PIRSA XWENDEVAN
Dem baş mamoste Baran, ev demeke baş e me li rewşa te nepirsiye, hûn çawa ne, Xwedê bike hûn baş bin? Mamoste sê pirsên min hene, bi hêviya ku tu ji me re zelal bikî.
…
2- Hin peyv hene her çi qas nayên jimartin, di devoka me de wekî pirjimar tê gotin,her wekî: nîsik, nok,fasolî, sîr, dendik, şoqil…
Mînak:
Me nîsik çandin.
Fasolên me şîn in.
Nokên me hişk bûne.
Me sîr av dan.
Gelo li gorî rêzimanê tiştekî wilo rast e yan na?
3- Em rastî hin lêkeran tên, cînavkên lihevxistî di wan de wekî pêşgirekê tê nivîsîn, her wekî: têbigihe, tevbigere, jêbike, lêbike, pêbixe… Gelo ev awa rast e yan em cuda binvîsin rast e, ji ber ku di bingeha xwe de cînavk in?
Li gel rêz û silavan
Ferhad Qamişlo
———————————————–
2- Ji bo tiştên hebhebî (liblibî) li gora mebest û kirpandinê her du awa jî dibin, dîsa jî yên bi gurşî, wek tirî, dibe ku nekeve nav wê kategorîyê. Di tiştên weha de, mebesta peyiver û rewşa wan tiştan jî tesîrê li awayê kêşanê dike. Anku ev hevok dibe:
Me tirî xwar û em çûn.
Lê heke çend cûre tirî bûna, û heke peyiver bixwesta ew cûrebûn bikirpanda, dibû ku bigota;
Me tirî xwarin û em çûn.
Anku naveroka berî wê û ku kirpandin gelemperî yan taybet e jî tesîrê li dîyarkirina mêjerê dike:
————————————————————
Tev gerîn, tê gihan, lê xistin û hwd., pev re yan cuda binivîsin?
Ev mijar di Kurdîya nivîskî de hinekî tevlihev e, heman lêker carna pev re car caran jî cuda tê nivîsandin; ji ber ku ji wan re pîvanek nehatiye zelalkirin.
Bi ya min divê pîvan ew be ku ev daçek+cînavk wek pêşpirtikên ra-, da-, ve- û hwd., ewên ku beşê nelêkerî yê lêkereke hevdanî pêk tînin û bi lêkerê ve tên nivîsandin, tev digerin, kar dikin, an na? Ji ber ku ew cûre pêşpirtik bi awayekî bi tevayî lihevkirî bi lêkerê ve tên nivîsandin:
daketin
daxistin
raketin
raxistin
vekirin
vebûn
Fonksîyoneke zêde jî li van pêşpirtikan bûye; li şûna pêşpirtika bi- ya raweya fermanî, bilanî, dema bê û hwd kar dikin; heke ew hebin, bi- nayê bikaranîn:
Dakeve! Ew ê dakeve. Heke ew dakeve.
Daxe! Ew ê daxe. Bila daxe.
Rakeve! Ew ê rakeve. Bila rakeve.
Raxe! Ew ê raxin. Heke raxin.
Veke! Ew ê veke. Bila veke.
Vebin! Ew ê vebin. Heke vebin.
Bala xwe bidinê ku wek `Dabikevin! Rabikevin! Vebikin!` nayê gotin. Heke em lêkereke ne bi vî awayî bi kar bînin û bidin ber hev, nebûna bi- çêtir tê dîtin:
Tije bike! Ew ê tije bike. Heke tije bike.
Bixwe! Ew ê bixwe. Heke bixwe.
Lê;
Rabe! Ew ê rabe. Heke rabe.
Rake! Ew ê rake. Heke rake.
Wek ku dîyar e, normala van forman bi bi- ye, lê ra-, da-, ve– û hwd. karê bi- jî dikin, loma ew jî wek bi- bi lêkerê ve tên nivîsandin.
Îcar heke em bi vê perspektîvê li vê mijarê binêrin, em kanin bibêjin ku tê, jê, lê, pê jî, heke wek ra-, da-, ve- û hwd. tev bigerin, li şûna bi- jî kar bikin, divê bi lêkerê ve; heke cuda tev bigerin, an daçek û cînav ji hev veqetandî bin, ji ber ku cînav wek serveka (objekt) daçekê hatiye dîyarkirin, wê gavê divê cuda bên nivîsandin.
Heke em bi vê nêrînê li mînakên te binêrin:
Tê gihan Tê bigihê! Ew ê tê bigihê. (cuda, ji ber ku karê bi- nake)
Heke awayê fermanî, bilanî, dema bê û hwd. li şûna bi-, tê- bi kar bianîya, wek `Têgihê`, wê jineçarî pev re bihata nivîsandin. Lê ew awa peyde nabe.
Ew di wan digihê. (cînav/serveka daçekê hatiye dîyarkirin)
Jê kirin Jêke! Ew ê jêke. (pev re, ji ber ku karê bi- dike)
Pelekî jêke. Bila çend pelan jêkin.
Pelekî ji wê bike. Pelek ji wê kir.
Çakêt ji xwe bike.
Bala xwe bidinê ku `tê gihan` bêyî bi- nayê kişandin, loma her tim cuda were nivîsandin çêtir e. Lê `jê kirin`, heke serveka daçekê nedîyarkirî be, bêyî bi- tê kişandin û li şûna bi-, jê- tê bikaranîn; wê demê divê pev re bê nivîsandin; an na cuda.
Ji bo `tev gerîn`ê ev rewş pêk nayê;
Tev gerîn Tev bigere! Ew ê tev bigere.
Loma ji bilî rewşa navdêrî, ew her tim cuda bê nivîsandin çêtir e.
Li gora vê nêzîkbûnê, di rewşên ku dikevin şûna bi- de, divê bi lêkerê ve, di rewşên ku bi- tê bikaranîn an jî ku daçek û serveka xwe ji hev cîhê dibin de (jê-ji wî, lê- li wan, pê-bi derî û hwd) divê cuda bên nivîsandin:
Lêxe! Pêxe! Jêke!
Li wî bixe! Li wan bixe!
Ji lêwik bike!
Tev bigere!
Jê biqere!
Lê bigere!
…
Mijarên weha bi pîvangekê (krîter) yan pîvanginan nêzîkbûnê dixwazin, an na kêfxwazî rê li ber tevlihevî û bêserûberîyê vedike. Di vê mijarê de bi ya min pîvangên serekî bikaranîna bi- û lihevxistî yan cudabûna daçek+cînavan in.
Hêvî dikim ku alîkarîya we bike.
Baran RIZGAR – Sibat 2017