Heye, heye, heye tiştekî min heye, ew çi ye?..
- Weka quşxaneya bi qela, li esmana pencereya vekirî.
- Girê didim diçe, vedikim disekine.
- Her sibê û her roj dest û rûyê mirov paç/maç dike.
- Du camên pencere, li her dere mêze dike.
- Dirêj e, ne bend e, gez dike ne kûçik e.
- Bi xwe şêrîn e, bi gotinê xwe jî şêrîn e.
- Ji bajêr direvim bajêr, ji gund diçim gundan.
- Li serî por tune, di hundir de tehm tune.
- Tê de zîl/zengil heye lê derî tune.
- Fanûsê bi sêr im, bê kîbrît pê dikevim.
Amadekar: Paşa Amedî
—————————————————————————————————————————-
Bersiv:
- Hîv, 2- Sol/Pêlav, 3- Pêjgîr, 4- Berçavk, 5- Mar, 6- Dayîk, 7- Rê, 8- Kundir, 9- Telefon, 10- Ampûl