⏩ Terapiya Manuel yanî terapiya bidest tê kirin. Armanca vê rêbazê serastkirina movika, xelaskirina êş û xerabebûna fonksiyonê ye. Ev tedawiya bidest va ser cîhê nexweş bizext tê kirin. Ev rêbaza ji bo êş û xerabebûna fonksiyonê 100 salî zêdetire tê bikaranîn. Saya vê tedawiyê blokaja movika vedibe û pişt ra jî bersîva refleks derdikeve. Ev refleks jî pakbuna raçînkê dide destpêkirin. Hundirê manûel terapiyê da mobîlîzasyon, manîpulasyon û masaj heye. Vê tedawiyê terapistên perwerdahiyên taybet hildane dikin.
❓ Manuel Terapî kîjan nexweşiyan da tê bikaranîn?
➖ Êşa pişt, hustî û newqê, heta êşên mil, pîl, masûlke û skeletê fêde dide.
➖ Şemitîna dîska, fitqê pişt û hustî da
➖ Mîgren, serêş, astim, gircomî, artrît, gêjbûna serî, qebiz, êşên raçînkên nerm, zarokan da xerabebûna gihîştinê û xerabebûnê derûnî jî tê tedawî kirin.
⚠ Terapiya Manûel, pêwîste ku fîzyoterapîstên perwerdahiyên taybet hildane bikin. Hekena komplîkasyonên nebaş werin dîtin.
❓ Manûel Terapî kîjan nexweşiyan da nayê kirin?
➖Hebuna keştek ( Şikestî), cihderketî, osteoporoz(helana hestiyan), şêrpence (kanser), enfeksiyona movika, romatoît artrît, osteoartrît, ankîlozan spondîlît da mudaxaleyên visa manîpulatîf dûr bisekinin.
Bimînin xêr û xweşiyê de😊
✍ Fîzyoterapîst Servet Kaya✍
Silav .. Ez dixwezim bı we re têkevim têkiliyê. pirsgirêkên min yê piştê hene. Ev ji saleke zêretire berdewam dike. Nizanim çi bikim her Hun alikar bibin ez ê gellekî memnûn bim.. Hun li kur dimînin klînîka we li ku ye ?