeke ciwan a li ber şetê Cizîrê hatiye xêzkirin. Li gor Yûsif, Beko jî li pişt Zînê, ji quncikekê xuya dike.[71] Li gor Yûsif, îhtimalek e ku sê çekdarên di mînyaturê de jî Tacdîn (Hesen), Arif û Çeko bin, lê divê lêkolîneke baş li serê were kirin.[72]

1.5. Destana Memê Alan ji Alîyê Vegotinê ve

Vegotina destana Memê Alan bi rêya dengbêjan tê îcrakirin. Vegêrên serpêhatîya varyantên Memê Alan li gor rabûna dengbêjan diguherin. Anku her dengbêjek xwedîyê şêwaz û miqamekê ye. Wek mînak, dengbêjên deştî serpêhatîyên kilama xwe gelek caran bi enstrumanan dibêjin, lê li ba dengbêjên Serhedê amûrên muzîkê tune ne. Hin dengbêj kilamên xwe bêhtir bi helbestkî dibêjin, hin ji wan wek çîrok dibêjin hin ji wan jî nîvê kilameke xwe wek çîrokekê, nîvê din jî bi helbestkî û bi miqam dibêjin. Cihên ku dîyalog tê de hene bêhtir wek helbestkî ne. Varyanta Roger Lescot jî hem helbestkî hem jî bi pexşanî tê vegotin.

Ji hêla teknîka vegotinê ya berheman ve em dibînin ku di berheman de sê cureyên vegotinê hene. Ew jî ev in:

a – Vegerê Lehengî: Vegêr, lehengê sereke yê berhemê ye. Anku hem vegêr e û berhemê vedibeje hem jî lehengê sereke yê berhemê ye.

b – Vegêrê Çavdêr: Vegêr, tenê wek wênegir an jî kameravanekî ye. Dîmen û bûyerên berhemê radixe ber çavan, lê tenê vediguhezîne, xwe naxe nava berhemê.

c – Vegêrê Xwedayî: Vegêr bi her tiştên leheng dizane. Dizane ku di hizir û bîra leheng de çi heye û ji her alî ve teserûfa wî li ser leheng heye. Vegêr, di vê beşê de ji ber ku çavnêr e dişibe cureyê “vegêrê çavnêr”. Lê cudatîya vî cureyî ew e ku haya vegêr, ji her tiştên leheng heye, tenê ne wek kameravanekî ye. Di heman demê de binhişê lehengên xwe dizane û di berhemê de xwe bi xwendevan an jî guhdarên berhemê dide hesandin.

Di serdema îro de ev qayîde bêhtir ji bo romanên modern hatine danîn. Hemû berhem xwedîyê şêwazeke vegotinê ne, ji ber vê yekê ji alîyê xalên jorîn ve dikarin werin nirxandin. Dema em li taybetîyên van cureyên jorîn dinêrin tê fehmkirin ku destana Memê Alan dikeve nav cureyê vegêrê Xwedayî. Li gora ku Ergün vediguhezîne, F.K. Stanzel di berhema xwe de wiha dibêje: “Taybetiya diyar a vegêrê xwedayî ew e ku gotara wî gelek dişibe gotara nivîskar û çîrokbêj; destwerdanê di rûdanê dike, derbarê kes û karakteran de şîroveyan dike û bi agahî û çavdêriyên xwe dibe berdevkekî dilsoz ê nivîskar.”[73] Di destana Memê Alan de de wek tê zanîn vegêrê me çîrokbêj e, anku dengbêj e. Cudatîya wî ew e ku ne nivîskar e, vegêr e, anku berhemê bi awayekî zarekî vediguhezîne guhdaran. Di serdema modern de berhemên dengbêjan tên qeydkirin, lê dema berhemên wan ji alîyê vegotinê ve werin nirxandin divê di nav kategorîya berhemên zarekî de werin nirxandin, lewre paşê derbasî nivîsê dibin.

Dengbêj, carinan sîya xwe berdidin ser kilamên xwe û bi vî awayî em şopên wan di kilamên wan de dibînin. Teknîkên wan, li gor herêman û li gor perwerdebûna wan bi ferqên biçûk diguherin. Hin ji wan di nav kilaman de teknîka “em wî li wê derê bihêlin û herin ser…/ka binêrin… tercîh dikin.[74] Di Memê Alana Roger Lescot de jî teknîka vegotinê ya “em wî li wê derê bihêlin û herin ser…” gelek caran tê dîtin. Dema dengbêj bixwaze behsa kesekî din ê berhemê bike yan jî bixwaze derbasî bûyereke din bibe vê formê tercîh dike. Wek nimûne, ji van hevokên jêrîn em fehm dikin ku dengbêj di vegotinê de ev teknîk bi kîjan hevokan raxistiye ber çavan:

“Şor hate ser her sê qîzên Padîşahê Periyane.”[75]

“Emê herin dora Memê Alane”[76]

“Bila Mem di van fikran de bimîne, li binê zindanê. Em herin diyarê Sitiyê, li şûna her sê birane.”[77]

“Bila Mem di xew de be, em herine ser qîza Bekoyê Şeytane.”[78]

“Em herin diyarê xewna Memê Alane.”[79]

“Bira Mîr Şem li ser rê be, em herin cem her sê Celaliyane.”[80]

Dengbêj, dema destanê vedibêje wekî ku tê dîtin xwe di berhemê de dide hesandin û wekî ku bi guhdaran re biaxive dîyalogan bi wan re çêdike. Wek mînak, em dikarin vê hevokê bidin:

“Ez serê te neêşînim û pir nekim şorane.”[81]

Ji vê hevoka dengbêj tê fehmkirin ku dengbêj digel xwe di berhemê de ne rasterast be jî guhdarên xwe jî dixe nava berhemê. Lewre ji vê hevokê em fehm dikin ku dengbêj li hizûra guhdarên xwe vê destanê vedibêje û bang li wan dike. Wekî ku Stanzel dibêje gelek caran destwerdanê di rûdanê (bûyerê) dike û di heqê lehengên destanê de şîroveyên erênî û neyînî dike. Wek mînak, em bi rêya dengbêj, reşbûn û spîbûna lehengan dihesin. Ew dike ku Beko li ber çavên guhdaran pîs xuya bike, Zîn bi masûmîyeta xwe di bin hişê me de bi cih bibe û Mem jî îdealîze bibe. Çawa ku behsa lehengekî dike, di cih de bi guhdaran dide fehmkirin ku ew lehengekî çawa ye. Wek mînak, di destanê de çawa ku behsa Beko dike, wî bi peyvên fesad, şeytan, nerind hwd. disêwirîne. Dike ku guhdar nikaribin bibin xwedîyê fikrekî û wisa dike ku ew bi çavê çîrokbêj li wan lehengan binêrin.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1]Çobanoğlu, h.b., r. 26.

[2] Hîkmet, h.b., r. 30.

[3] H.b., r. 31.

[4] H.b., r. 45.

[5] Hîkmet, h.b., r. 34.

[6] Christine Allison, Yezidi  Sözlü Kültürü, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 2007, rr. 47-48.

[7] Lescot, 2013, r. 7.

[8] Qanatê Kurdo, Mem û Zin Duwanzde Variyant, Weşanên Roja Nû, Stockholm 1996, r. 250.

[9] Atmaca, Fadime,  (8 Çile 2011) “Destana Memê Alan û Zîna Zedan”, Rojnameya Azadiya Welat, r. 9.

[10] Hacer Petekkaya,  (15-31 Adare 2013), “Memê Alo”, Rojnameya Newepel, Hûmare 49, r. 7.

[11] Zelîxa Peker, (Hezîrane 2014) , “Mem û Zîne”, Rojnameya Newepel, Hûmare  64,  r. 7.

[12] Bnr., Roşan Lezgîn, N. Celalî, Bi Kirdkî/Zazakî Memê Alan, Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir, 2014.

[13] Bnr., Cumhur Ölmez, Mem û Zîneke Hewramî (Tekst-Vekolîn), Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Teza Masterê,  Mêrdîn 2018.

[14] Roşan Lezgîn, hevdîtina taybet, Dîyarbekir, (22.08.2018).

[15] Allison, h.b., r. 37.

[16] https://m.youtube.com/watch?v=PkQSfhLDXtg. (12.07.2018).

[17] Lescot, 2013,  r. 7.

[18] Rohat Alakom, Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi, Weşanên Deng, Stenbol 1991, r. 36.

[19] H.b., rr. 37-38.

[20] Basil Nikitine, Kürtler, Örgün Yayınevi, İstanbul 2015, r. 481.

[21] Lescot, 2013, r. 8.

[22] Roger Lescot, Memê Alan (Pêşgotin: Nûredîn Zaza), Weşanxaneya Orfeus, Stenbol 1996, rr. 39-40.

[23] Uzun, 2007, r. 39.

[24] Roger Lescot, Memê Alan, (Pêşgotin: Nûredîn Zaza),  r. 40.

[25] Lescot, 2013, rr. 8-9.

[26] Zeynelabidîn Zinar, “Memê Alan” Kovara Xwençe, Cild 8, Stockholm 1995.

[27] H.b., r. 9.

[28] Necat Zivingî, Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekarî Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weşanxaneya Avesta, Stenbol 2015, rr. 57-67.

[29] Uzun, 2007, r. 71.

[30] Zivingî, h.b., r. 57.

[31] Pîremêrd, Mem û Zîn Şanoname, Memê Mala Hine (Amd.), Weşanxaneya Peywend, Stenbol 2016, r. 13.

[32] H.b., r. 7.

[33] Roger Lescot , 2013.

[34] Michael L. Chyet, “Mem û Zîn: Şax û Şovên Zargotî û Şîira Ehmedê Xanî”, Kovara Çira, Hejmar 7, Swêd, payîz 1996, r. 28.

[35] Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, “Memozîn”, Kovara Hawar, Hejmar 43, Weşanxaneya Belkî, Stenbol, 2012, r. 738.

[36] Lescot, 1996, r. 47.

[37] Lescot, 2013, r. 13.

[38] Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, “Memozîn”, Kovara Hawar, Hejmar 43, Weşanxaneya Belkî, Stenbol, 2012, r. 738.

[39] Attı, h.b., r. 1.

[40] Lescot, 1996, r. 46.

[41] Ebdurreqîb Yusif, Dîwana Kurmancî Şaîrên Klasîk ên Kurd, Weşanxaneya Dîwan, Stenbol 2012, r. 117.

[42] H.b., rr. 118-119.

[43] H. Mem, Rastiyên Destana Memê Alan, Weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2006, r. 71.

[44] Attı, h.b., r. 32.

[45] Lescot, 1996, r. 41.

[46] H.b., r. 42.

[47] H.b., r. 44.

[48] Yıldırım, Pertev û Aslan, h.b., rr. 47-48.

[49] H.b., h.r.

[50] H.b., h.r.

[51] H.b., h.r.

[52] Richard M. Dorson, h.b. r. 35.

[53] H.b., rr. 35-36.

[54] H.b., r. 35.

[55] Hîkmet, h.b., r. 47.

[56] Segal, Robert A., Mit, (Türkçesi Nursu Özge), Dost Kitabevi Yayınları, Ankara 2012, rr. 116-117.

[57] H.b., r. 116.

[58] Hikmet, h.b., r.47.

[59] Î. A.Orbelî, Li Muksê Folklor û Jiyana Rojane, Sînan Hakan(Amd.), Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2011, r. 103

[60] Hîkmet, h.b., r. 52.

[61] H.b., r. 47.

[62] H.b., r. 48.

[63] Uzun, 2006, rr. 25-26.

[64] H.b., r. 26.

[65] Lescot, 2013, r. 65.

[66] H.b., r. 124.

[67] H.b., r. 37.

[68] H.b., r. 34.

[69] H.b., r. 57.

[70]Ebdurreqîb Yusif, Hunerê Tabloyên Şerefnameyê,  Ziya Avci (Wer.),  Weşanxaneya Avesta, Stenbol 2007, r. 76.

[71] H.b., h.r.

[72] H.b., r. 78.

[73] Zülküf Ergün, Taybetiyên Vegêrana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê, Kovara Mukaddime 2018, r. 137.

[74] Hîkmet, h.b., 39.

[75] Lescot, 2013, r. 41.

[76] H.b., r. 42.

[77] H.b., r. 138.

[78] H.b., r. 140.

[79] H.b., r. 141.

[80] H.b., r. 147.

[81] H.b., r. 29.

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply