UNESCO (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) diyar kir û Newroz ‘kevneşopîya manewî ya herî kevn a cîhanê ye. Iranê di vê derbarê de serî li UNESCOyê dabû.
Rêvebirîya Giştî ya Netewyên Yekbûyî (NY) jî di sala 2010a de Newroz a ku ev zêdetirî 3 hezar salan tê pîroz kirin, wek ‘Cejna Cîhanê’ ragihandibû. Newroz li Asya û Rojhilata Navîn her sal di 21ê Adarê de ji aliyê gelek neteweyan ve wek destpêka biharê tê pîroz kirin.
Newroz wek Cejna Neteweyî li Kurdistanê û li diasporayê jî ji alîyê kurdan ve tê pîroz kirin.