Tiştekî min heye tu zanî?
- Tasa mast guhara rast
- Sindoq li ser sindoq e, nifte li destê bûk e
- Dest didim qûnê dev li hev diçe
- Sê dev, devê mezin bi tev e
- Hemke qûn xwar çû ser latê, lat hanî xwar
- Tiştekî min heye heft bira bi şaşikek e
- Ez vedikim naçe, girê didim diçe
Amadekar: Paşa Amedî
Gotin: Abdulkerîm, Sal:66 – Nexwenda- Gundê Tilmizê (Batman)
———–
Bersiv:
1-Hîv, 2- Destar, 3- Meqes/Cawbir, 4 – Şal/Pantor, 5-Dûzan, 6-Milêw, 7- Çarox