Şemî , Sermawez 17 2018
Home / Forum / Nivîsxane / TERZÎ

TERZÎ

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Terziyek hebû. Her roj bi penîr û reçel diçû dikana xwe. Rojekê heft mêş tên xwe li ser xwarina terzî dideynin. Terzî bi paçikekî derbeyekê li mêşa dixe. Her heft mêşa dikuje. Duvre li ser kirasê xwe; ‘Min bi derbeyekê heft can sitandin’ dinivîsêne. Dema ku di rê de derbas dibû mirovên ku ew nivîs didîtin jê bavernedikirin. Ji bo ku mirov vê nivîsê bibînin dikeve rêyekê de. Bi xwe re penîr û çukekî jî digerêne. Di rê de rastî dewekî tê. Dema ku dew nivîsa li ser kirasê zilam dibîne pê dikene û dibêje:

– Ezê te bikujim.

Terzî dibêje:

– Ka em peşbaziyeke bikin. Kî zora kê bibê ew serkeftî dibê.

Dew vê biryarê dipejirênê û dibêje:

– Emê kevir biavêjin. Kî kevirê xwe gelekî bavêje dûr ew serkeftî dibe.

Pêşî dew kevirê xwe diavêje. Kevirê wî gelekî dur diçe. Duvre terzî bi dizîka destê xwe dixe berîka xwe û çûkê xwe derdixe mîna ku kevir diavêje çûk diavêje. Çûk bi fire dikevê û diçê. Terzî biser dikeve. Dew dibêje:

– Ka em vecarê kevir didestê xwe de hurbikin.

Terzî dibêje:

– Erê.

Peşî dew dirajê kevirêkî û didestê xwe de hurdike. Duvre terzî ji berîka xwe penîr derdixe û diguveşê. Av jê derdikeve. Bi vî awayî terzî serkeftî dibe. Dew terzî serbest berdide.

Terzî bi rêya xwe de dimeşe. Bi xeletî dikeve bexçê paşayekî. Leşkerê paşa vî digrin û tênin bal paşê. Terzî bexşandinê ji paşê dixwaze. Paşa bi şertekî terzî wê bibexşîne. Paşa ji terzî re dibêje:

– Du dew hene herdem erîşê li me dikin. Ger tu wan bikuje ezê te efû bikim û ezê keça xwe bidim te.

Terzî vî şertî dipejirêne. Ji qesra paşa derdikeve û li dewa digere. Dibîne ku her dû dew li bin siya darekê razane. Terzî dirajê keviran dixê berîka xwe û diçe serê darê. Ji serê darê kevirekî diavêje dewekî. Dew şiyardibe û li dora xwe dimeyzêne. Tu kes û ti tiştî nabîne. Ji hevalê xwe guman dibe. Duvre di xew de diçe. Kelikek dî terzî kevirekî tavêjê serê dewê dî. Dew şiyardibê û li dora xwe dimeyzêne. Lê tu kesî nabîne. Ew jî ji hevalê xwe guman dike. Li ser vena dew bihev re şer dikin. Di dawiyê de her du dew hevdû dikujin. Terzî tê encamê ji paşa re dibêje. Paşa ji terzî bawer nake û leşkerê xwe dişêne warê dewa. Leşker laşê her dû dewa tinin qesrê. Paşa şertekî dî dide terzî. Dibêje:

– Berazek heye tu wi jî bikuje. Ji bo ku ez ji te bawerbikim diranekî vî bixwe re bine. Duvre ezê keça xwe bidim te.

Terzî diçê daristanê. Beraz dibîne. Duvre beraz dikuje û dinanekî beraz jê dike û ji paşê re tine. Dilê paşa li terzî nexweşe. Bê dilî xwe keça xwe dide. Terzî û keça paşa dawetê dikin. Bi şev ku çûne oda xwe, paşa leşkerê xwe ji bo terzî bikujin dişenê oda bûk û zava. Terzî bi hatina leşkera dihisê. Bi dengekî bilind dibêje:

– Eeyt, min bi derbeyeke heft can sitandine, li hember dewekî serketî bûme, du dew dana kuştin, beraz kuşt û diranê wî jêkiriye.

Leşkerê paşa ji tirsa direvin. Bi vî awayî terzî bi keça paşa re dizewice. Jiyaneke nû dide destpekirin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir