Yekşem , 31 Gulan 2020

Tu Jiyan

tu jîyan tu ji boy min
wek bilbilekê bê gul
wek gulek bê bîn
wek dayikek bê zarok
wek zarokekê bê dayik î

wek darek bê şax
wek çivîkek bê hêlîn
wek berxekê bê mak
wek şivanek bê bir î

wek welatek bê al
wek kanîyek bê av
wek axakê bê adan
tu jîyan tu ji boy min
wek leylanek li çolê bî

Rojbin Ozkan

Derbar Rojbîn Ozkan

Rojbîn Ozkan

Dikarê vê jî bixwênê

Derîyê Dil û Hiş

Derîyên me hene. Me ji tiştên derve diparêzin û sînorekî dixin navbera me û tiştên …

Bersivekê Binivîsêne

Your email address will not be published. Required fields are marked *