Tûrikê Ramanên Azad

– Di diroka mirovatîyêde herdem zilam serlîstikvanin, jin fîgûranin.

***

– Hemû evîndarên ku negihaştine hev bûne destan/qawl.

***

– Di jiyana me de ti tişt bi dilême çênebûye. Ji gelek sedema daxwaziye me nehatine bicih. Her dem jiyana me li gor kesen ku pewendiye wa bi me re hene tê meşandin. Azadiya kesatîya me di nav civakêde hatiye birîn.

Û bêçaretî… dora me pêçaya. Em li ber ba têne firandin.

***

– Miroven ku bikevê dozên mezin ger ku ew piçûkbin jî mezindibin.

***

– Li devera ku tû tiştekî nekê, cihê xwe bigûharîn e, ji bo ku tû gelek tişta bikê derdoreke xwe çêbike.

***

– Jiyana mirov li ser dû civaka avabuye.

1- civaka çandinîyê

2- civaka çinînê/xwarinê

Mixabin ku îro bi piranî mirov ji hêla çinînê xwe dihesibênin. Ev tê jibîrkirin ku heta tiştek neyê çandin nayê çinîn. Lê miroven hemdemî vê rastîye piştguh dikin. Ji bo vênaye ku navbera mirovande pirsgirêkên mezin derdikevin.

***

– Di gerdûnêde hemû tişt bihevre girêdayîye. Ji tiştê piçûk heta tiştê mezin pergalek di navbera hemû tiştî de heye. Di nav hemû afirandîyanda pergalek heye. Sîstema di bedena mirovde di avayîya gerdunêde heye.

***

– Li Mezopotamya mirov di temenekî zû de pîrdibin. Zilamê Mezopotamya li hember hemû xayîntiya mêranîye ji dest bernadê. Pîreken Mezopotamya dayiktîye, pîrektîye û mirovatîye bihevre dijê.

Şêrê çiyayê Mezopotamya birîndarin, xerîbin û ji xwefihêtin.

***

– Ji bo tiştê ku encama wa newê gûhartin serê xwe ne êşên e. Bi piranî mirov xwe ji bo tiştê ku nikarê bigûharînê acizdibê.

***

– Di jiyanê de hemû tişt bi mirov re bi pêwendîye. Ji bo jiyana mirovan hemû awayî û hemû kirin razake jiyana mirov e.

***

– Ji sedema aborî navbera mirova de rehm nemaye. Biqasî ku mirov qiymet di de alave xwe na dê kûr, keç û nasê xwe.

***

– Miroven mezin bi hicretê (goçberîye) mezindibin.

***

– Me go dayika nekujin,

Zarok kuştin.

Nizanîbûn ku

Mirina her zarokekî mirina dayikekêye.

***

– Karê bi zahmet nîne. Mirov hewceye çibê, kirine wî karî lê zahmet naye. Ji ber ku nanê wî jê derdikevê.

***

– Di tekoşîna doza de her kes dibê ya ji destê wî werê bikê. Dibe ku ti kes di tekoşînê de li serpişta mirovên hevaldozê xwe zengîn nebê. Dema ku zengîn bibê, xayîntî di vê meselê de derdikevê meydanê.

***

– Evîn, mirova dikemilênê. Ji ber vêna bi evîn bijîn. Evîndarê kesen ku qenç û rast û bedewbin. Evîn mirova ji nav çirava derdixê nav bexçê gula.

***

– Ji bo ku rastîyekê bidestbixim,

Min gelek xeletî kirin.

***

– Sedema gelek karen nebaş aborîye. Şeytan bi xwe xefkê aborî divedê.

***

-Tiştekî bê sedem nîne û bê sedem çênabê. Hemu buyer û kirin li gor sedeman çêdibin. Naxwe dibê ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovatî û civakî dibê li sedema wa werê meyzekirin.

***

– Jiyana mirov dibê roj bi roj pêşde herê. Hişe mirov gav bi gav dibe fereh û kûr bibê. Zanin û tegihiştina jiyane bi nerîneke kûr û fereh çêdibê. Rastîyek heye ku naye windakirin. Bi buhûrandina temende mirov têdigihije ku jiyanê de gelek derû hene.

***

– Heyfa vê jiyana em têde. Gelek caran li dijî ramanên xwe û li dijî bawerîye xwe jiyana xwe didomin.

***

– Wek hemû kesê cîhane mafe meyî jiyanê heye. Di jiyanêde bi nave mirovahî ti kes ji kesen dî ne xwedî taybetîye ye. Lê kes bi hûnere xwe jev cûdane. Hebûna dewleta ji bo ewlayîya kesana. Hêzen dewlet a ê leşkerî ji bo parastina mafê mirovana. Ne go ji bo mirova kolebikê. Dibê zagon ne dijî azadîya raman û jiyana mirovabê. Hem giredayî netewekî ne bi xwestina mirova ya bi azadîye. Dê û bave mirov çi netewbê kesen ji wan çêdibe dibine ew netew. Hem mafê jiyandina hemû netewa heye. Kesen vî mafî qedexe bikê zordar e, zalim e, bêrûmet e. Û kesen xwedî rûmet li hemberî van zordara dibe tekoşînê bikê. Di jiyana mirovahîyede mafê herî girîng jiyan bixweye.

***

– Li hember gelek rewşa mirov dikevê tengasîye. Pir caran mirov ji jiyana xwe acizdibê. Li cîhna tişte ne bûyî dibin.

Mirov çiqas mezin dibe wulqas ji jiyane û ji hebûne agahdardibê. Her agahîyek ji yekî re dibê tecrûbe/hêçan. Bikaranîna hêçana jiyana mirov dikevê pergalekê dê. Bûyer û serpêkhatîyen mirovan di demen dûvdirejde dikevin serhev û ji bo mirovahîye dibê rêber.

***

– Sedema çalakîyen mirova hene. Ti tişt bê sedem çênabê. Dema yek li pirsgirêkê civakê dinerê di bingeha hemû girekada mafxwarin heye. Ger miroven ku civakê avadikin di hemû kar û xebatê xwe de bimafî tevgerbikin gireken ku civakê xeradikin yê ji meydane êne rakirin. Bi vî awayî civakeke ku tê xeyalkirin yê avabibê.

Di civakêde dema pirsgirêkêk derket dibê pêşî yek li bingeha wê binerê. Hem li hember zagonên ceza kirina tewanan ê karê hişmendîyêye. Tê wê watê ku sedeme kirinên karen nebaş li ser bingeheke jidahî hatiye giredan. Tu mirov ku her çiqas bêrûmet bê jî naxwazê di nav civakêde nave wî bi nebaşî derkevê. Her kes dizane ku navê yekî bi nebaşî derket ewleyayîya civakê bi wana nayê. Ji bo vêna heta sedemeke giran nekeve meydane tû kes karen nebaş nakê. Lê dema karen nebaş derketin meydane dibe ku mirov li bingeha van kara binerê. Ê ku bi çavekî kûr û fereh binere yê bîbînê ku kirinen hemû çalakîyan bi sedema mafxwarinê ne. Ti mirov bêsedem dizîye nake. Ti mirov bêsedem kesen dî nakuje, erîşe li ser kesen dî nakê, eşkîyatîye û kelaşîye nakê. Hetta ti kes bê sedem erîşî namusa kesen dî nakê. Her çiqas erîşkirina namusa maf xwarina miroven bêtewan bê jî ê go vî kare nebaş dikê bi sedemeke dike.

***

– Raman û bawerîyen mirovan celeb celebin. Biqasî hejmera mirovan raman û nêrînen mirovan hene. Di jiyana mirovahîyede tişte pîroz têne dîtin pirin. Lê tiştekî li ber çave ku tişte ji hin mirovan re pîrozin ji miroven dî re naye ti watê.

Çemê Ganj ji Hîndûya re pîroze lê ji bo miroven dî çemêkî ku di herikê. Çêlek ji bo Hîndûya pîroze lê ji bo gelen dî tê wateya goşt.

Tevrat ji bo Cihûya pîroze lê li gor mislimana pirtûka ku hatiye gûhartine. Yek dikarê van mîneka gelekî zêdebikê. Hem gelek bawerî hene ku dema mirov wana dibîhîse hiş di serê mirovde namîne. Lê çi bikin. Mişterîye hemû bawerîya û ramana hene. Her çiqas ramanek dûrî aqilbê jî ê ku yê xwe bi wî ramanîve giredê yê çêbibin.

***

– Min di go: em zaroken Adem in,

Em pev dane kûştin,

Min di go: em zarokên Nuh in

Em jev par par kirin,

Min di go: em zaroken Brahîm in

Neyartî xistin navberamede.

***

– Raman û felsefe û ol ger jiyaneke xweş û rehet nişanî mirovan nekin, nikarin xwe pêşxin. Hem nikarin belavbibin. Ji bo ku ramanek belavbibe dibê di encama xebatêde mizgînîya şahîyekê bidê.

***

– Di jiyana mirovde tiştek ne weke tinebûnêye. Tinebûn bingeha bêçaretîyeye. Bêçaretî jiyana mirov li mirov dixê jahr. Hem jahreke wiloye ku her çiqas tû jê birevê ew bi sertede tê.

***

– Her xisar ne xisare,

Di xisarada jî kar heye.

***

– Hem netew û hem civak xwedî kesatîyekênê. Netewek û civakek li gor kesatîya xwe têne naskirin. Mirov kesatîya xwe ji civaka têde bi destdixê. Kesatîya civakê bandûreke zexm û qewîn li ser mirovan dikê.

***

– Bi çavên dinye mirov dû celebin. Yek ê ku dixebite, ya dudoyan ê ku li ser xebatê xebatkara jiyana xwe didomê. Ger di navbera xebatkar û xwarinkera de hevparîyek tûnebê yê şer derkevê.

***

– Aqil/hiş nîmeteke pir hêjaye. Aqil/hiş ji kesan qiymet dixwazê. Cihê kû aqil rê jixwere nabînê ji wir diçê.

***

– Her şoreş ji bo şoreşxwaz ronîyê, ji bo ê hember şoreş tarîtîye bi xwe re tênê.

***

– Di jiyana mirovekî de tiştekî awarte tûnebê ne hejaye ku jiyana wî werê nivîsandin.

***

– Çand hem hebûna yekî ye hem hebûna gel e. Di nav çandê de ziman, ol, edet, tore, dîrok, erdzanin, baweri, hezkirin heye.

Mirov bi çanda xwe di nav gelde tê naskirin. Çanda yekî çiqasî ferah bê jiyana wî wulqasî bi renge.

***

– Jiyana mirov kin e. Temen ji bo bicîh anîna arzû û daxwazên mirov gelekî kin e. Her roja ku diçê ji rojen jiyana mirov diçê. Li hember vê kin temenê xwestekê mirov gelekin. Ji bo bi cîh anîna wana gelekî xebat pêwistdibê.

Demê meyî vala derbasdibin gelekin. Pir caran heya me ji me namînê bê çawa temene me derbasbûye. Dibê em bi karekî tenê qîma xwe neyênin. Ji bo debarkirina jiyane karek pêwiste lê hemû jiyan li ser wî karî dibê neyê avakirin. Roj bi roj dibê em hînî tiştê nû bibin. Roj û demên ku vala derbasdibin dibê werin dagirtin. Birastî em xwe bi tişte vala gelekî dilebikênin.

Jiyana mirov bi qademaya. Zaroktî bingeha hemû jiyana mirov e. Zaroktî ji bo ferbûna jiyaneye. Dibê zarok hêdî hêdî hînî dinyê bibin. Ji bo xortanîyeke hêja dibe zaroktîyeke birûmet hatibê jiyandin. Xortanî dema bidawîkirina kêmasîyaye. Ya rast di zaroktîyede çêtir mirov dikarê kemasîye xwe sazkarbikê lê ciwanî ji bo ku hêz di destdê heye ji bo gihaştinê demeke pir hêjaya. Mixabin ji nezanînê pir caran xort peywira xweyî eslî jibîrdikin. Hem bi telkîna derdore û toreyen biyanî xort xwe li ber bayê nefsa xwe diberdin. Ji bo vêna ti tiştî bidestnaxin. Roje xwe bi erzanî ji dest derdixin. Hem bi serde xisaren mezin dikin. Li gor hişmeşandine ê ku rojekê kar nekê tê wê watê ku di xisarêdeye. Ya rast ne ku ciwan xwe ji şahîyen dinye dûrbigrin. Lê dibê ku sînore jiyanê derbasnekin. Li gor derfeten jiyane dibê ku mirov rê bidê jiyana xwe.

***

– Faqîrtî bi du awaya.

Yek faqîrtîya aqilmendî.

Yek faqîrtîya dewlemendî yanî bê diravîye.

Ya pêşî li marîfetê, ya duduyan li navûdengîyê di meyzêne.

Faqîrtîya zor a aqilmendîyê ye. Faqîrîya aqilmendî mirovan ji însanîyetê derdixê. Faqîrîya dirava mirova li dinyayê şepirzedikê.

***

– Zanabûn hişyarbûna. Li hemberê hemû tiştî şiyarîya. Zanabûn gencînîyeke hilanîye. Ê go lê ne gerê nabînê. Ji bo dîtina we gelek xebat û kar pêwiste. Di vê xebatê de dibê mirov xwe bijdênê. Bê xebat zanîn nakevê desta da. Zanina baş ewe ku bi zahmetî yek bi dest bixê. Pey zahmetê re rahatî yanî rahmet heye.

Zanabûn rêberekî roja zorêye.

Zanabûn her çiqasî bi xebata yekî bê jî, dana zanabûnê bi danîna Xwedê ye. Xebat sedema danînêye.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply