ji keviyan wer dibim
pişt li erdê diwestim
kêlînan diramim
bi libasên spî,
perikên pûşî,
nêz xwedayan
bi ser ewran de difirim
çaxê bi hiş ve têm
rût im, baskên min diweşin
ezman sayî,
stêrk çilmisî,
xew herimî…
vedigerim li xwe
tu nîn î, ez winda
wek brîna bê hekîm
rojên dawî dijmêrim
ji kerba bidestxistinên
ji têkçûnê ava bûne
li cihê xwe dimelisim,
li xwe mikûr têm,
divejim
û radibim pê
vê xewna vemirî ji tîna heyva te didizim
25 Sermawêz 2003
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014