Şemî , 5 Hezîran 2020

Tirkiye Bi Kur Ve Diçe?

Tirkiye ji maziyeke tarî gihîşte sedsala 21ê.

Zilm û neheqiyên hatin kirin êdî nayên ziman û kêm-zêde herkes dizane.

Her çiqas di hinek deman de hêvî çêbûbe jî, tarîtî her domiyaye.

Hêvî bi giştî di demên sivikbûna zordariyê de çêbûye. Mîna serdemên hatina Menderes, Özal û Erdoğan.

Lê mixabin heta niha tarîtiya li ser welêt, bi taybet a li ser kurdistanê ranebûye.

Piştî operasyonên ergenekonê û destpêkirina pêvajoya çareseriyê hêviyên gel dîsa candar bûn. Pir gavên hêja jî hatin avêtin. Hê pir rê hebû; lêbelê meşa heq û azadiyê sekinî. Bi taybet piştî hilbijartina 7ê Hezîranê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir.

Sedemê vê pêvajoya nû kî û çi be bila be, rewş xirab e. Lewra ji berya pêvajoyê jî xirabtir bûye.

Li bajarên wek Cizîr, Silîvan, Gever, Nisêbîn û Diyarbekirê şerê nav bajêran dest pê kiriye û çend meh e didome.

Her roj kuştin, her roj xwîn, her roj malxirabbûn, her roj koçberî, her roj girîn…

PKKê barekî giran li pişta kurdan û kurdistanê kiriye. Şerekî bê encam dimeşîne. Bajar xerab dibin, gel koçber dibe, sivîl dimirin.

Lê xuya ye ku hêzên dewletê jî bi dijwarî tevdigerin. Heta niha pir kesên sivîl bi gulleyên polîsan mirin. Rûyê dewleta ku gunehkar û bêgunehan ji hev cuda nake dîsa hat dîtin. Dîsa sloganên nîjadperestî û tirkperestiyê li kolanên kurdan bilind bûn. Li ser dîwaran “Heger tu tirk î bipesine, heger ne tirk î serî bitewîne” hat nivîsîn.

Bêguman heta ev neyên lêpirsîn û cizakirin, berpirsiyarê van dewlet bi xwe ye. Şerê bi vê şêweyê jî PKKyê qels nake. Belkî hêzdartir dike.

Hebûn û çalakiyên PKKyê ji bo hêzên dewletê nabe hincet û behaneya zulm û niheqiyan. Çawa yên dewletê ji bo PKKyê ne hincet û behane ne.

Di serdemeke ku derdora Tirkiyeyê, wek Iraq û Suriyeyê, di nav aloziyeke dijwar de ye, nabe ku ev rewş dirêjtir bibe.

Divê di demeke zûtirîn de rêya axaftinê bê dîtin û dengê çekan bê birîn.

Yan na rewş xirabtir û roj tarîtir dibe ji bo herêmê.

Înîsiyatîf di destê dewlet û hikûmetê de ye.

Xwedê, agirê zulm û fitneyê bitefîne; azadî, wekhevî û aramiyê bîne. Amîn.

About Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Check Also

ZIMAN ŞÎRÎN E ŞÎRÊ DÊ

Ziman şîrîn e şîrê dê. Vexwî wî têr dibînî xêr. Nemîn dûr jê bimij tim …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.