Tesîra Lerzê Li Ser Guherîna Dengan – Husein Muhammed

Gelo em çima dibêjin ”dikujin” lê ”kuştin” anku di yekê de J lê di ya din de Ş heye? Yan bo çi ”nelîzin” lê ”nelîstin” yanî di yekê de Z û di ya din de S heye? Ji ber çi em dibêjin ”heft” lê ”hevde” anku di ya yekem de F û di ya duyem de V heye? Em dizanin ku peyva ”pezkûvî” ji peyvên ”pez” û ”kûvî” lê sebeb çi ye ku di axiftina bilez de ew wek ”peskûvî” tê gotin? Di peyivîna bilez de heta ”ez têm” dibe ”es-têm”. Li aliyekî din, ”qesd” ya erebî di kurdî de di devê xelkê de dibe ”qest” yan ”qezd” û ”isbat” dibe ”izbat, îzbat”.

Di dengnasiyê de mebest ji ”lerz”ê lerizîna yan nelerizîna perdeyên dengî ye. Perdeyên dengî[1]hin perde yan beten in ku li serê gewriyê hene û livandina wan alîkariya çêkirina dengan dike. Cih û awayê dengên konsonantan eynî ne, bo nimûne yê dengên ”b, p” yan ”g, k” lê di dema çêbûna ”b” û ”g” de perdeyên dengî dilerizin lê di çêkirina ”p” yan ”k” de perde nayên lerizandin. Konsonantên ku perdeyên dengî dilerizînin bi navê ”bilerz” tên nasîn. Konsonantên ku perdeyên dengî nalerizînin jî, ”bêlerz” in.

Konsonantên bilerz yên kurdî ev in: b, d, g, z, j, ẍ, v, c û varyantên wan, bo nimûne ”ḅ ẓ”. Hevberên wan yên bêlerz di kurdî de ev in: ”p, t, k, s, ş, x, f, ç” û varyantên wan, bo nimûne ” ṕ, ṭ, ḉ”.

Tabloya bêlerz û bilerzên kurdî[2]

bêlerz p t k s ş f ç x
bilerz b d g z j v c q, ẍ[3]

Di nav peyvên xwerû de, mirov dikare gelek nimûneyan bide ku du konsonantên li pey hev herdu bêlerz in yan jî herdu bilerz in. Lê mirov nikare gelek nimûneyên wisa bibîne ku ji du konsonantên li pey hev bibîne ku yek jê bêlerz û yek jî bilerz be. Bo nimûne ”dest, heft, text” hene ji ber ku T û herfa berî wê herdu bêlerz in. Lê di zimanê me de peyvên wek ”*dezt, *hevt, *teẍt” yan ”desd, hefd, texd” yan jî peyvên din yên bi dengê ”-zt, -vt, -ẍt” yan ”-sd, -fd, -xd” nînin yan jî gelek kêm hene ji ber ku dengên lerza wan ne wek hev li hev nakin.

Konsonantên bilerz û yên bêlerz li pey hev li hev nakin. Konsonanta paştir lerza ya pêştir wek xwe lê dike. Heke ya paştir bêlerz be, bilerza berî xwe jî dikeve bêlerz yan jî berevajî. Bo nimûne, rehê nimûneya me ya jor ”-lîz-” wek ”di-lîz-im, na-lîz-in, bi-lîz-e”. Lê di demên borî de T jî li rehê lêkerê tê zêdekirin anku dibe ”-lîz-t”. Lê ji ber ku T bêlerz e, ew Z-ya bilerz ya berî xwe, hingê T-ya bêlerz Z-ya bilerz jî bêlerz dike anku dike S. Loma ”lîz+t à lîst”. Bi heman awayî ”kuj” (wek ”di-kuj-in, ne-kuj-e, na-kuj-î”) gava ku T ya rehê dema borî lê zêde dibe, hingê: ”kuj+t à kuşt” ji ber ku J bilerz e û berî T-ya bêlerz dibe Ş-ya bêlerz.[4]

Ne tenê konsonantên bilerz berî yên bêlerz dibin bêlerz. Bi heman awayî dengên bêlerz jî berî yên bilerz dibin bilerz: ”heft+deh à hevde”. Anku F-ya bêlerz berî D-ya bilerz dibe V-ya bilerz (T yan dikeve yan dibe jî dihele nav D). Bi heman awayî ”heşt+deh à hejde” anku Ş-ya bêlerz berî D-ya bilerz dibe J-ya bilerz.

Ev guherîn ne tenê di peyvên xwerû de çêdibe. Peyva ”dest” di hin ji van peyvan de wek ”des-” maye lê di hinan de jî bûye ”dez-”: ”desmal, despêk” lê ”dezgeh, dezgir/dezgirtî”. Sebebê parastina S di peyva ”despêk” de ew e ku P jî wek S bêlerz e loma S naguhere. Lê S di peyvên ”dezgeh, dezgir” de bûye Z anku bûye bilerz ji ber ku G jî bilerz e.

Tesîra lerzê li ser gelek peyvên ji erebî wergirtî heye. Di erebî de tesîra lerzê li ser guherîna dengan nîne. Di erebî de cotên bêlerz/bilerz bi qasî kurdî nînin. Bo nimûne, di erebiya standard de ”k, ş, f” yên bêlerz hene lê hevberên wan yên bilerz ”g, j, v” nînin. Bi heman awayî ”b, c” yên bilerz hene lê hevberên wan yên bêlerz ”p, ç” nînin.

Peyva erebî ”ḧebs” di kurdî de bûye ”ḧefs” yan ”ḧeps”. Ji ber ku S bêlerz e, wê B-ya bilerz kiriye P yan jî F. Berî ku B bibe F, ew bûye V, wek çawa ku di gelek peyvên din de jî di kurdî de B bûye V. Bide ber kurdî ”av, lêv, bav/bab” lê farisî ”ab, leb, baba”.

 

Hevberên bêlerz û bilerzên kurdî di erebiya standard de

bêlerz t k s ş f x
bilerz b d z c

 

Loma di erebî de dengên bilerz û bêlerz ji kurdî zêdetir û hêsantir dikevin pey hev. Loma peyvên wek ”zebt, qesd, isbat, rizq” di erebî de mimkin in lê ew di kurdî de bûne bêhemdî mirovî jî dibin ”zeft/zept, qezd, izbat, risq”[5].

Ji ber sebebên lerzê, ji hin peyvên ji erebî hatine çend form di kurdî de peyda dibin. Hin ji van peyvan ”ḧefs, zeft” û formên wan yên cuda ne (ḧeps, hevs, hebs, zebt, zept, zevt). Lê di wan de herdem herfa dawiyê wek xwe maye, tenê herfa duyem-dawîn anku ya berî ya dawiyê guheriye.

Ev diyardeyeke giştî ye ya tesîra lerzê ye: herfa pêştir hatî li ber ya paştir hatî diguhere, ne berevajî. Lê bi kêmî nimûneyek heye ku li gel vê qeyda giştî li hev nake:

Peyva ”qeṣd” (قصد) di kurdî de bi sê awayan peyda dibe. Gelek kesên erebîzan û ji rehê wê peyvê haydar, wê bi qasî mimkin nêzîkî eslê wê yê erebî anku wek ”qesd” dinivîsin. Ev awayê dilsozî rehnasiya wê peyvê be jî, ji peyva di devê xelkê de dûr e. Awayekî din yê nivîsîna wê peyvê ”qezd” e ku zêdetir wek awayê gotina wê peyvê û li gor diyardeya giştî ya bilerzbûna dengê bêlerz berî dengekî bilerz e anku D-ya bilerz S-ya bêlerz diguherîne û dike Z.

Lê hê jî awayekî din heye ku belkî di nav xelkê de ji herdu awayên behskirî gelek berbelavtir e jî. Ew jî ”qest” e, wek di fraza ”ji qesta[n]” de. Di wê de ne D-ya bilerz ya dawiyê S-ya bêlerz ya berî xwe kiriye Z lê S-ya bêlerz D-ya bilerz ya piştî xwe kiriye T-ya bilerz. Guherandina bi vî awayî di kurdî de awarte û istisna ye.

Li aliyekî din, berevajî tirkî, di kurdî de konsonantên bilerz li dawiya peyvê bi otomatîkî nabin bilerz. Bide ber kurdî ”kitêb, xîtab, hebîb” lê tirkî ”kitap, hitap” ji erebî ”kitab, xitab, hebîb”, kurdî ”reng” lê tirkî ”renk” û hwd. Di tirkî de bêlerzbûna li dawiya peyvê di nivîsînê de jî tê diyarkirin (”kitap = kitêb” lê ”kitabı = kitêbê”). Heman bêlerzbûn di hin zimanên din de jî heye, bo nimûne di almanî û rûsî de, lê di wan de bêlerzbûn di nivîsînê de nayê diyarkirin (bo nimûne almanî ”Tag = roj” û ”Täge = rojan” herdu bi G tên nivîsîn tevî ku ya yekem wek ”tak” tê gotin.)

Ji nimûneyên ”pezkûvî” û ”ez têm” (bi gotina bilez ”peskûvî” û ”es-têm”) yên li jor dayî diyar dibe ku ev guherîna dengî di peyvên pêkve û heta di du peyvên ji hev cuda lê li pey hev jî çêdibe.

TESÎRA GUHERÎNA DENGÎ LI SER NIVÎSÎNÊ

Guherîna lerzê (anku bilerzbûna bêlerzan yan bêlerzbûna bilerzan) pirsgirêkeke cidî ya rastnivîsînê bo me peyda dibe. Şarezayên zimanî dizanin ku peyva ”kuştin” di rastiyê de ji ”kuj+tin” pêk tê lê di gotinê de her kes wê wek ”kuştin” dibêje. ”Dezgeh” helbet ji ”dest+geh” tê lê ti kes wê wisa nabêje. ”Pezkovî/pezkûvî” û ”ez têm” li gor rehên xwe rast hatine nivîsîn lê em dizanin ku di kirdariyê de kurd wan bi lez wek ”peskovî/peskûvî” û ”es-têm” dibêjin.

Anku awayê gotin û rehê gotinê dijî hev e. Pirsgirêk jî ev e: gelo em ê bi gotinê yan jî bi rehên peyvê bikin? Bivê-nevê, em neçar in ku yekê ji herduyan bibijêrin. Ne kurdî tenê, lê gelek zimanên din jî neçar in ku heman biryarê bidin.

Di bijartina yek ji herdu alternatîvan de, mirov dikare li çend rêbaz û rênimayan bifikire: hêsanî, beraqilî, pratîka zimanên din, pratîka heyî ya nivîsîna zimanê kurdî.

Nivîsîna peyvên xwerû

Di mijara hêsaniyê de, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku divê ziman û nivîsîn li ber kesên ne pisporên zimannasiyê jî hêsan be anku ziman û nivîsîna bi wî ne tenê kar û warê zimannasan e. Hêsanî wê rê dide ber mirovî ku mirov peyvan bi qasî mimkin be wek ku tê gotin wisa binivîse jî. Ji ber ku hemû kurmanc dibêjin ”kuştin” û ti kes di pratîkê de nabêje ”kujtin”, nivîsîna peyvê wek ”kuştin” ji ”kujtin” çêtir e heta heke li gor rehnasiyê ”kujtin” rasttir be jî. Forma ”kujtin” hem zimanê nivîskî ji zimanê gotinê dûr dike û hem jî biryardana wê dike imtiyaza zimannasan û qisekerên sade yên zimanê kurdî ji wê bêpar dike ji ber ku kesên ne zimannas bêyî hînbûnê, nizanin ka sebeb çi ye ku peyva ”kuştin” ya di devê wan de divê wek ”kujtin” bê guherandin.

Pratîka gelek zimanên din jî wek ya kurdî ye anku di peyvên xwerû de rastnivîsîn li gor gotinê ye, ne li gor rehê peyvê ye. Di inglîzî de di demên niha û bên de peyva ”thieve” (dizîn, dizî kirin) û peyva ”leave” (çûn; hiştin) bi V ne. Lê di demên borî de, gava ku T dikeve pey peyva  V dibe F: ”left” (< leave + T). Lêkera ”thieve” (dizîn) bi zêdekirina dengê T (û guherandina vokalên nava peyvê) dibe navdêr anku ”dizîn” dibe ”dizî”. Lê ji ber ku T-ya bêlerz tê dûv V-ya bilerz, V dibe F anku ”thieve + T > theft”. Anku di vê mijarê de inglîzî jî wek kurdî dike: ji rehnasiyê zêdetir nivîsîn xwe dispêre awayê gotinê. Li gor vê rêbazê jî, formên kurdî yên ”kuştin, lîstin, axiftin” rast in, ne ”kujtin, lîztin, axivtin”.

Mirov dikare heman tiştî bo rastnivîsîna zimanê tirkî jî bibêje. Di piraniya formên çemandî de peyva bi maneya ”kitêb” ya kurdî ”kitab-” e, wek ”kitabı” (kitêbê), ”kitabın” (ya/yê/yên kitêbê), ”kitaba” (bo kitêbê). Lê dîsa jî forma xwerû ”kitap” e anku bi P tevî ku em bi esehî dizanin ku li gor rehnasiyê divê ”kitab” bûya ji ber ku ji erebî ye û di erebî de P nîne lê di tirkî de wek ”kitap” tê nivîsîn ji ber ku dengnasiya tirkî dengên bêlerz li dawiya peyvê qebûl nake û rastnivîsîn jî guh dide dengnasiyê[6]. Anku tirkî jî wek kurdî li gor di vê mijarê de dengnasî wek bingehê rastnivîsînê bijartiye, ne rehnasî.

Soranî jî wek kurmancî dike: ”na-kuj-im, de-kuj-in, bi-ku-je” (nakujim, dikujin, bi-kuj-e) lê ”kuştin” (kuştin), ne ”kujtin”. Herçi farisî ye, wê rehê dema niha jî li gor forma rader (mesder, infinitîv) eyar kiriye: ”koşten” (kuştin) û ”ne-mî-koşem, mî-koşend, bikoş” (na-kuj-im, ew di-kuj-in, bi-kuj-e). Lê ya giring, ne soranî û ne jî farisî vê peyvên û ti yên din jî wek wan wek bi konsonanteke bilerz û yeke bêlerz li pey hev qebûl nakin, bo nimûne dengên ”-vt, -jt-, -zt-” di wan de jî ne mimkin in, wek ku di kurmancî de jî ne gengaz in.

Tevî ku hin kes bi rik û înatê israrê li ser formên wek ”lîztin, kujtin, axivtin” dikin jî, dîsa 1) hemû kurd wan wek ”lîstin, kuştin, axiftin”[7] dibêjin, 2) kurdî û zimanên din jî li gor dengnasiyê dinivîsin, ne li gor rehnasiyê û 3) ji xwe piraniya mezin ya hemû kurdînivîsan wan bi ”-st, -şt, -ft” dinivîse (ne bi ”-zt, -jt, -vt”) loma divê mirov jî wisa bike.

Nivîsîna peyvên li pey hev û peyvên pêkve

Me li jor diyar kiriye ku mirov di axiftina bilez de gotina ”ez têm” di rastiyê de wek ”es-têm” dibêje. Gelo divê ku em di hevokên wiha de jî li gor dengnasiyê biçin û binivîsim ”es têm” madem ku me meseleya ”lîz+tin” jî kiriye ”lîstin”?

Heke em dîsa rêbaz û rênimayên xwe bînin bîra xwe, ew ev bûn: hêsanî, beraqilî, pratîka zimanên din, pratîka heyî ya nivîsîna zimanê kurdî.

”Ez têm” ne bi temamî wek ”lîstin”ê ye. Tenê di axiftina bilez de ”ez têm” dibe ”es-têm”. Lê heke tu ji kurmancîaxivekî ne şarezayê reh û rîşên peyva ”lîstin”ê daxwaz bikî ku peyva ”lîstin” hêdîka bibêje, ew çendî wê hêdî bibêje jî, dîsa dê bibêje ”lîs-tin”, ne ”lîz-tin”. Anku S di peyva ”lîstin” de cihê xwe girtiye û êdî di Z qet di peyva ”lîstin” de nîne. Lê di gotina ”ez têm” de Z heye û di axiftina hêdî de mirov wê dibêje û kesên ne pisporê rehnasî û etîmolojiya gotina ”ez têm” jî dikarin bi hêsanî ji te re bibêjin ku tê de Z heye, ne S.

Pratîka zimanên din jî wisa ye, anku heke mijar du peyvên li pey hev bin, tesîra lerzê tenê li ser dengkirina bilez heye, ne li ser dengkirina hêdîka û ne li ser nivîsînê. Di inglîzî de di hevoka ”Let it be” (”dev jê berde”, ”guh nediyê”) de, di axiftina bilez de T-ya bêlerz ya peyva ”it” ji ber B-ya bilerz dibe D-ya bilerz. Anku hevok wek ”let-id-be” tê gotin. Lê di axiftina hêdî û di nivîsînê de tesîr li nabe anku mirov dîsa jî bi T dinivîse. Di tirkî de jî mesele wisa ye, hevok ”kitap geldi” (kitêb hat) de di rastiyê de di axiftina bilez de ew dibe ”kitab-geldi” anku P-ya bêlerz ji ber tesîra G-ya bilerz dibe B-ya bilerz. Lê di tirkî de jî di axiftina hêdî û di nivîsînê de P tê parastin.

Ji xwe di kurdî de jî pratîk ev e: mirov nivîsîna peyvên li pey hev li gor bilerzî yan bêlerziya peyva dûv wan naguherîne. Bawer nakim ku dudilî û nelihevkirin di vê meselê de hebe tevî ku hin caran mirov xeletiyên ji ber tesîra lerzê dibîne lê ew ne ji ber biryarekê lê tenê bi şaşîtî wisa tê kirin.

Di mijara peyvên pêkve (hevdanî, hevedudanî) anku peyvên ji du yan zêdetir peyvên serbixwe pêkhatî de mesele wek peyvên li pey hev e. Anku erê mirov di axiftina bilez de dibêje ”peskovî/peskûvî” lê di axiftina hêdî û di nivîsînê de rehên peyvên tên parastin anku mirov dibêje û dinivîse ”pezkovî/pezkûvî”.

Zimanên din jî di vê meselê de wek kurdî dikin. Bo nimûne, T-ya bêlerz di peyva inglîzî ”football” di axiftina bilez de wek D-ya bilerz tê gotin ji ber ku B-ya pey wê bilerz e. Lê di axiftina hêdî û di nivîsînê de T tê parastin. Heman peyvê bi awayê ”futbol” di kurmancî de cihê xwe girtiye tevî ku di axiftina bilez de di devê xelkê de wek ”fudbol” tê gotin jî. Lê kurdî T di nivîsînê de parastiye.

Nivîsîna peyvên bipaşgir

Ji bilî peyvên xwerû, peyvên pêkve û peyvên li pey hev, di kurdî de gelek peyv hene ku ji yek yan çend peyvên xwerû û yek yan çend paşgirên rêzimanî (paşpirtik, paşbendik, sufîks) pêk hatine. Bo nimûne, ev in jin peyvên wisan in: ”dezgir, dezgeh, desmal, des(t)pêk”. Ew hemû ji peyva xwerû ”dest” pêk hatine lê T jê ketiye daku koma konsonantan bêt sivikkirin. Lê herwiha, wek ku li jor hatiye behskirin, di hin ji wan de ji ber G-ya bilerz S-ya bêlerz jî bûye Z-ya bilerz.

Di mijara peyvên wiha de rêbazeke mitleq ya bijartî nîne. Hin peyv ji mêj ve hene, di gel de bi awayê di bin tesîra lerzê de guherandî cihê xwe girtine û wisa ji devê xelkê derbazî zimanê nivîskî bûne. Heta têkiliya wan ya bi peyva xwerû ya bingehîn ve jî sist bûye yan qet nemaye. Bo nimûne, peyva ”dezgeh” bi çend wateyan e ku yek jê ”stand, mase, mêze, dikana li ser textekî” dide ku têkiliya wan bi peyva ”dest” re yan nîne, nemaye yan jî gelek sist e. Mirov dikare heman tiştê bo peyva ”dezgir, dezgirtî” (yar, keça nîşanîkirî) bibêje ku têkiliya wê bi ”dest-girtin”ê ve sist bûye[8]. Wisa

Di peyvên wisa de, ku di nav gel de ji mêj ve hebûne û bi awayê xwe yê devkî derbazî zimanê nivîskî bûne, çêtir e ku wisa bimîne, anku wek ”dezgeh, dezgir, dezgirtî”. Wisa mirov dikare peyvên ”dezgir, dezgirtî” yên bi maneya xwe ya taybet (yar, keça nîşanîkirî) ji peyvên ”destgir, destgirtî” yên bi wateya konkret (yên ku destan digirin yan destên wan hatine girtin) jî cuda bike.

Lê di peyvên di zimanê nivîskî de çêkirî yan bi rêya zimanê belavbûyî de, baştir e ku rehê peyvên bên parastin.

_______________________________

TÊBÎNÎ

[1] perdeyên dengî: lêvên dengî, têlên dengî, bi inglîzî ”vocal folds” yan ”vocal cords”, tirkî ”ses telleri”, erebî أحبال صوتية, farisîپرده‌های صوتی, bi anatomî plica vocalis.

[2] Varyantên eynî herfê nehatine rêzkirin, bo nimûne ji ”p, ṕ, ṗ” tenê ”p” hatiye nivîsîn.

[3] ğ / غ (xeyn) wek di peyva “axa” (serokeşîr) de.

[4] Di eslê van peyvan de dengên bilerz (z, j) hene ku berî T-ya bêlerz bûne bêlerz (s, ş), ne ji ber ketina T-ya bêlerz bûne bilerz. Ketina T-ya bêlerz bêlerzan nake bilerz. Bo nimûne, di ”alîstin, ristin” yan soranî ”firoştin” de piştî ketina T-ya bêlerz jî dîsa bêlerz (s, ş) dimînin: ”di-alîs-in, na-rês-in, bi-firoş-e”).

[5] Q jî konsonanteke bêlerz e, di kurdî de hevbera wê ya bilerz nîne.

[6] Di rastnivîsîna tirkî de çend peyvên ku vê qeyda redkirina bilerzan li dawiya peyvê qebûl nakin hene, bo nimûne ”ad” (nav) bo cudakirinê ji ”at” (hesp).

[7] Yan jî ”leyîstin, lehîstin, axaftin” dibêjin lê dîsa jî ne wek ”leyîztin, lehîztin, axavtin”.

[8] Li hin deveran, ihtimalen bo rêgirtina li ber têkiliya S-ya bêlerz ya di eslê peyvê de û G-ya bilerz ya paşgirê, ev peyv bi metatezê anku bi veguhastina cihê dengan di peyvê de bûye ”dergistî”.

 

Çavkanî : www.zimannas.wordpress.com

Husein Muhammed

Derbar Rêvebir

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply