Rostemê Zal

Ji ber ku ev e 200 sal in berhemên kurdî hatine şewitandin û niha jî berdewam e, mêjûya Kurd jî, serpêhatî û rûdanên ku bi serê Kurdan ve hatine, zêdetir bi devkî, çi wek çîrok û ço jî wek stran hatine gotin û hêjî têne gotin. Yek ji ji wan jî serpêhatiya Rostemê Zal e, çêbûna wî û serpêhatiyên wî ku bi devkî hatine gotin, heta roja îro jî xwe parastine. Lê mixabin ew jî zêdetir dîsa ne bi devê Kurdan, lê bi devê Suryanî, Ermen û Kurdên Aşûrî hatine gotin.
Dema Rostem li Mazenderanê ji diya xwe re çêbûye, ev strana hanê li ser wî hatiye gotin:
Çêbû Rostemê kurê Zal e
Rostem pir delal e
Rostem him çinar e
Rostem him zinar e
Emir bike sêsed şêst şeş sal e
Lê hêj biçûke û tifal e
Dayê hembêz kir û wî bir mal e.

Li virê pirsa ku tê hişê meriv ev e: Çima sêsed şêst şeş sal?

Dîroknasên Rojhilatî tevan gotiye: “Rostem destana Kurdan a mêrxasiyê ye. Lê zêdetir ew di nava cîranên Kurdan de pir belav bûye. Heta destanên Rostemî li nav Ereban jî têne gotin.”

Rostem li ba Kurdan pir nirx û pîroz e û pir jê tê heskirin, heta îro jî
Kurdan navê wî bi hezaran li zarûkên xwe danîne. Herweha peyvika Rostemî weke ya EGÎD, bûye nîşana lehgengtî û mêrxasiyê. Ji vê zêdetir tê dîtin ku niha jî gelek Kurd xwe ji ajara Rostenî didin xuyakirin.

Rostemê Zal û çend kesên ji malbeta wî weke Zal, Bêjeng, Gêyo, Guhderz û hinekên dî, li ba Kurdan wek mêrxasên nijadî têne hesibandin. Herweha gelek hozanên Kurd ên navdar jî, navê Rostemî di berhemên xwe de bi kar anîne û bi navê wî hêza xwe ya nivîsandinê xurt kirine.

Niha jî li hin gundên Kurdistanê hinek pîrejinên mêrane hene ku dema ew nav li xwe didin, weha dibêjin:
“Em ji mala Rostemê Zal in
şeş meh di xewê de ne, şeş meh şiyar in.
Em hesin dicûm dikin qurs û dixwun.”

Hin caran di stranên evîniyê de jî navê Rostem hatiye bikaranî, weke vê keçê ku li ser heskiriyê xwe gotiye:
“Delalê li ber dilê mino!
Tu ji bona min Rostemê Zal î.
Siwar î li Rexşê Belek
Sîng û berê te mînane dîwarên Kela Kîko…”

Dema Kurd behsa Rostemê Zal dikin, pê re jî navê heft bavên wî dibêjin:
1- Rostem, kurê Zal e.
2- Zal, kurê Dal e.
3- Dal, kurê Kam e.
4- Kam, kurê Sam e.
5- Sam, kurê Narîman e.
6- Narîman, kurê Qereman e.
Lê hinekan gotiye ku Rostem, nebîçirkê Key Xusrewî ye.
Îcar ev zelal nebûye ka ji aliyê dê ve ye yan ji aliyê bavê ve ye?
Lê belê li jorê Qereman bavê şeşan e, mixabin me bavê heftan nepeyitand.
Kurd navê zarûkên Rostemî, yên pismamên wî yên nêz jî li zarûkên xwe dikin, weke: Feremez, Birzo, Serzangezar, Frangîz, Tûzo, Eywaz, Manîçe û Bêjen.

Dema ku Vîştasp qiralê Împeretoriya MEDan bûye, Rostem jî hingê lehengê Împeretoriyê bûye.

Tê gotin ji bîstî zêdetir destanên Rostemê Zal hene, weke vanên li jêrê:
– Çîroka Zal û Rûdeve…
– Şerê Rostemê Zal û Mişrîh…
– Zarotî û Şerê Rostem…
– Serpêhatiya Rostem û Çîniyan…
– Rostemê Zal û kurê wî Birzo…
– Rostem û kurê xwe Feremez…
– Şerê Rostemê Zal Bi Dêwê Sipî re…
– Şerê Rostem û Efresyab…
– Mirina Rostemî…
– Rostem û Zal û Bêjen…
– Rostem, Etembijî û Duro…

Bi hêviya lêkolîna we ciwanên hêja, li van berhemên mêjûyî, her şad û bextewer bin.

EV NIVÎSA MIN, A DAWÎN E JI SALA 2016.
Bi hêviya saleke bê kuştin û bê şewitandina warên Kurdan…

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply