1- “Wek şivanê berxika
Dinêre li zaroka
Fêrdike hêdîka
Zanîn û tiştika!“
2- “Awayê max û holê
Zaran re wek malê
Kursî û masê
li balê Cîhê fêrbûna salê!“
3- “Li maxa bi dîwarî
Çar çivê bi kêrî
Wekî derî Roj jê dibarî
Têkdiçe tarî!“
4- “Li dibîstan e Hîn cîwan e
Li bendan e
Divê bizane
Dew û dozan e!“
5- “Li dîwar e Ne kewar e
Qor bi qor e Wekî per e
Tişt li ser e Kî nezane ew ker e!“ (tereg)
Amadekar: Fergîn Melîk Aykoç
Mamosteyezimanekurdi.blogspot
———————————————
Bersiv: 1- Mamoste, 2- Pol, 3- Pencere, 4-Xwendekar, 5- Tereq/Şeh