Heya niha di wêjeya kurdî de di derbarê bijîşkiya veterînerî û termînolojiya wê de valabûnek hebû. Bijîşkê Veterînerî Mûzaffer Avşar ev valabûna bi berhemeke giranbuha ev valabûn dagirt.
Her wiha, Mûzaffer Avşar dibêje ku:
“Ev pirtûk di zimanê zanyariyê de ji bo bikaranîna zimanê kurdî mînakekê teşkîl dike. Min wekî bijîşkê veterînerî kefş kir ku ji bo rawekirin, vegotin, şîrovekirin û lêkolînên zanyarî zimanê kurdî pir dewlemend e. Bi gencîneya peyvên xwe ve her cure mijarê dikare him devkî him jî nivîskî bide vegotin û bide nivîsin. Bi nîv ergatîviya xwe ve vegotin û nivîsar xweşiktir û bi pêşqertaf, paşqetaf û nabendên xwe ve jî bi awayekî hêsan beramberiya têgînên biyanî yên zanyarî didarişe.
Tê zanîn ku cara ewil a kedîkirina heywanan û çandiniyê li ser erdnîgariya Kurdistanê dest pêkir û li ser dinyayê belaw bû. Axa Kurdistanê ji bo çandinî û sewalkariyê zêdetirîn rewa ye, çawa ku di çaxên berê de hîmê çandinî û sewalkariyê ji hêla gele kurd ve li ser axa pîroz wekî modernitêya xwezayî hat danîn, îro jî dê bi hişmendiya modernîteya demokratîk ve hîmê çandinî û sewalkariya ekolojîk bê danîn.
Min ew pirtûk di ayendeyê de ji bo hilanîna hewcedariya pirtûka zanyarî ya bingehîn amade kir. Da ku fakulteyên veterînerî yên dê perwerdeya kurdî bidin, bila ji aliyê vegotin û hînkariya zanîsta anatomiyê de zor û zehmetiyê nekişînin.
Her wiha,
Ji bo dewlemendbûna naverok û hêjaya pirtûkê, etîmolojiya 41 navên organan ên bi kurdî, ji hêla lêkolîner û dîroknas Alî Huseîn Kerîm hatine şîrovekirin. Ji bo xebat û alîkariya wî ya hêja spas dikim.”