MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Goştê pez û bi hestî: Nîv kîlo
*Îsotên hêşîn: 2 heb
*Firingî: 3 heb
*Ava firingî û îsotan: Kevçiyekî xwarinê
*Simaq: Qedeheke avê
Leymûn: 2 heb
Rûnê nivîşk: 2 kevçiyên xwarinê
Xwê: Têra xwarinê
Av: 4 qedehên avê
ÇÊKIRINA TIRŞIKA BAMYEYAN: Bamyeyan bineqînin, kumikên wan jê bikin û bişon. Paşê jî di teyfikekê de leymûnên xwe biguvêşin ser wan, bila bimînin. Goşt bikin çênî û bişon. Pîvaz, îsot û firingiyan hûr bikin.
Goşt bixin beroşê û deynin ser agir, bila bikele. Ku av ji ser goşt çikiya rûn, avafiringiyan û îsotan û pîvazan bidin ber, bila biskekê bi hev re sor bibin. Dûvre îsotên hûrkirî û piştre jî firingiyên xwe berdin ser, bila melzemeyên we bi qasî deh qedeyan bi hev re biqelin. Paşê ava wê ya simaqê têkinê. Xwêya wê pê werkin, devika beroşê bigirin bila xwarin bipije. Dema kel bi xwarina we ket, bamyeyên xwe têde bikin û agir ji binê beroşê kêm bikin, bila xwarina we bi hemdê xwe, hêdî hêdî bipije. Dema xwarin pijiya bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be