Teorîya Erîkson ya Geşebûyîn a Psîkocivakîyê

Erîkson li ser geşebûyîn a mirov li ser bandor a faqtorên civakî disekin e. Ew dibêje geşebûyîn domdar e û bi hinek astên eşkere pêktên. Erîkson di vê teorîya xwe da pêvajoya geşebûyîn a mirov di heşt ast an da heltînê dest. Dibêje mirov ger van ast a bi serkeftinî berbas bibe. Nexwe dê di jiyan a mirov de hinek heman ên alozî derê holê û berdewamîya jiyanê de bandor ek neyînî bihêle.

Di teorîya Erîkson de ev heşt heman bi navê van pevçûnên heman ê tên binavkirin. Em ê jî van heşt heman a bi navê van pevçûn an binav bikin.

1. Li Dijî Bingeh a Ewlehîyê Bêewlehî

Di salên ewilî yên jîyanê de zarokên bi dilovanî û hezkirin mezin dibin û yên ji van a bêpar mezin dibin nabin yek newsa ? Bi rastî jî kirarîyên dayîk û bavê (ku jêr dibên ebeveyn) bandor a xwe li ser hemûya jîyanê dihêle. Li gor Erîkson pêdivîyên pitikên ji zayînê heta du salî ku bêkêmasî bînin bicîh dê pitik xwedîyê hestên ewlehî bibe ango mirov an biewle bibîne. Li dijî vîya ku pêdivîyên pitikê ku bêkêmasî bicîh neynin dê pitik bi awayek bêhêvî li jiyanê binêre û bi girêkên lawaz xwe girêbidê jiyan ê. Ev helwest a dayik û bav an li ser hemûya jîyan ê bandor a xwe dihêle.

2. Li Dijî Xweserî yê Gumanî û Fedîkarî

Dem a ku hûn çûn seyrangeh a zarok an we qet bala xwe da ser têkilîyên zarok û dayik an? Zarokên sê salî bi gelemperî naxwazin destê dayik a xwe bigrin. Bi tena serê xwe dixwazin li hêlekan û kaşok ê suwar bibin. Lewra ev zorok wek a dewlet ek biçûk in ku serxwebûyûn a xwe ragihandin e. Erîkson dibêje di navber a didu û çar sal în de qrîz a li dijî xweserîyê gumanî û fedîyokî pêk tê. Li gor Erîkson, zarok di vî temenî da dixwazê bi serê xwe hinek tişt bikê. Ger vê xwestek a zarok hat bicîh zarok dê xwedîyê kesayetîyek xweser bibe. Nexwe zarok ji hêz a xwe şerm bikê û bi gumanî li kesayetîya xwe binêre.

3.Li Dijî Pêngavwanîyê Tawanbarî

Ev çi ye, wateya vîya çîye, ajal çima naaxivin, ji agir çima dû dertê, çima simbêl ê dayik a min tuneye û hew. Ger we zarok ek di temenê 4 û 6 an da dît bala xwe bidin ê her tim ji van pirs an ji mezinan dipirsê. Li gor Erîkson, zarokên di temenê 4 û 6 an da di qefes a hestên tatêlîyê de ne. Ji bo wê jî her tim di lêkolînê de ne. Erîkson dibêje ku we van pirsên zarok an bi awayek têgihiştî bersivand dê zarok bibe xwedîyê kesayetîyek pêngavwanî. Nexwe ku van pirsên zarok hat astengkirin dê zarok bibe xwedîyê kesayetîyek tawanbarî.

4. Li Dijî Serkeftinîyê Neşarazatî

Zarok ek ku nû dest bi dibistanê dike nigar ek ku xêzkirîye nîşanê bavê xwe dide û bi kelecanî dibêje, bavo ka binêre min pisîkek xêzkir, min dar ek xêz kir çawa hatîye? Dema ku bavê zarok li nigar nihêrt û got ev çawa pisîk e, ev çawa şax e, te negot a min nizanibû ev pisîk e ev jî şax e ha. Wê demê zarok dê serê xwe xwar bikê û bêdeng vegerê lîjneya xwe. Bavê zarok divirde xeletîyek pirr mezin kirîye. Dibe ku jiyan a nigarkêşek î pêşeroj ê vemirandibê. Lewra di ast a dibistan ê de ango di temenên 6 û 11 yî da ji bo zarok bertekên derdor wî ji bo wî pirr girîng e. Zarokên di vî temenê da girîngîyê didin bertekên derdor xwe. Ku derdor wî van serkeftinîyên wî pîroz kirin dê bibe xwedîyê hestên serkeftinîyê. Nexwe di zarok de hestên neşarazatîyê bihewin.

5. Li Dijî Bidestxistinîya Nasname yê Pevçûn a Nasname yê

Ji bo zarokên di dem a balixbûnê (11 û 18 salî) de ne pirs a herî girîng pirs a “ez kî me?” ye. Zarok di vê hemanê de di gerîn û lêpirsînê de ne. Gerîn a nasnameyê de zarok ku li gor taybetîyên xwe nasnameyek bidest xistin dê di salên pêşeroja xwe de her tim serkeftî bin. Nexwe dê têkevin rewş ek alozîyê û di hundirê xwe de her tim di pevçûnek de bin.

6. Li Dijî Nêzbûyûn ê Dûrmayîn

Li gor Erîkson, mirov ek di temenê 18 û 30 salî de dixwazê bi mirovên din re di têkilîyên nêzbûyîn de bê. Ev mirovên di vî temenê de ji nav mirovên din de dixwazê yek li gor dilê xwe bibjêre û bi wîre di têkilîyên nêzik de bê. Ev mirov ku yek wuha dîtin dê xwedîyê hestên nêzbûyîn bibin. Nexwe dê têkevin hestên tenêmayîn an dûrmayîn ê.

7. Li Dijî Berhemdarîyê Sekanî

Li gor Erîkson, mirov di temenên pîrbûyûn a navîn (navber a 30 û 60 salî) de ger ji mirovên derdor xwe re bibe alîkar û di xebatên xwe de serkeftî bê dê bibe xwedîyê hestên berhemdarîyê. Nexwe, mirov di van temenan de xebatên serkeftî pêkneynê dê bibe xwedîyê kesayetîyek sekan û bêberhênan.

8. Li Dijî Tevahî ya Egoyê Bêhêvîtî

Di berdewamîya jîyan a xwe da mirov car caran paşeroj a xwe bibîr tînê, paşerojê heltînê lêpirsînê û ji bo hinek jiyarên xwe dikebê hestên xwezilîyê. Lê başî ew e ku mirov ji bo bikaranîna van xwezilîyan hê li pêş xwe derfetan dibîn e. Lê mixabin di heman a pîrbûyîn ê de mirov ji bo pêkanîna van xwezîlîyan derfet li pêş xwe nabînê. Belê Erîkson dibêje, mirov ku di salên borî de karên pir xweş pêkanîbê dê di salên xwe yên dawî de jî dilşa bin û bi hestên erênî pêşeroj a xwe bibîr weynin û bigîhîjin tevahî ya egoyê. Nexwe dê têkevin hestên bêhêvîtîyê.

www.candname.com

Ayetullah Hasanoğlu

Derbar Çand Name

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply