Tişta Herî Xerab Çi Ye?

Dibên rojekê sê mirov ji hev dipirsin, dibên gelo tişta heri xerab çi ye?

Yek dibê: Tişta herî xerab jina ne li rê ye.

Yek dibê: Ciranê mirova yê xerab e.

Yek jî dibê: Bira yê mirova ê xerab ji gişta xerabtir e.

Vana pirr hevdu dibin û tînin, gelekî bi hev re nîqaş dikin, werhasilê kelam hevdu îqna an jî qanî nakin.

Dibên: mirovekê zana heye tên hinda wan:

Vana ji camêr re dibên hal û meseleya me ev e. Tu çi dibêji ?

Camer dibê: Beêe tişta herî xerab birayê mirova ye. Lewra mirov nedikare wî terk bike, ne ber bide û ne jî ji ber

wî bar bike.

Lê mirov dikare jina xerab berbide.

Ji ber ciranê xerab ji mala xwe barbike.

Lewra birayê mirova yê xerab her dem bela sere mirova ye. Mirov gi bike jî xwe ji  xerabî ya wî xelas nake.

Encax Xwedê Teala wî isleh bike. Wekî din tu karekî wî tune.

Qirok: Geleri

Kom Kirin: Ebdurehime Muşî

serhed.com

Derbar ziman

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply