- Dîtina wê xweş, jêkirina wê bi keser e
- Navê min du kîte, dişxulim şev û roj
- Di dev de ziman, ku tu arifî bibêje
- Dev heye qise nake, cihê wê heye lê ranakeve
- Xwedê çê dike, kêr deriye wê vedike
- Vedikim dibe dinya, ku bişewîtinim dibe xwelî
- Boçik heye ne jîndar e, qisan dike lê ne mirov e, cam heye lê ne pencere ye
- Heywanekî min heye; ji boçê dirêj pozê wê heye
- Têde çiya heye, kevir tune, gund heye mirov têde tune, çem heye têde av tune
- Mil heye, çîp tune, laş qelişî ye lê canê wê tune
Amadekar: Paşa Amedî
——————————————————————————————————-
1-Gul, 2- Saet, 3- Bilûr, 4- Çem, 5- Zebeş, 6- Nexşe, 7- Televîzyon, 8- Fîl, 9-Nexşe, 10- Ceket