Pêncşem , Nîsan 25 2019
Destpêk / Agahî-Nûçe / Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene

Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene

Vakfa Mezopotamyaya ku bi armanca zimanê kurdî pêş bixin û yekpariyekê ava bikin Rêbera Rastnivîsînê amade kirin, niha jî amadekariyê dikin ku 2 kovarên kurdî çap bikin.

Vakfa Mezopotamya, bi armanca yekpariya ziman û ziman pêş bixin, Rêbera Rastnivîsînê amade kirin û li Oteleke Amedê bı civîneke çapemeniyê dan nasîn.  Weqfa Mezopotamya sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bi kurdî xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bêjeyan dîtin û di bin banê weqfê de, di sala 2015’an da Komxebata Kurmancîyê ava kirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser ziman didomînin. Zimanzanan piştî xebata 3 salan Rêbera Rastnivîsînê çap kirin û li Oteleke Amedê dan nasîn. Di civînê de Serokê Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil, Sekreterê Giştî yê Weqfê Îhsan Ay, Endamên Weqfê Gevriye Atli, Zimanzan Samî Tan û Bahoz Baran amade bûn.

Serokê Weqfê Osman Akyıl, der barê Rêbera Rastnîvîsînê de agahî da û wiha got: “Ev berhem xebatek kolektif e. Dê berdewamiya vê xebatê bê. Bi vê pirtûkê dê li ser zimanê kurmanci yekîteyek bê avakirin. Ev xebat hemû kurdan temsîl dike. Xebatên me yên li ser ziman didomin. Dîsa bi Baroya Hiqûqê re em li ser zimanê hiqûqê dixebitin. Em dê ferhenga Hiqûqa Kurdî ava bikin. Dîsa di qada Tipê de jî em bi Odeya Tabîban a Amedê re xebatê dikin. Em dê xebatên li ser ziman li qadek mezin belav bikin.

Bi armanca xebatên me mayinde bibin, em dê berê xwe bidin çapemeniya çapê. Di vê mijarê de yek jê Lijneya ku ji kesên pispor pêk tê, dê folklora Kurd, dê krîterên nivîsê diyar bike. Em dê li ser vî esasi 2 kovarên kurdî çap bikin. Dê kovar bi kurdî bên çapkirin. 2 kovar dê ji 3 mehan carekê bên çapkirin.

Zimanzan Bahoz Baran jî anî ziman ku bi ve xebatê armanc dikin ku di demên pêş de binasaziya zanîngeha ku bê avakirin pêk bînin. Baran, da zanîn ku kurdi di mijara ziman de kêmasiya ku hemû saziyan eleqeder dike dijî û Weqfa Mezopotamya armanc dike ku vê kêmasiyê ji holê rake.

Pişt re li ser Rêbera Rastnîvîsîne ku di pêşerojê de çawa têkeve meriyetê niqaş hatin kirin.

Mezopotamya Ajansi

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Tora Nivîskaran Vebû

Komeke kurdîhez bo ku nivîskarên kurd bigihin hev bi navê niviskar.orgê toreke nivîskaran avakir. Di …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *