Şemî , 19 Îlon. 2020

Terraformîng – Erdkirin

Terraformîng, Erdkirin, Dinyakirin an jî Şikldan… wûn çi navî lê bikin bikin belê li gorî zanyarîyê tiştekî mûmkin e. Yanî tê ser wê wate yê kû wûn erdek miri kû li jîyan nabê bikin cîhekî serast bo jîyan a mirovan. Ev jî ji nişka de çê nabê û divê merc bi merc bi meşe.

Bi rastî hîn di jiyan a rastî de tu mînak tinne belê her dem kesên zanist senaryoyên cûrbe cûr hilberînin. Gellek caran bahsa vê mijarê dikin. Divê em vê jî bînin ziman kû her cîh nabe ji ber hinek taybetmendîyên taybêt pêwist e.

Gelo dibe kû em Mars ê bikin cîhekî wek dinya me?

Bi rastî mimkine belê ne hêsane ha! Gellekî zahmete û qedeme qedeme ev proses dimeşe, pêş dikeve. Wûn dizanin ka çi cîh nemzed e ji Terraformîng ê? Ka ez navê wan yek bi yek ji bo we bijmêrim. Gerstêrkên nemzed bo Terraformîngê; Mars, Venûs, Jûpîter. Dûvik an kû we wûn zanin Heyvên nemzed jî; Heyv a me, dûvikên Jûpîterê ên dêv Ganîymed, Kalîsto, Eropa, û dûvik a Stûrnê Tîtan nemzedê Terraformîng ê yên sereke ne. Ji bilî van Gerstêrka cûce Kares jî amade ye ji bo Terraformîng ê.

Heta vê derecê her tişt başe û li cîhê xwe rû di nê. Belê di vê astê de pirsgirêkek din derdikeve holê. Ew jî eve kû di vê demê de wê merov çawa karibin derkevin seyehata feza yê. Ev çûna fezayê gelekî zahmete ji bilî nexweşîyên gewdê nexweşîyên pisîkolojîk jî derdikevin. Ev pirsgirêkana divên bê çareserkirin berî her tiştî. Insan wê bi sala ji malbat a xwe û hevalên xwe dûr bikeve, ev jî dibe sedem ji hîn nexweşîyan. Kesên we derbikeve vê seyehatê beri çûnê dikeve hezar test û ezmûnan.

Ji xwe ezê di pêş de bahsa Terraformîng a Marsê bikim belê bo we hebekî kelecanî biki ezê tenê çend gotina bikim. Dema kû merc ji bo cîhê insana li Marsê amada bibe wê bi bombeyên Hîdrojenê qûtbên Marsê bên teqandin. Piştî demek ne dûdirêj, wek 5 an 10 salan ji ber têsîra sera yê wê germahî rabe û av li derdora Marsê belav bibe.

Umran Akhamur

astrokurdblog.wordpress.com/

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Bi Çavekî Zanistî Gerdûn û Em

Dema zarokatî tê bîra me çi kelecanek dikeve dilê mirov. Xewn û xeyala her kesî …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.