Lîstikvanên tîma Dalkurdê ji futbolvanên 14 welatên cuda pêk tê.
Dalkurd sala 2004ê li herêma Dalarnayê ya yê Swêdê ji aliyê 9 Kurdan ve hate avakirin û di heyama 10 salan de li Swêde 6 lîg derbas kir û bi sernekeftinên xwe nav da.
Dalkurd niha di Lîga Superettanê rêza çaremîn de ye û ber bi lîga Spûr a Swêdê ve diçe.
Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil jî ji Rûdawê re diyar kir ku welatiyên Swêdî pir ji wan hez dike û wiha got: “Ji bo wan gellekî girîng e ku tîmeke futbolê bi ew qasî xort li xwe kom kiriye. Bi wî awayî xort ji kolanan û tundiyê dûr dikevin.”
Ramazan Kizil da zanîn her çi qasî serkeftinên wan mezin bibe bi ew qasî jî mesrefên wan jî zêde dibe û wiha domand: “Pêwîstiya me bi lîstikvaneke pofesyonel heye. Divê ji bo vê yekê jî pereyeke zêde hebe.”
Tîmên cîhanî her sal serwetên mezin bidest dixin lê Dalkurd deyndar derdikeve. Ramazal Kizil derbarê bûdçeya Dalkurê de jî wiha got:
“Ji xeynî pereyên em ji sponsoran distînin şaredariya herêmê jî 10 hezar dolar dide me. Herwiha Yekîtiya Futbola Swedê jî her sal 400 hezar dide. Lê ev pere têra me nake. Bi saya civaka Kurdî ya li Swêdê em rêveberina tîmê dikin. Taybetî jî Kurdên ji Başûr gellekî alîkariya me dikin.”
Kizil amaje kir ku wî çend caran serdana Hewlêrê kiriye lê dest va vegeriyaye û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti alîkariya me nekirine. Niha sponsora me ya sereke şirketa li Herêma Kurdistanê, Fast Link e.”
Di destpêka tîmê %95 lîstikvan Kurd bûn û lê niha ji 14 welatên cuda lîetikvanê wan hene.
Serokê Dalkurdê herwiha destnîşan kir, ew ji her lîstikvanê ku beşdarî tîma wan dibe re behsa Ala Kurdistanê dikin û heta niha ti lîstikvan ji wê yekê dilgiran nebûye.
Ramazan beriya niha dabû zanîn di bernameya wan de ye ku 3 akadeniyên DalKurd vekin, da ku xortên werzişdost ên Kurd perwerde bikin.
Rudaw