Çarşem , 23 Îlon. 2020

“V” û “W” Nîşanên Nêzikî û Dûriyê li Kurmancî – Berat Qewîendam

Berat Qewîendam – Li zimanê kurdiya kurmancî da nîşanên nêzikî û dûriyê bi gişt yan tîpa ‘V’ digirin ber xwe yan jî tîpa ‘W’ di nav wan da heye. Tîpa ‘V’ zêdetir sewa nîşanên nêzikatiyê û tîpa ‘W’ jî ji bo nîşanên dûrbûnê bi kar tên. Ev dûrbûn û nêzikbûn çi di wetayea xwe ya rastîn û fîzîkî û çi di wateya têgeha wê li kurmancî xuya dibe. Ezê di dewama vê lêkolînê hewil bidim ku bi awayê kûr û berfireh û bi mînak û nimûneyan li ser vê mijarê bisekinim.

Nîşanên dûrtî û nêzikatiyê li kurmancî di çar waran da tên bikaranîn ku ew çar babet ev in:

۱ – Cînavkên işaretê (Ev, Ew, Van, Wan , …)

۲ – Nîşandana rewş û çawaniya tiştek, haletek û hwd (Visan, Wisan, Were, Weha, Veha …)

۳ – Dûrî û nêzikî li têgehên ‘Vir’ û ‘Wir’

۴ – Nîşandana endaze û hejmar û qasê (Evqas, Ewqas, Veqes, Weqes ,…)

۱ – Cînavkên işaretê

Cînavkên işaretê dema ku tişt, kes yan têgeha amajepêkirî yek be

Işareta bi nêzik û rasterast – Li rewşa takekesî û xwerû da ji bo amajeya bi tişt, kes yan têgeha nêzik cînavkê ‘Ev’ e. Lê cûreyên din ên vê cînavkê li cî û deverên cûrbicûr hene, wek ‘Va’ û ‘Eva’ ku li Xorasanê zêdetir ‘Va’ tê bikaranîn. Bo nimûne:

Ev pirtûka min e – Ev pirtûk, a min e

Ev bajar(a) Şîrvan e

Ev bajarê Şîrvanê ye

Va zavê (zavayê) me ye

Va dara pirr bilind e

Va dareke pir bilind e

Ev pirtûkeke pirr kevn e

Eva gundekî pir bedew e

Ev gund, pirr bedew e

Ev gundê me ye

Ev gund, ê me ye

Têbînî: Di hevoka duyem da ‘a’ dikare di dawiya peyva ‘Bajar’ da neyê nivîsîn û gotin. Lê li kurmanciya Xorasanê dema ku ‘Va’ tê bikaranîn, bi hetim ‘a’ li peyva amajepêkirî zêde dibe.

Işareta bi dûr û rasterast – Sewa işareta bi dûr di haleta xwerû û takekesî da cînavka sereke ‘Ew’ e. Her wiha ‘Ewa’ jî tê bikaranîn. Nimûne:

Ew çiyê (çiyayê) Şaycanê ye

Ewa gola Ûrmiyê ye

Ew dem(a ku te digot) ev dem e

Ev haleta işareta rasterast bû. Lê di rewşa amajeya nerasterast da ev cînavk li gorî nêr yan mêbûna peyva amajepêkirî (Kes, tişt, têgeh , …) ciyawaz e.

Işareta nerasterast (kinayî) bi nêzik dema amajepêkirî nêr e

Li vê halete ku işarepêkirî nêzik û nêr e, cînavka sereke ‘Vî’ ye, lê ‘Evî’ , ‘Viya’ û ‘Viyan’ jî tên bikaranîn. Li Xorasanê ‘Viya’ û ‘Viyan’ pirtir tên bikaranîn. Nimûne:

Ez vî lawikî nas dikim

Işareta nerasterast (kinayî) bi nêzik dema amajepêkirî mê ye

Li vê halete ku işarepêkirî nêzik û mê ye, cînavka sereke ‘Vê’ ye û lê ‘Evê’ , ‘Viya’ û ‘Viyan’ jî tên bikaranîn. Nimûne:

Ez vê jinê nas dikim

Vê carê ez li ezmûnê bi ser ketim

Li van du babetan yani Işareta nerasterast (kinayî) bi nêzik çi işarepêkirî nêr û çi mê be, her du cînavkên Viya yan Viyan bêyî ku işarepêkirî were gotin yan nivîsîn, wek kesek, tiştek yan têgehek naskirî bi kar tên. Nimûne:

Ez viya (viyan) nas dikim. Tu viya (viyan) fêm dikî

Xorasan: Tu je viya (viyan) hez dekî?

Li van hevokan viya yan viyan dikare kes, tişt yan têgeheke nêr yan mêr be.

Işareta nerasterast (kinayî) bi dûr dema amajepêkirî nêr e

Li vê haletê cînavka sereke ‘Wî’ ye û carna jî ‘Ewî’ tê bikaranîn. Nimûne:

Ez ji wî bajarî bi dûr ketime

Işareta nerasterast (kinayî) bi dûr dema amajepêkirî mê ye

Li vê haletê cînavka sereke ‘Wê’ ye û carna jî ‘Ewê’ tê bikaranîn. Nimûne:

Wê keçikê zimanê fransî xwendiye

Cînavkên işaretê dema ku amajepêkirî çendkesî yan kom e

Işareta rasterast

Işareta rasterast dema ku amajepêkirî nêzik e – Li vî halî cînavka sereke ‘Van’ e. Cûreya din a vê cînavkê Vana ye. Nimûne:

Ez van kesan rind nas dikim

Tu gerek pirr bi vana ra nepeyivî

Wer xuya dike ku di hevokan duyem da amajepêkirî naskirî ye, loma nave amajepêkirî nayê.

Işareta rasterast dema ku amajepêkirî dûr e – Li vî halî cînavka sereke ‘Wan’ e. Teşeyên din ev in: Wana. Nimûne:

Ez wan (wana) kesan rind nas dikim

Işareta nerasterast (kinayî)

Işareta nerasterast bi nêzik – Li vî halî cûreyên cûrbicûr wek Evna, Vina, Evana hene ku li Xorasanê Vina bi kar tê. Nimûne:

Evana gişt xwendekar in

Evna (Evana) hatin

Evna xizanê(n) Xorasanê ne

Vina ji Bijnûrtê hatine

Tu ji vina çi dixwazî?

Li van hevokan ‘Vina, Evna, Evana’ bo me naskirî ne. Lê eger em bixwazin amaje bi cûreya ‘Vina, Evna, Evana’ bikin, li vî halî cînavkê takekesî anku ‘Ev’ di destpêkê tê û nîşana çendkesî û kombûnê dikeve ser lêkerê.Tevî ku amajepêkirî wek mînak ‘Kes’ yan ‘Bajar’ li van cure hevokan carna bi û carna jî bêyî ‘ana’yê tên ku her du dirust in.

Ev kesên ku li vir kar dikin, reben in

Ev bajar(ana) ên Xorasanê ne

Têbînî: Peyva ‘Vinê’ ku li kurmanciya Xorasanê heye, wer xuya dike ku kurtbûyiyê ‘Vina yên’ e. Mînak:

Vinê (Vina yên) ku ez nas dikim

Işareta nerasterast bi dûr – Li vî halî teşeyên cûrbicûr wek ‘Ewana’ , ‘Ewna’ û ‘Ewan’ bi kar tên. Nimûne:

Ewna pirtûkên kurmancî ne

Wek işareta bi nêzik, li vir jî eger em bixwazin cûryea ‘Ewana’ , ‘Ewna’ û ‘Ewan’ diyar bikin, cînavka ‘Ew’ di destpêkê da tê û nîşana kombûnê dikeve ser lêkerê. Mînak:

Ew pirtûkên li ser maseyê, roman in

Ew çiya(na) bilind in

۲ – Nîşandana rewş û çawaniya tiştek, haletek û hwd (Visan, Wisan, Were, Weha, Veha …)

Di vî warî da peyvên wek ‘Visan’, ‘Wisan’, ‘Viha’ , ‘Wiha’ û hwd sewa derbirîna rewş û çawaniya li dûrî û nêzikatiya zihnî tên bikaranîn. Li vî halî nîşanên dûrî û nêzikatî ku bi rêzê tîpên ‘W’ û ‘V’yê digirin ber xwe, wek pêşpirtikek li peyvên wek ‘Sa’, ‘San’ bi wateya ‘Wek’, her wiha ‘Ha’ û ‘Lo’ ddikevin pêşî peyvin mîna: Visan, Wisan, Viha, Wiha û hwd çêdikin.

Derbirîna halet û çawanî li têgeha nêzik – Li vî halî peyvên ku tîpa ‘V’yê digirin ber xwe ev in:

(Visan=Vi+San) , (Visa=Vi+Sa) , (Viha=Vi+Ha) , (Veha=Ve+Ha) , (Vereng) , (Vilo=Vi+lo) , (Vehe)

Ku çend peyvên destpêkê zêdetir bi kar tên. Dema ku ev peyv pêşpirtikên wek ‘Her’ û ‘Hema’ digirin wek Her visan, Hema visan û hwd bi kar tên. Eger piştî van peyvan ‘Ku’ were, peyvên wek ‘Visan ku’, ‘Vekî’, ‘Veku’ û hwd din çê dibin. Nimûne:

Ez visan difikirim ku

Visa ku tu dibêjî nine

Visa nebêje

Çima veha/viha bû?

Wî vilo digot

Her visan/her viha/ her visa/ her wek/ her weku

Hema visan gotinên xwe bidomîne

Hema visan ez li te digerim

Veku/vekî tu dibêjî

Li Xorasanê û hinek deverên din ji wan li Selmasê peyvên ‘Hakka’, ‘Hakkana’ û ‘Hakkanê’ jî bi wateya Visan û Viha hene. Her viha peyva ‘Ha’ bi xwe bi tenê wateya ‘Visan’ dide.

Xorasan: Çima haka we rê da terî ؟

Xorasan: Hakana nawi, gerê rastiyê biwêjî

Tu çima ha deng dikî?

Derbirîna halet û çawanî li têgeha dûr – Li vî halî ev peyv hene:

(Wisan=Wi+San) , (Wisa=Wi+Sa) , (Wiha=Wi+Ha) , (Weha=We+Ha) , (Wilo=Wi+lo) , (Wehe) , (Wereng) , (Wek) , (Wer) , (Were)

Li Xorasanê du peyvên dawiyê anku ‘Were’ û ‘Wer’ bi wateya ‘Wisan’ tên gotin. Mîna haleta nêzik dema ku pêşpirtikên ‘Hema’, ‘Her’ dikevin pêş van peyvan dibin: Her wisan, Her wiha, Hema wisan û hwd. Eger piştî van ‘Ku’ were, dibin: Wekî, Weku …. Nimûne:

Wisan ku radyo dibêje, derew e

Wiha bilez binivîs

Wisa/Weha nabe

Xorasan: Were ku tu dibêjî rast e

Wer xuya dike ku

۳ – Dûrî û nêzikî li du peyvên ‘Vir’ û ‘Wir’

Nêzik – Peyva Vir sereke ye. Li hinek deran ji wan li Xorasanê, peyva ‘Vira’ jî bi kart ê.

Li vir bimîn ta ez herim û vegerim

Xorasan: Vira pir sar e

Were vira

Je vira here

Wer xuya dike ku peyva ‘Vira’ zêdetir jib o haleta rasterast û ‘Vir’ jî jib o haleta nerasterast tê gotin. Her çend ku ciyawazî û cudatiya wan ne wek cînavkên işaretê yên behskirî li destpêkê ye.

Dûr – Li vî halî peyva sereke ‘Wir’ e. Mînak:

Dema ku ez gihîştim wir, hîngê tu jî were

Li bajarên wir kar tine

Tevî vê yekê li deverên cûrbicûr ji wan li Xorasanê peyva ‘Wî’ ku cînavkê işareta nerasterast bi kes, tişt yan têgeha nêr li haleta dûr e, bi wateya ‘Wir’ tê gotin. Wek mînak peyva ‘Jevirjewî’ li Xorasanê (Ji vir da û ji wir da) ku Wî bi wateya Wir hatiye.

Xorasan: Tu je wî têyî?

Xorasan: Jevirjewî le ba hev beref bûn.

Ev du peyd eger hevrê ligel daçekên ‘Da’ yan ‘Va’ bên wateya aliyê didin: Vir da, Wî da, Wir da

Mînak peyva Virdawîda bi wateya vî alî û wî alî ye.

Ez ji vir da terim, tu ji wî da here

Gîsk virdawîda bazdide

۴ – Debirîna qas û endazeyê

Sewa derbirîna qas û endazeyê li kurdiya kurmancî peyva ‘Evqas’ yan ‘Evqes’ ji bo nîşandana qas û endazeyê li têgeha nêzikbûnê û Peyva ‘Ewqas’ yan ‘Ewqes’ bo endazeyê li têgeha dûr tê bikaranîn. Li kurmanciya Xorasanê ev du peyv nayên bikaranîn, belkê forma din a wan anku ‘Veqes’ û ‘Weqes’ tên gotin. Her wiha li Makûyê jî peyva Weqasî tê gotin. Her çend ku bi giştî div î warî da li piraniya deveran ji wan li Xorasanê ji hêla têgeha zihniya dûrî û nêziokiyê pirtir haleta dûr anku ‘Weqes’ û ‘Ewqas’ bi kar tên. ‘Qas’ yan wek ku li Xorasanê tê gotin ‘Qes’ bi wateya endaze, miqdar û yan hejmar e. Hevedudana vê peyvê ligel ‘Çi’ peyên wek ‘Çiqas’ û ‘Çiqes’ çê dike.

Evqas li têlêvîziyonê mêze neke

Xorasan: Veqes ramekeve

Ewqas dinya sar bû ku her tişt cemidîbû

Xorasan: Te weqes kar kir çi we ser xist?

Zêdetir ji Berat Qewîendam: Kilîk bike  – Her wiha li vir kilîk bike

Çavkanî: ellahmezar.ir

Derbar Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Dikarê vê jî bixwênê

Ne Rojek, Her Roj Roja Zimanê Dayikê ye

Îroj roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. “21ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.