Teyrê Sîmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Zemanekî çûkek hebû. Navê wî Teyrê Sîmir bû. Gelekî bedew û xweşik bû. Ji bo ku helîna xwe çêbike li her deverê dinyayê digere. Rojekê darekê dibîne. Dar di nîvê çolekê deye. Teyrê Sîmir diçe hêlîna xwe li ser wê darê çêdike. Di hêlîna xwe de çar hêka dike. Teyrê Sîmir bi şev li hêlîna xwe de dimine, bi roj diçe deştê ji bo nêçîrê. Bi wî awayî her çar hêk bun çar çêlîk.

Rojekê diçe nêçîrê. Dema ku bi şev tê hêlîna xwe dibîne ku çêlîkeke wê ne xûyaye. Ji çêlîkên xweyî dî dipirse. Çêlîk dibejin:

– Ji bin vê zinara ha marekî reş derket û hat birayên me xwar û çû.

Roja dî dema ku Teyrê Sîmir herê nêçîrê ji pirtikê xwe pirtikekî dide çêlîkê xwe û dibêje:

– Dema ku serê wê kete belayê hûnê wî pirtikî bişewitînin, ezê werim alîkariya we.

Piştî vê şîrêtê Teyrê Sîmir diçe nêçîrê. Mar dibînê ku Teyrê Sîmir çû nêçîrê xwe bi hêdî hêdî berdide bi ser hêlînê ve. Dema ku nêzî hêlînê dibe çêlik pirtikê ku dayîka wan dabû wana dişewitînin. Wê gavê Teyrê Sîmir di hêlîna xwe de tê xuyakirin. Teyrê Sîmir bi du perê xwe dirajê du kevirê mezin û bi ser serê marê ku xwe bi darê ve hildikişîne ve diberde. Mar dimire. Heta çêlîkên Teyrê Sîmir ber firê ketin li ser we darê man. Duvre Teyrê Sîmir û çêlîkên xwe ji bo ku li welatekî din ji xwe re hêlîneke bibînin firiyan asîmana.

Ê ku dile wan bi xelkê naşewitê, dilê xelkê jî bi wan naşewitê.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply