Ref û col û garan û kerî
Dûr be ji van tu xweserî
Di garanê de bi bêhişî
Tev didine dû ê pêşî
Bê ku derên ji nav sînor
Xuya dikin wekî mirovên kor
Dibên: “Ku em derên ji nav girsê
Wê em tevî bi hev re herinê parsê
Û emê xwe têxine bin bar
Emê tevî bibin belengaz û jar
Tew ev jî bi tenê ne bese ji mer
Wê dorpeçkin me wekî gura beşer
Ma tu yê ji bo çi serê xwe biêşî
Çi xweş di nav garanê de dimeşî
Pêşiyê me zanin çê û ne çê
Ka tu zanî ku wan gotiye çê?
‘Pez a ji der kerî gur wê zift dike’
Mirovên bi tenê xwe neçar dike
De ka tu yê ji bo çi serê xwe biêşînî
Bidomîne vê jiyana xwe ya geş bi xweşî”
Mixabîn wiha ye fikrê ji sedî not ê mirovan
Naqetin ji girseyan dijîn ew li nav garan
Lê ji bo ku mirov xwe binase
Divê mirov xwe bi xwe vepirse
Û divê mirov xwe rexne bike
Van herdû pirsa ji xwe pirs bike
“Gelo ez dijîm li gorî dilê xwe
Yan jî civak min dide dû xwe?
Gelo ez çi qas azad û serbixwe me
Yan na ez jî reşexelkek bixwe me?”
Gava ku em dinêrin li dîrok û mejûyê
Ev jêderanin xuya dike li herî pêşiyê;
Bi tenê alim, zana, feylesof û ramanwer
Ew bi tena serê xwe dijiyan her û her
Ji Zerdeşt bigire ta heta Bûda
Ew dijiyan xweser û azad û cuda
Binêrin li hemû pêxemberên gewre û birûmet
Xwe dûr kiribûn ji girseya kişiyabûn çiya û şikeft
Wiha gotiye Friedrich Nietzsche yê germanî:
“Bireve tenêtiya xwe, tu ne pezê li nav garanî!”
Emre MÛHARGÎNÎ