Bi hêviya dê bibe sedema devjêberdana cixareyê vane hin îstatîstîkên li ser cixareyê:
– Zemanek cixare kişandin prestîj bû û mirovan bi cixareyê forsa xwe diavêt, lê her ku çû ev rewş guherî.
– Zemanek berê cixare li ser tepsîyên zîv îkramî mêvanan dihat kirin, êdî ev rewş guherî.
– Li Tirkiyeyê her sal bi giştî 120 hezar kes ji ber cixareyê dimirin. Ji van 110 hezar kest raste rast ji ber kişandina cixareyê, 10 hezarên din jî ji ber bandor ji dûxanê cixareyê digirin, dimirin.
– Li Tirkiyeyê çend sal berê berî zagona qedexeya cixareyê ya li cihên girtî derkeve 27 mîlyon kesî cixare dikişand, niha ev hejmar daketiye 22 mîlyonî. Yanê, 5 mîlyon kesî dest ji cixareyê berdaye.
– Her sal 15 mîlyar dolar ji ber bandora kişandina cixareyê, 5 mîlyon dolar jî ji ber nexweşiyên cixare bandorê li wan dike, ji bo tenduristî tê xerckirin.
– Li gor îstatîstîkên sala 2013’yan, tenê li Stenbolê sedî 50 şewatên derketine ji ber cixareyê çêbûne.
– Cixare bi awayekî berbiçav bandorê li tenduristiya dev û diranên kesên cixareyê dikişînin dike.
– Yên cixareyê dikişînin devê wan wekî xwelîdankê bêhn dide.