Tevn û Teşî

Ev nivîs berdewamiya “Çend têgehên li ser amrazên jiyanê yên kevnare-1” e

BERMAL: Cureyak berra (kîlim) nexşandî ye û diavijin ser nivînan.

TEVN: Dezgehê veçinandinê ye.

HEVO: Benê ku di tevnê de berwarkî tê avêtin.

FIRÊD: Ji benê duttayî re tê gotin.

RINO: Şeyê tevn ê ku ji dar hatiye çêkirin.

KERKÎT: Ew amûrê ku di dema veçinandinê de ji bo ku tta nêzîkê hev dikin. Ji hesin hatiye çêkirin.

BEFŞ: Textikê ku bi masûr di navbera tayên tevnê re derbas dibe û tayikan ji hev vedike.

MASÛR: Ji mekîka tevnê re tê gotin.

HEPİK: Amûrê ku di dema veçinandinê de ji bo ku tayikan nêzê hev dike.

ŞEYÊ HIRIYÊ: Amûrê ku ji bo hirî were ristin pêşî hirî pê tê şekirên.

TEŞÎ: Amûra ku pê rîs tê ristên û dibe benik.

teşî

HIRÎ: Ji pirrça mihan re tê gotin.

LIBA: Yan jî liva. Ji pirrça berxikan re tê gotin.

ÇEWAL: Jê re cem/cemik jî têne gotin. Ji tayê hiriyê çêdibe, li ser tevnê tê veçinandin, piştre çewal çêdibin.

TÊR: Mînanî çewalan tê veçinandin, du cemik bi hev ve têne dirûn, diavêjin ser pişta ker, hesp û hêstiran, xelk alavên xwe pê dibin û tînin.

XWIRCIK: Jê re heqîb jî tê gotin. Ew jî mîna têr, çewal û cenikan bi tevnê tê çikirin û weke têrê biçûktir bûn, ji malê xalîça bû û diavîtên terkiya hespan.

GORÊ RÎS: Serê pêşî rîs (hirî) dihate ristên, piştre jê gore dihatên çêkirin. Rîs çiqas zirav bihata ristên ew qas gore jî xweşik û nazik / çavhebîn çêdibûn.

KAP: Jê re qetik jî tê gotin. Ji benê rîs dihate çêkirin. Penc û şeş ben dihatin hûnandin û dixistin stûyê golikan.

KULAV: Kulav ji libaya berxan dihate çikirin. Ji pisporên kulava re digotin “Libajen”.

Libajenan libaya xwe bi awayekî xweşik dijenandin, piştre li erdê cilekê rast dikin, libaya ku jenandine li serê radixêlin, darekî dirêj dixin navê û li hev dipêçin, piştre bi şerîtekê hişk girêdidan û kulavê pêçayî digindirînin. Ji vî karî re dibêjin: Borandin. Çend zilam piyê xwe bi hev re lê dixin, av lê direşandin heta ku ew liba hev digirt, piştre derdixistin û dibû kulav.

Roja ku kulav li malekê bihata lêxistin, mirov digot qey li wê malê govend heye. Ew roj xwarin dihate çêkirin, danûkên genim dihatên pijandin û li ser denûkan mewîj, kakilê guzan, û kakilê bindeqan dihatin xwarin. Ciwanan hinekan li kulav didan, hinekan jî leyistik dileyistin. Gava ku ew diwestiyan cihê xwe bi hevdu vediguherandin. Govend dihate girtin, kilam dihatin gotin. Bi vî teherî kulav dihatin çêkirin.

 

XALÎÇE: Di serî de hirî dihate ristin û dibû rîs, ew rîs badidan dikirin “firêd” yanî duta dikirin, piştre reng dikirin û dixistin telaş.Tevn dihatine danîn û bi vî tehrî dihatine veçinandin.

Nîşe: Di vê lêkolînê de ji ber ku alikariya min kiriye; ji Seydayê rêzdar Mele ‘Elî BALQAYA re spasiyên xwe pêşkeş dikim û ez dibêjim Seydayê rêzdar sed hezar car mala te ava.

SILAV Û RÊZ…

Maşallah Milazgirtî

(Ev nivîs ji di Kovara Nûbiharê di hejmara 124an de hatiye weşandin

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply