Teqîna herî mezin ya stêrkan di gerdûnê da

Sitêrnasan destnîşan kir ku supernovaya (birîqestêrk) herî mezin ya ku heta nuha hatiye tesbîtkirin teqiyaye.

Li gorî nûçeyeke BBCyê, Profesor Christopher Kochanekê mamostayê Zanîngeha Ohio State ya DYAyê, aniye ziman, teqîna supernovaya ku navê ASASSN-15lh lê hatiye kirin, 570 milyar qatî ji deqa rojê zêdetir biriqiye û şewq vedaye.

Kochanek got, “Biriqîna ku cara yekê par di meha hezîranê da hat tesbîtkirin, anûha jî di belavkirina enerjiyeke mezin da berdewam e.

– Di Galaksiya Kadizê de heta nûha supernovaya herî bibirêq e

Hat tomarkirin ku ew stêrka dêwasa ya ku bi nêzîkî 3,8 milyar salê şewqê ji rûyê erdê dûr e, di Galaksiya Kadizê da heta nuha supernovaya herî bibirêq e.

Hat ragihandin ku stêrnas ê di hefteyên pêşiya me de jî, bi teleskopa Hubblê ya fezayê di şopandina tevgerên wê supernovayê da berdewam bin.

Jêder: aakurdî

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply