Tiryakî rojane 17 heb cixare dikşînin

GfKya saziya lêkolînê îsal li tevahiya Tirkiyeyê bi hezar û 175 kesî ra xeberda û li ser tenduristî, heyat û xwarin û vexwarina wan lêkolîn kir.

Li gor encamên derketin kesên tevlî lêkolînê bûn ji sedî 85 taştê dikin, ji sedî 69 firavînê dixwin û ji sedî 91 şîvê dixwin.

Ji sedî 9ê kesên tevlî lêkolînê bûn di navbera taştê û firavînê da û ji sedî 12 jî di navbera firavîn û şîvê da tiştên sivik dixwin.

– Kişandina cixareyê

Ji sedî 42yê tevlî lêkolînê bûn cixareyê dikşînin û ji cixarekêşan rêjaya jinan ji sedî 31 e û ya mêran jî ji sedî 54 e.

Li gor encamên kesên cixareyê dikşînin tiryakî rojane 17 heb cixare dikşînin.

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply