Beşîktaşa ku di sezona 2015-2016an de di Lîga Super a spor Totoyê de şampiyonî bi dest xist do gihîşt kupaya xwe.
Merasima pîrozbahiyê li Vodafone Arenayê hat kirin û di merasimê da stranbêjên ku Beşiktaşê digirin stran gotin û şov û pîrozbahiyên cur bi cur hatin kirin.
Di pîrozbahiyê da alîgirên Beşiktaşê trîbunan tije kirin û merasim bi Bandoya Bekoyê dest pê kir. Di vê navberê da lijneya teknîkî û fitbolîstên Beşiktaşê derketin qadê.
Di merasima pîrozbahiyê da stranbêjên wek Bîrol Can, Alî Altay, Sîmge, Aykut, Ferîdun Duzagaç, Kutsî, Emre Kaya, Gokhan Tepe, Hakan Altun û Dusko Tosicê fitbolîstê Beşiktaşê û xanima wî Jelena Tosic stran gotin.
çavkanî:trtnuce