Toterîka zimên û destpêka geşedana şaristaniyê

Bêguman mirov nikare bi xîred û namûsa kesekî din xîredkêş û binamûs bibe. Pêşiyên kurdan ji mêj ve badilhewa negotiye ku “jina xelqê ramûsanek, hespa xelqê meydanek, kinca xelqê ro û danek”. Aşkera ye ku mezinan gotiye bi jin, hesp û kinca xelqê mal çênabe; lê belê gava mirov ji kurdan hînî zimanekî biyanî bibe, ji kurdnasên biyanî fêrî kurdî bibe û ji rojhilatnasên biyanî perwerdehiya dînê xwe wergire rewş gelekî kambax e. Ji wê kambaxtir jî ew e ku kurdan ji “têkçûnên xwe yên dayîmî” dersên rojane dernexistibin. Ez ê mîna “hinek kurdên başûrî û diyasporayê yên ku rewşa mala xwe dihêlin bakuriyan didine ber tîrê rexneyan” nekim; ez ê mîna “hinek kurdên ku mala xwe dikin qurbana malên xelqê û dibine kuştiyên di ber doza xelqê de” jî nekim. Ji ber ku ez gotina rast ji her kesî dipejirînim û her gotina şaş li xwediyan vedigerînim, ez ê pêşiya pêşîn ji xwe û mala xwe ya bakurî dest bi rexneyê bikim.

 

Li gorî dîroknasê ermenî Araklê Tewrêzî, kesayetê dîrokî yê bi navê “Koroglî” kurdekî celalî bûye; îcar kurdbûna wî gelo ewqasî girîng e yan ne? Belê, ji bo belgekirina “dîroka têkçûnên kurdan ên li hemberî romiyan” gelekî girîng e. Ji ber ku ji vî camêrî peyveke kurdî nemaye, hemû stran û destanên wî bi tirkî ne; ev camêr wekî “zarokê dema xwe” bi zimanê serdestan derketiye meydanê, di strana xwe ya yekem de “têkçûna xwe ya teqez û bêşik” ragihandiye ku “çanda wî têra berxwedanê nake û ew ê ji wan re deyndar bimîne”. Destana wî çiqasî bê vegotin jî “dawiya teqez a têkçûnê” mîna “tava danê nîvroyê” aşkera ye.

 

Dibe ku hûn bibêjin “ji min re çi?”; lê ez ê dîsa ji dersên dinyayê jî ibretê wergirim. Ev demeke dirêj e ku di navbera Bulgaristan û Makedonyaya Bakurî de gengeşeyek heye û babet jî çand û ziman e. Bulgarî dibêjin ku “makedonî silaviyên bulgarî ne û ziman-çanda wan bingeha xwe ji zimanê bulgarî werdigire”; wekî ku farsên îranî dibêjin “kurd îraniyên herî resen in, zimanê wan farsiya hera kevnare ye”. Bila çavê hinek kurdan ronî be ku rayedarekî Makedonyaya Bakurî bersiveke wiha daye angaşta Bulgaristanê: “Em li ser çand û zimanê xwe bi tu kesî re bazarê nakin.” Ji ber ku mamosteyê gewre Ehmedê Xanî beriya çendîn sedsalan ev mijar zelal kiribû ku tenê sepandina wê li ser me maye:

“Çi bikim ku qewî kesad e bazar

Nîn e ji qumaşî re xerîdar”

Bi kurt û kurmancî Xaniyî gotiye ku kesek razemeniyê li zimanê kesekî din nake, kesek zimanê xwe ji bîr nake û bi zimanekî din razî nabe. Îcar mijara zimên hem kesane ye hem jî gelemperî ye; parastina wî ne tenê li ser milê kesan e, ne tenê berpirsiyariya komeleyan e, ne tenê karê sazûmana siyasî ya gelekî ye. Ji ber ku “toterîka zimên” mîna çerxa aşê miletekî ye ku şaristaniya wan li ser wî zimanî tê avakirin. Hinek kes dikarin têkçûna xwe ya sermedî bipejirînin û jiyaneke bi zimanekî biyanî hilbijêrin, lê mafê wan tuneye ku mîna “qewmê kewê” her kesî gazî tele-dafika dijminê xwe bikin.

Umîd Demîrhan

ev nivîs ji malpera umiddemirhan.wordpress.com hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply