- “ Şêrîno li darîno. Darîno li gohbelo. Gohbel di rê de
Pî pahno li pey de” çi ye?
Şîrove:
Şêrîno; tireh /tirî
Darîno; selik
Gohbelo; ker
Pî pahno; mirov
- “Zîq û zîq. Heşt ling û du pîx” çi ye?
Şîrove:
Zîq û zîq; halet
Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet
Du pîx; du pîye mirovên ku halet diajo
- “Ez ji bajarekî hatim. Ji min pê ve kes lê ne bû. Çûm bajarekî mezintir. Min du beran xwarin. Hestî di wan de ne bû. Li hespekî siwar bûm. Reh tê de ne bû” Çi ye?
Şîrove:
Ji bajarekî hatim; zikê dayikê
Çûm bajarekî mezintir; dinya
Du beran; her dû singê dayikan
- “Ser miqara. Dûv mişare. Li ser tinga dike hewara. Kero bê dîk” Çi ye?
Şîrove:
Ser miqara; serê dîk
Dûv mişare; dûvê dîk
Li ser tinga dike hewara; bangdana dîk
Kero bê dîk; ji bo yê gohdar dike bersivê dide
- “Ker zirî, pişkûl jê firî” çi ye?
Şîrove:
Ker zirî; denge teqîna tifingê
- “Qesra spî, bê derî” çi ye?
Şîrove:
Qesra spî; qaqilkê hêkê ye
Çavkanî
Herem: Nisêbîn,Gundê Kertwênê
Çavkanî; Xelîlê Elîyê Mihemedê Erdî; 60 salî
Ji Lêkolinên Kurdî III – Dilazad ART
———————————————–
Bersiv:
1- Cotkar
2- Cotkar
3- Zarok / mirov
4- Dîk
5 -Tifing û fîşek
6- Hêk